Rojava amadekariya Soçî dike

  • rojane
  • 13:53 30 Kanûn 2017
  • |
img

NAVENDA NUÇEYAN - Her çend Tirkiye ji bo ku kurdên Rojava tev li civîna Soçî nebin astengiyan derxin jî, kurdên li Rojava û tevgera azadiyê amadekariyên civîna Sotçî dikin. Hat diyar kirin ku Tevgera Azadiyê lîsteya kesên tevlî Soçî bibin amade kiriye. 

Tirkiye, bi armanca di qada siyasî de bêtir qezanc bike berê xwe da Rûsiya û li ser hesabên hêz û rikberên Sûriyê bazirganî kir. 
Yê herî dawî jî "El Guta (Xota) El Şerqiye" ya li Şamê bû. Di rojên dawî de mijara El Guta ket rojeva krîza Sûriyê. Hat dîtin ku çewa Rûsya û Rejîm bajarê Helebê xistin bin dorpêçê û piştî hevdîtinên li Astanayê û bazirganiya Tirkiye û Rûsya, di dawiya dawî de Tirkiye komên mutefîkên xwe firotin û Heleb radestî Rejîma Sûriyê kir. Niha jî piştî salekê dixwazin heman tiştî li sere El Guta bikin. Tirkiye jî, ji bo rê li ber nevexwendina Tevgera Azadiyê ji bo Kongreya Sotşî bigire bi Rusiya re ketiye nava dan û standinê da ku lihevkirinek çêbike. Ji bo lihevkirinê di destê Tirkiyê de niha tenê komên Heyat Tahrîr El Şam ji herêma El Guta derxîne û derbasî Idlibê bêne kirin, maye. 
 
KONGREYA SOÇΠ
 
Piştî Rûsiya bi daxuyaniyekê, hişyariyek an jî gefek li hêzên têkildar "Yên dûrxistina Beşar El Esed dixwazin, cihê wan di Kongreya Sotşî de nine" xwar, muxalefeta li Sûriyê şoq derbas kirin. Ji ber ku yan wê daxwaza Rûsiya bipejirînin û ji armanca xwe ya "Şoreşa Sûriyê" dûr bikevin an jî dê bikevin bin topbarana Rûsiya. Sedema vê daxuyaniyê ew bû ku di demên dawî de di nav muxalefeta Sûriyê de hin dengên dijber (kêm be jî) derketibûn. Di vê rewşî de pêwîste Tevgera Azadiyê sûd ji vê helwestî bigire û xeta xwe ya sêyemîn a di qada siyasî ya Sûriyê de xûrtir bide diyarkirin da ku dengên dijber ên di nava muxalefetê de ber aliyê xwe ve bikşîne. 
 
TIRKIYE BANDORÊ LI SER ENKS'Ê DIKE
 
Ji ber ku ENKS ber bi Rojavayê Kurdistanê ve nêzîk dibin û xwe di hûndir de bi cih dikin jî xuya dibe ku ew ne bi biryara xwe tevdigerin û bandora Tirkiyeyê di demên dawî de li ser ENKS'ê xûrtir bûye. Lewma jî daxuyaniyên berpirsên dewleta tirk a çerçoveya çûyîna şandeyek kurdî ya Rûsyayê û beşdarbûna wê di Kongreya Sotşî re balkêş in. Jixwe Tirkiye ji berê zêdetir israr dike ku şandeyek kurdî di kongreya Sotşî de amade bibe, lê daxwaza wî ewe ku ENKS beşdar bibe da ku rê li pêşiya şandeya nûnerên Federaliya Bakûrê Sûriyê û Tevgera Azadiyê bigire û asteng bike.  
 
Lê jixwe ji ber nakokî û gengeşiya di nava endam û rêveberên Partiya Yekitî û PDKS'ê û şerê desthiladariyê rola ENKS'ê di nava Koalisyona Muxalefeta Sûriyê de nemaye û neçare hêdî hêdî xwe ji koalisyonê cuda bike û dûr bixe. ENKS ku di hûndir de tije nakokî û alîgirên wî pê ne bawerin, lê derve xwe dixwaze xwe xûrt bide nîşandan. Ji ber vê yekî jî ENKS xwest di civîna xwe ya di Çargoşeya Ewlekariyê ya li bajarê Qamişlo de peyamekî bide derdorê ku ew di hûndirê Rojava de bi hêz in û dikarin li heremên di bin serweriya rejîma Sûriyê de bi civin û li pêşiya raya giştî bidin nîşan ku ew nûnerê gelê kurd û hêza rewa ya di Rojava de  ew in.  
 
