Rojava amadekariya Soçî dike 2017-12-30 13:53:04 NAVENDA NUÇEYAN - Her çend Tirkiye ji bo ku kurdên Rojava tev li civîna Soçî nebin astengiyan derxin jî, kurdên li Rojava û tevgera azadiyê amadekariyên civîna Sotçî dikin. Hat diyar kirin ku Tevgera Azadiyê lîsteya kesên tevlî Soçî bibin amade kiriye.  Tirkiye, bi armanca di qada siyasî de bêtir qezanc bike berê xwe da Rûsiya û li ser hesabên hêz û rikberên Sûriyê bazirganî kir.  Yê herî dawî jî "El Guta (Xota) El Şerqiye" ya li Şamê bû. Di rojên dawî de mijara El Guta ket rojeva krîza Sûriyê. Hat dîtin ku çewa Rûsya û Rejîm bajarê Helebê xistin bin dorpêçê û piştî hevdîtinên li Astanayê û bazirganiya Tirkiye û Rûsya, di dawiya dawî de Tirkiye komên mutefîkên xwe firotin û Heleb radestî Rejîma Sûriyê kir. Niha jî piştî salekê dixwazin heman tiştî li sere El Guta bikin. Tirkiye jî, ji bo rê li ber nevexwendina Tevgera Azadiyê ji bo Kongreya Sotşî bigire bi Rusiya re ketiye nava dan û standinê da ku lihevkirinek çêbike. Ji bo lihevkirinê di destê Tirkiyê de niha tenê komên Heyat Tahrîr El Şam ji herêma El Guta derxîne û derbasî Idlibê bêne kirin, maye.    KONGREYA SOÇΠ   Piştî Rûsiya bi daxuyaniyekê, hişyariyek an jî gefek li hêzên têkildar "Yên dûrxistina Beşar El Esed dixwazin, cihê wan di Kongreya Sotşî de nine" xwar, muxalefeta li Sûriyê şoq derbas kirin. Ji ber ku yan wê daxwaza Rûsiya bipejirînin û ji armanca xwe ya "Şoreşa Sûriyê" dûr bikevin an jî dê bikevin bin topbarana Rûsiya. Sedema vê daxuyaniyê ew bû ku di demên dawî de di nav muxalefeta Sûriyê de hin dengên dijber (kêm be jî) derketibûn. Di vê rewşî de pêwîste Tevgera Azadiyê sûd ji vê helwestî bigire û xeta xwe ya sêyemîn a di qada siyasî ya Sûriyê de xûrtir bide diyarkirin da ku dengên dijber ên di nava muxalefetê de ber aliyê xwe ve bikşîne.    TIRKIYE BANDORÊ LI SER ENKS'Ê DIKE   Ji ber ku ENKS ber bi Rojavayê Kurdistanê ve nêzîk dibin û xwe di hûndir de bi cih dikin jî xuya dibe ku ew ne bi biryara xwe tevdigerin û bandora Tirkiyeyê di demên dawî de li ser ENKS'ê xûrtir bûye. Lewma jî daxuyaniyên berpirsên dewleta tirk a çerçoveya çûyîna şandeyek kurdî ya Rûsyayê û beşdarbûna wê di Kongreya Sotşî re balkêş in. Jixwe Tirkiye ji berê zêdetir israr dike ku şandeyek kurdî di kongreya Sotşî de amade bibe, lê daxwaza wî ewe ku ENKS beşdar bibe da ku rê li pêşiya şandeya nûnerên Federaliya Bakûrê Sûriyê û Tevgera Azadiyê bigire û asteng bike.     Lê jixwe ji ber nakokî û gengeşiya di nava endam û rêveberên Partiya Yekitî û PDKS'ê û şerê desthiladariyê rola ENKS'ê di nava Koalisyona Muxalefeta Sûriyê de nemaye û neçare hêdî hêdî xwe ji koalisyonê cuda bike û dûr bixe. ENKS ku di hûndir de tije nakokî û alîgirên wî pê ne bawerin, lê derve xwe dixwaze xwe xûrt bide nîşandan. Ji ber vê yekî jî ENKS xwest di civîna xwe ya di Çargoşeya Ewlekariyê ya li bajarê Qamişlo de peyamekî bide derdorê ku ew di hûndirê Rojava de bi hêz in û dikarin li heremên di bin serweriya rejîma Sûriyê de bi civin û li pêşiya raya giştî bidin nîşan ku ew nûnerê gelê kurd û hêza rewa ya di Rojava de  ew in.     PARTIYA KARKER Û REWŞENBIRÊN KURD A LI SÛRIYE   Di 1'ê Mijdarê de li Almanya Partiya Karker û Rewşenbîrên Kurd Li Sûriyê hat avakirin. Ev partî dixwaze navendeke xwe li bajarê Qamişlo jî veke û dixwaze di bin sîwana Rêveberiya Xweser de cih bigire. Tê gotin ku hejmara wan derdora 155 kesî ne û di nava vê partiye de gelek endam û berpirsên bere ya Partiya Yekitî ya ku serokê wî Îbrahîm Biro dikir jî hene û piraniya wan li welatên Ewropa ne.    Ji Amûdê, Dêrik, Serêkaniyê û Efrîn jî di nav de hene û ji van 60 kes li Rojava ne. Berpirsê partiye Nîhat Berazî ye. Hejmarek mezin ji endamên vê partiyi ji malbata Barzanî ne. Tê gotin ku gelek ji endamê vê patiye girêdayê ENKS'ê ne û ji Tevgera Azadiyê aciz in.  Li gor tê gotin ku wekî armanc ev partî dixwaze din ava refên kurdî de îtîfaqekê ava bike, lê ev gotin ji aliyê ENKS'iyan ve tê kirin. Îhtîmal heye ku ev partî wekî serbûxwe xwe nişan bide lê di bin de jî hin xebatên dijber jî bike.    MA / Erdogan Altan