Qewimînên li Îranê: Xwepêşandanên herî cidî yên 15 salên dawî ne!

  • rojane
  • 09:12 31 Kanûn 2017
  • |
img

ENQERE – Li Îranê çalakiyên bi hinceta aboriyê dest pê kir, her diçe li tevahiya welat berbelav dibin. Serhildan bêtir tund dibin û vediguhere naverokek siyasî. Rojnamevanê îranî Omer Hojebrî çalakiyan wek nîşaneya guherîneke cidî wesifand û wiha got: “Ev xwepêşandanên herî girîng ên 15-20 salên dawî ne.” 

Protestoyên di rojên dawî yên sala 2017’an de li Îranê xwe dan der, wek nîşaneya geşedanên nû yên Rojhilata Navîn dixuyên. Li Îranê berê jî gelek çalaki û protesto çê bûbûn, lê belê li gor hin kesan ev çalakiyên dawîn cuda û cidî ne. Di xwepêşandanên ku roja pêncşemê xwe dan der de û her diçe li tevahiya welat berbelav dibin û di van xwepêşandanan de tevî daxwazên aboriyî dirûşmeyên wek “ji bo girtiyan azadî û hikûmet îstifa” derdikevin pêş. 
 
Rojnamevanê îranî Omer Hojebrî xwepêşandan şîrove kirin. Hojebrî diyar kir ku ev demeke li welat rewşa aborî ber bi nebaşiyê ve diçe û li gor daneyên fermî rêjeya betaliyê ji sedî 12’an derbas kiriye û wiha axivî: “Sirf ji bo ev rewş biguhere, alîgirên reformê destek dan Rûhanî. Ji bo karek wan çê bibe, nan peyda bikin…”
 
HESABÊ GENDELIYÊ TÊ PIRSÎN 
 
Hojebrî bi lêv kir ku lê belê di rêveberiya nû de bi taybetî Budçeya Şer hatiye zêdekirin û daxwazên gel hatine piştguhkirin û ev tişt gotin: “Wek hûn dizanin li Kirmanşahê erdhej çê bû. Dewlet alîkariya vir nekir. Alîkariyên ku gel şandin negihaştin cihê xwe. Esfahan jî navenda kirin û firotinê ya herî mezin a Îranê ye. Fabrîkayên li vir hatin girtin. Jixwe ev demeke dirêj e nerazîbûnek hebû. Lê belê li gel vê jî Serokê Meclîsê Alî Larîcan, got ‘Em ê Helebê ji nû ve ava bikin, em ê Sûriyeyê rakin ser piya.’ Ev yek jî bertek zêdetir kirin. Her wiha bûyera gendeliyê ya Reza Zarrab û Babek Zencanî heye. Ev yek jî bertek zêdetir kirin. Tirkiye ser vê yekê girt, înkar kir. Lê Zencanî mehkûmî darvekirinê hat kirin. Wek rewşeke siyasî serdema Ahmedînejad berpirsiyarê vê yekê hat dîtin. Lê belê Ahmedînejad ev yek derewand û kesên niha li ser kar in tawanbar kir. Li holê gendeliyeke zêde heye. Mirov dixwazin hesabê vê yekê bipirsin.” 
 
HAMANEY Û RUHANÎ DI HEDEFÊ DE NE 
 
Hojebrî anî ziman ku tevî Alî Hamaney rêveberiya Rûhanî jî di hedefê de ye û her ku diçe wê çalakî tundtir bibin. Hojebrî destnîşan kir ku her wiha îranî ji ber budçeya ku ji Yemen, Sûriye, Iraq û Lubnanê re hat şandin jî nerihet in û di xwepêşandanên li deverên kurdan bajarê Kirmanşayê pêşengtiyê dike. Hojebrî ev tişt gotin. “Li Kirmanşahê li nêzî otogara mezin pirek mezin heye. Li ser wê pirê wêneyê Alî Hamaney û Humeynî hebûn. Wêneyên wan hatin daxistin û qetandin. Her wiha li deverên din ên kurdan jî xwepêşandan hene.” Her wiha Hojebrî bi bîr xist ku demek berê li Mahabad, Seqiz, Serdeşt û Pîranşarê jî serîhildanên kolberan rû dane û wiha got: “Jixwe li wê herêmê tim serîhildan hene.” 
 