PARTIYA KARKER Û REWŞENBIRÊN KURD A LI SÛRIYE
 
Di 1'ê Mijdarê de li Almanya Partiya Karker û Rewşenbîrên Kurd Li Sûriyê hat avakirin. Ev partî dixwaze navendeke xwe li bajarê Qamişlo jî veke û dixwaze di bin sîwana Rêveberiya Xweser de cih bigire. Tê gotin ku hejmara wan derdora 155 kesî ne û di nava vê partiye de gelek endam û berpirsên bere ya Partiya Yekitî ya ku serokê wî Îbrahîm Biro dikir jî hene û piraniya wan li welatên Ewropa ne. 
 
Ji Amûdê, Dêrik, Serêkaniyê û Efrîn jî di nav de hene û ji van 60 kes li Rojava ne. Berpirsê partiye Nîhat Berazî ye. Hejmarek mezin ji endamên vê partiyi ji malbata Barzanî ne. Tê gotin ku gelek ji endamê vê patiye girêdayê ENKS'ê ne û ji Tevgera Azadiyê aciz in. 
Li gor tê gotin ku wekî armanc ev partî dixwaze din ava refên kurdî de îtîfaqekê ava bike, lê ev gotin ji aliyê ENKS'iyan ve tê kirin. Îhtîmal heye ku ev partî wekî serbûxwe xwe nişan bide lê di bin de jî hin xebatên dijber jî bike. 
 
