Rejîma Îranê li Banê kolberek kuşt 2017-12-31 14:57:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Banê, kolberê kurd Hadî Emînî kuşt. Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kolberek kurd kuşt. Hat diyar kirin ku li ser sînorê bajarê Banê yê wîlayeta Sinê, kolber kurd di 30'ê Kanûnê de bi şev hat kuştin. Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku kolberê hat kuştin Hadî Emînî yê 26 salî ye û ji gundê Beyanderan ê bajarê Banê bû.