Herî dawî Hojebrî balê kişand ser zêdebûna hejmara jin û ciwanên ku berê piştevaniya serdema Rûhanî dikirin û got ku ev xwepêşandanên herî girîng ên 15-20 salên dawî ne û ev tişt gotin: 
 
“Bawer nakim vegera vî tiştî hebe. Li gor min pêvajoyeke guherîn û veguherînê dest pê kir. Ev geşedan di warê bîrdozî , siyasî û civakî de nîşaneya guherîneke cidî ne.” 
 
MA / Kenan Kırkaya 
 
 
 

Sernavên din

02/01/2018
13:51 Dadgehê 18 meh ceza li Tugluk birî
13:34 Serbijîşkiyê der barê sosreta HIVê de daxuyanî da
13:29 Her êrîşa rejîmê zêde dibe çalakiyên xwepêşandanan jî mezin dibe
13:06 Tirkiye di êrîşa Efrînê de dê bi tenê bimîne
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevditinê daxwazname dan dozgeriyê
12:16 Parêzerê Yurdakul ê li girtîgehê hat kuştin: Bi taybet kawîşa C3 hatiye avakirin
11:54 'Pergala zilam jinên serkeftî bi taloke dibîne'
11:25 Şanoya Bajêr a Amedê vê mehê bi bernameyek têr û tije tê
11:18 Bêcezahiştin bi KHK’ê fermî kirin
11:11 Jêrzemînên Cizîrê: Agahiyên di dosyeya lêpirsînê de guman zêde kirin
11:00 Serhildana li Îranê didome: 5 kes hatin kuştin
10:34 Xwezaya Bestayê talan dikin
10:17 Dayika Pakîze Nayir a hat kuştin têkoşîna keça xwe didomîne
10:08 'Yek tîp bi berxwedanê têk diçe'
09:26 Kenes: Pêkanîna cilên yek tîpî li kolanan tê şikandin
09:25 Qeyûm piştî erseyan dikanan jî difiroşe
09:23 Mexdûrên 12'ê îlonê: Divê li derve jî rêxistinê xurt bikin
09:22 Ji kesên li pêş cemaetê nimêja Înê kirine ceza tê xwestin
09:21 Navê Yilmaz Guney heye, lê eywana sînemayê tune ye
09:20 OHP: Em ê têkildarî Goristana Xerzanê serî li saziyên navnetewî bidin
09:19 Li vê dibistanê bêyî bedêl dersa futbolê tê dayîn
09:19 'Bila jin ji bo îdealên xwe bixebitin'
09:18 Kampa Terolarê ne demborî ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2018'AN
01/01/2018
16:02 Odeya Tabîban a Amedê têkildarî skandala HÎV'ê dest bi lepirsînê kir
15:44 Stranbêjê Koma Dengê Amarayê hat girtin
15:13 Îdianameya bi çêr amade kirin!
14:35 Di sala nû de dîsa mudaxaleyî Yukselê kirin û 3 kes binçav kirin
14:06 KJAR: Alîgirê azadiyê divê di agirê serhildanê de cih bigirin
13:15 Xelas bû û xelas nebû
12:28 Sêvê Demîr: Divê em rojekê jî dereng nemînin
11:58 Bila bibe sala bê OHAL û KHK!
10:45 Zarokek li Edene hat girtin
10:39 Hevserokê PYD'ê Hesen: Pergala Bakurê Sûriye çareseriya hemû Rojhilatê Navîn e
10:27 Di sala 2017'an de li Dêrsimê koçberî, şer û binpêkirinên mafan hebûn
10:10 Dozger ji dayikê pirsî: Te çima kurê xwe şand çiyê?
10:09 Karkerên heqê kêm distînin: Birçîbûn kirine qedera karkeran
09:50 ‘Divê ceryan ne ji bo karê ji bo xizmetê be’
09:33 Ekolojîst Barka: Pêdeviyên me bi fikrên Ocalan hene
09:30 Li Pale Hunerê 4 fîlm, şevbûherka helbestê
09:28 NÇM’ê îsal jî salnameya kurdî çap kir
09:27 Her meh 100 girtî nexweş dikevin
09:26 'Divê em yekitiya neteweyî bixin rojeva gel'
09:26 Berxedêrên 12'ê Îlonê: Divê ruhê berxwedanê bê mezinkirin
09:24 Şaredariyê jin ên sirgûn bûn niha kar nabînin
09:23 Dîroknas Hur: KHK'a dawî ji pêkanînên Naziyan xirabtir e
