Qewimînên li Îranê: Xwepêşandanên herî cidî yên 15 salên dawî ne! 2017-12-31 09:12:01 ENQERE – Li Îranê çalakiyên bi hinceta aboriyê dest pê kir, her diçe li tevahiya welat berbelav dibin. Serhildan bêtir tund dibin û vediguhere naverokek siyasî. Rojnamevanê îranî Omer Hojebrî çalakiyan wek nîşaneya guherîneke cidî wesifand û wiha got: “Ev xwepêşandanên herî girîng ên 15-20 salên dawî ne.”  Protestoyên di rojên dawî yên sala 2017’an de li Îranê xwe dan der, wek nîşaneya geşedanên nû yên Rojhilata Navîn dixuyên. Li Îranê berê jî gelek çalaki û protesto çê bûbûn, lê belê li gor hin kesan ev çalakiyên dawîn cuda û cidî ne. Di xwepêşandanên ku roja pêncşemê xwe dan der de û her diçe li tevahiya welat berbelav dibin û di van xwepêşandanan de tevî daxwazên aboriyî dirûşmeyên wek “ji bo girtiyan azadî û hikûmet îstifa” derdikevin pêş.    Rojnamevanê îranî Omer Hojebrî xwepêşandan şîrove kirin. Hojebrî diyar kir ku ev demeke li welat rewşa aborî ber bi nebaşiyê ve diçe û li gor daneyên fermî rêjeya betaliyê ji sedî 12’an derbas kiriye û wiha axivî: “Sirf ji bo ev rewş biguhere, alîgirên reformê destek dan Rûhanî. Ji bo karek wan çê bibe, nan peyda bikin…”   HESABÊ GENDELIYÊ TÊ PIRSÎN    Hojebrî bi lêv kir ku lê belê di rêveberiya nû de bi taybetî Budçeya Şer hatiye zêdekirin û daxwazên gel hatine piştguhkirin û ev tişt gotin: “Wek hûn dizanin li Kirmanşahê erdhej çê bû. Dewlet alîkariya vir nekir. Alîkariyên ku gel şandin negihaştin cihê xwe. Esfahan jî navenda kirin û firotinê ya herî mezin a Îranê ye. Fabrîkayên li vir hatin girtin. Jixwe ev demeke dirêj e nerazîbûnek hebû. Lê belê li gel vê jî Serokê Meclîsê Alî Larîcan, got ‘Em ê Helebê ji nû ve ava bikin, em ê Sûriyeyê rakin ser piya.’ Ev yek jî bertek zêdetir kirin. Her wiha bûyera gendeliyê ya Reza Zarrab û Babek Zencanî heye. Ev yek jî bertek zêdetir kirin. Tirkiye ser vê yekê girt, înkar kir. Lê Zencanî mehkûmî darvekirinê hat kirin. Wek rewşeke siyasî serdema Ahmedînejad berpirsiyarê vê yekê hat dîtin. Lê belê Ahmedînejad ev yek derewand û kesên niha li ser kar in tawanbar kir. Li holê gendeliyeke zêde heye. Mirov dixwazin hesabê vê yekê bipirsin.”    HAMANEY Û RUHANÎ DI HEDEFÊ DE NE    Hojebrî anî ziman ku tevî Alî Hamaney rêveberiya Rûhanî jî di hedefê de ye û her ku diçe wê çalakî tundtir bibin. Hojebrî destnîşan kir ku her wiha îranî ji ber budçeya ku ji Yemen, Sûriye, Iraq û Lubnanê re hat şandin jî nerihet in û di xwepêşandanên li deverên kurdan bajarê Kirmanşayê pêşengtiyê dike. Hojebrî ev tişt gotin. “Li Kirmanşahê li nêzî otogara mezin pirek mezin heye. Li ser wê pirê wêneyê Alî Hamaney û Humeynî hebûn. Wêneyên wan hatin daxistin û qetandin. Her wiha li deverên din ên kurdan jî xwepêşandan hene.” Her wiha Hojebrî bi bîr xist ku demek berê li Mahabad, Seqiz, Serdeşt û Pîranşarê jî serîhildanên kolberan rû dane û wiha got: “Jixwe li wê herêmê tim serîhildan hene.”    Herî dawî Hojebrî balê kişand ser zêdebûna hejmara jin û ciwanên ku berê piştevaniya serdema Rûhanî dikirin û got ku ev xwepêşandanên herî girîng ên 15-20 salên dawî ne û ev tişt gotin:    “Bawer nakim vegera vî tiştî hebe. Li gor min pêvajoyeke guherîn û veguherînê dest pê kir. Ev geşedan di warê bîrdozî , siyasî û civakî de nîşaneya guherîneke cidî ne.”    MA / Kenan Kırkaya