MA / Erdogan Altan 
 

Sernavên din

02/01/2018
13:51 Dadgehê 18 meh ceza li Tugluk birî
13:34 Serbijîşkiyê der barê sosreta HIVê de daxuyanî da
13:29 Her êrîşa rejîmê zêde dibe çalakiyên xwepêşandanan jî mezin dibe
13:06 Tirkiye di êrîşa Efrînê de dê bi tenê bimîne
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevditinê daxwazname dan dozgeriyê
12:16 Parêzerê Yurdakul ê li girtîgehê hat kuştin: Bi taybet kawîşa C3 hatiye avakirin
11:54 'Pergala zilam jinên serkeftî bi taloke dibîne'
11:25 Şanoya Bajêr a Amedê vê mehê bi bernameyek têr û tije tê
11:18 Bêcezahiştin bi KHK’ê fermî kirin
11:11 Jêrzemînên Cizîrê: Agahiyên di dosyeya lêpirsînê de guman zêde kirin
11:00 Serhildana li Îranê didome: 5 kes hatin kuştin
10:34 Xwezaya Bestayê talan dikin
10:17 Dayika Pakîze Nayir a hat kuştin têkoşîna keça xwe didomîne
10:08 'Yek tîp bi berxwedanê têk diçe'
09:26 Kenes: Pêkanîna cilên yek tîpî li kolanan tê şikandin
09:25 Qeyûm piştî erseyan dikanan jî difiroşe
09:23 Mexdûrên 12'ê îlonê: Divê li derve jî rêxistinê xurt bikin
09:22 Ji kesên li pêş cemaetê nimêja Înê kirine ceza tê xwestin
09:21 Navê Yilmaz Guney heye, lê eywana sînemayê tune ye
09:20 OHP: Em ê têkildarî Goristana Xerzanê serî li saziyên navnetewî bidin
09:19 Li vê dibistanê bêyî bedêl dersa futbolê tê dayîn
09:19 'Bila jin ji bo îdealên xwe bixebitin'
09:18 Kampa Terolarê ne demborî ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2018'AN
01/01/2018
16:02 Odeya Tabîban a Amedê têkildarî skandala HÎV'ê dest bi lepirsînê kir
15:44 Stranbêjê Koma Dengê Amarayê hat girtin
15:13 Îdianameya bi çêr amade kirin!
14:35 Di sala nû de dîsa mudaxaleyî Yukselê kirin û 3 kes binçav kirin
14:06 KJAR: Alîgirê azadiyê divê di agirê serhildanê de cih bigirin
13:15 Xelas bû û xelas nebû
12:28 Sêvê Demîr: Divê em rojekê jî dereng nemînin
11:58 Bila bibe sala bê OHAL û KHK!
10:45 Zarokek li Edene hat girtin
10:39 Hevserokê PYD'ê Hesen: Pergala Bakurê Sûriye çareseriya hemû Rojhilatê Navîn e
10:27 Di sala 2017'an de li Dêrsimê koçberî, şer û binpêkirinên mafan hebûn
10:10 Dozger ji dayikê pirsî: Te çima kurê xwe şand çiyê?
10:09 Karkerên heqê kêm distînin: Birçîbûn kirine qedera karkeran
09:50 ‘Divê ceryan ne ji bo karê ji bo xizmetê be’
09:33 Ekolojîst Barka: Pêdeviyên me bi fikrên Ocalan hene
09:30 Li Pale Hunerê 4 fîlm, şevbûherka helbestê
09:28 NÇM’ê îsal jî salnameya kurdî çap kir
09:27 Her meh 100 girtî nexweş dikevin
09:26 'Divê em yekitiya neteweyî bixin rojeva gel'
09:26 Berxedêrên 12'ê Îlonê: Divê ruhê berxwedanê bê mezinkirin
09:24 Şaredariyê jin ên sirgûn bûn niha kar nabînin
09:23 Dîroknas Hur: KHK'a dawî ji pêkanînên Naziyan xirabtir e
09:23 ‘KHK'a dawî dê şideta li dijî jinan zêde bike'
09:00 Dozger belgeyên 'Zarokên Baş' sûc dît
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2018'AN
31/12/2017
21:32 Çalakiyên li Îranê zêde dibin, rejîmê medyaya civakî rawestand
20:58 Rojnameger Aslan hat berdan
16:39 Arslan: Çareseriya li Tirkiye dawibûna tecrîda li ser Ocalan e
14:59 Rojnameger Aslan ê hat berdan li ser îtirazê hat binçavkirin
14:57 Rejîma Îranê li Banê kolberek kuşt
14:41 Kemalbay: Dibe ku sala 2018'an bibe sala aştî û azadiyê
14:31 TUMTÎS bertek nîşanî heqê kêm da: Milyon mahkûmî birçîbûnê kirin
14:22 ‘Em bi birçîbûnê terbiye nabin’
14:12 Dozger berdana Emîrê DAÎŞ'ê yê Amedê îtîraz kir
13:30 Tuncel: Li Kurdistanê yekîtî li Tirkiye têkoşînê pêş bixin
13:21 'Operasyon ne li gorî hiqûqê, li gorî pêdiviyan tên lidarxistin'
13:21 '11 leşker di êrîşa baregeha leşkarî ya TSK'ê de hatin kuştin
12:15 Kesek astengdar li Maltepê hat kuştin
12:03 Zilamê êrîşa zayendî kir, bûyer ji bîr kiriye!
11:04 Gelên Îranê şev li qadan derbas kir
10:47 Dîroka Sûrê li ser keviran dineqişîne
10:30 Girtiyên Kalkandereyê nayên dermankirin
10:29 Di 'OHAL’ê de şîdeta li hemberî jinan gihişt lûtkeyê
10:27 Serokê Baroya Edenê Kuçuk: Kadroyên ‘Yek darazê' ava dikin
09:57 Malbata zarokê ku polîs kuşt gilî kirin
09:44 30 mehan di yek hucreyê de li dijî cilên yek tîp têkoşiya
09:19 Jin pêşengiya vî gundî dikin
09:18 'Pirsgirêk di pergala ji rengê jinê dûr ketiye de ye'
09:14 Karker bi grevê dikevin sala nû
09:12 'Li girtîgehê binpêkirinên mafan gihaşt asta herî jor'
09:12 Qewimînên li Îranê: Xwepêşandanên herî cidî yên 15 salên dawî ne!
09:11 Qeyûm wêneyên Karapêtê Xaço û Aram Tîgran rakirin
09:10 Parastina bi zimanê dayikê wek ‘mafê bêdengiyê’ hat tomarkirin
09:09 Dîrokzan Aydin: KHK'a dawîn ji ya Geliyê Zîlan talûketir e
09:08 Hunermendên Kurd: Em ê di 2018’an de jî li ber xwe bidin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2017'AN
30/12/2017
17:25 Turkdogan: Windakirina di bin çavan de ji nûve dest pê kir
17:12 DAIŞ tarza çalakiyên xwe diguherîne
16:59 Xebatkarên TV10'ê: Malên me bi destê TMSF'ê pêşkêş dikin
16:58 ‘Bedel çi dibe bila bibe em ê aştî û demokrasiyê biparêz in’
15:52 Xwestin Şîmşek serbest bê berdan
15:32 Destê Hevseroka KESK’ê Gezen li pişt wê kelepçe kirin
15:20 'Bila sala 2018'an bibe sala dayik li windayan negerin'
15:10 Arslan: Çi dibe bila bibe dê dawî muhteşem be
15:02 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Amedê de girt
15:02 Rojnamegerê îranî Porgham: Serhildaneke li dijî rejîmê ye
14:51 Li Kolana Yukselê mudaxele: 6 çalakvan binçav kirin
14:39 Baroya Amedê: Rewşa girtiyên Xarpêtê metirsiyan zêde dikin
14:21 Azîz Yural li ser gora xwe hat bibîranîn
14:08 Dayikên Şemiyê: Cihê bêhêviyê tune ye
13:53 Rojava amadekariya Soçî dike
13:37 Nivîskarê sînemayê Gunerbuyuk: Em tiştekî bikin
13:36 Musa Pîroglu: Dewleta OHAL'ê tê avakirin
13:24 Serhildanên gel li Îranê didomin
13:19 Bi strana 'Cizîr' qedexeya li Cizîrê vegot
13:06 Welatiyekî din li Enqereyê bi maşîneya reş hat revandin