09:23 ‘KHK'a dawî dê şideta li dijî jinan zêde bike'
09:00 Dozger belgeyên 'Zarokên Baş' sûc dît
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2018'AN
31/12/2017
21:32 Çalakiyên li Îranê zêde dibin, rejîmê medyaya civakî rawestand
20:58 Rojnameger Aslan hat berdan
16:39 Arslan: Çareseriya li Tirkiye dawibûna tecrîda li ser Ocalan e
14:59 Rojnameger Aslan ê hat berdan li ser îtirazê hat binçavkirin
14:57 Rejîma Îranê li Banê kolberek kuşt
14:41 Kemalbay: Dibe ku sala 2018'an bibe sala aştî û azadiyê
14:31 TUMTÎS bertek nîşanî heqê kêm da: Milyon mahkûmî birçîbûnê kirin
14:22 ‘Em bi birçîbûnê terbiye nabin’
14:12 Dozger berdana Emîrê DAÎŞ'ê yê Amedê îtîraz kir
13:30 Tuncel: Li Kurdistanê yekîtî li Tirkiye têkoşînê pêş bixin
13:21 'Operasyon ne li gorî hiqûqê, li gorî pêdiviyan tên lidarxistin'
13:21 '11 leşker di êrîşa baregeha leşkarî ya TSK'ê de hatin kuştin
12:15 Kesek astengdar li Maltepê hat kuştin
12:03 Zilamê êrîşa zayendî kir, bûyer ji bîr kiriye!
11:04 Gelên Îranê şev li qadan derbas kir
10:47 Dîroka Sûrê li ser keviran dineqişîne
10:30 Girtiyên Kalkandereyê nayên dermankirin
10:29 Di 'OHAL’ê de şîdeta li hemberî jinan gihişt lûtkeyê
10:27 Serokê Baroya Edenê Kuçuk: Kadroyên ‘Yek darazê' ava dikin
09:57 Malbata zarokê ku polîs kuşt gilî kirin
09:44 30 mehan di yek hucreyê de li dijî cilên yek tîp têkoşiya
09:19 Jin pêşengiya vî gundî dikin
09:18 'Pirsgirêk di pergala ji rengê jinê dûr ketiye de ye'
09:14 Karker bi grevê dikevin sala nû
09:12 'Li girtîgehê binpêkirinên mafan gihaşt asta herî jor'
09:12 Qewimînên li Îranê: Xwepêşandanên herî cidî yên 15 salên dawî ne!
09:11 Qeyûm wêneyên Karapêtê Xaço û Aram Tîgran rakirin
09:10 Parastina bi zimanê dayikê wek ‘mafê bêdengiyê’ hat tomarkirin
09:09 Dîrokzan Aydin: KHK'a dawîn ji ya Geliyê Zîlan talûketir e
09:08 Hunermendên Kurd: Em ê di 2018’an de jî li ber xwe bidin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2017'AN
30/12/2017
17:25 Turkdogan: Windakirina di bin çavan de ji nûve dest pê kir
17:12 DAIŞ tarza çalakiyên xwe diguherîne
16:59 Xebatkarên TV10'ê: Malên me bi destê TMSF'ê pêşkêş dikin
16:58 ‘Bedel çi dibe bila bibe em ê aştî û demokrasiyê biparêz in’
15:52 Xwestin Şîmşek serbest bê berdan
15:32 Destê Hevseroka KESK’ê Gezen li pişt wê kelepçe kirin
15:20 'Bila sala 2018'an bibe sala dayik li windayan negerin'
15:10 Arslan: Çi dibe bila bibe dê dawî muhteşem be
15:02 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Amedê de girt
15:02 Rojnamegerê îranî Porgham: Serhildaneke li dijî rejîmê ye
14:51 Li Kolana Yukselê mudaxele: 6 çalakvan binçav kirin
14:39 Baroya Amedê: Rewşa girtiyên Xarpêtê metirsiyan zêde dikin
14:21 Azîz Yural li ser gora xwe hat bibîranîn
14:08 Dayikên Şemiyê: Cihê bêhêviyê tune ye
13:53 Rojava amadekariya Soçî dike
13:37 Nivîskarê sînemayê Gunerbuyuk: Em tiştekî bikin
13:36 Musa Pîroglu: Dewleta OHAL'ê tê avakirin
13:24 Serhildanên gel li Îranê didomin
13:19 Bi strana 'Cizîr' qedexeya li Cizîrê vegot
13:06 Welatiyekî din li Enqereyê bi maşîneya reş hat revandin