2017 bû sala polîs bi maşîneyên zirxî mirovan bikujin

  • rojane
  • 12:10 30 Kanûn 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di 2017'an de welatiyên ji aliyê polîs û leşkeran ve 34 bûyerên kuştinê yên bi maşîneyên zirxî pêk hatin. Herî dawî polîsan di 17'ê Kanûnê de li Hezexê zarokê 4 salî Umut O li Hezexê birîndar kir û di 29'ê Kanûnê de jî li Amedê zarokê 5 salî Ferhat Dalkiliç kuştin. 

Di 2017’an de herî zêde kuştinên welatiyan sivîl ên polîsan bi maşîneyên zixrî kuştin derketin pêş. Gelek welalatî jî bi guleyên polîsan hatin kuştin. Di salekêde polîsan bi maşîneyên zirxî 6 jê zarok 22 welatî kuştin û wekî qeza nîşan dan. Polîsan di bûyeran de 21 welatî bi maşîneyên zirxî birîndar kirin.  Di serdegirtina malan û gulebaranê de jî polîsan 11 welatî kuştin û welatiyek jî birîndar kirin. 
 
Di sala 2017’an de bûyerên ku ji aliyê polîsan ve pêk hatin wiha ne: 
 
* Di 9’ê Sibata 2017’an de li Kerborana Mêrdînê xwendekara dibistana seretayî Berfîn Dîlek a 7 salî dema ji dibistanê diçû malê, polîsan bi wesayîta zirxî lê xist û ew kuşt. 
 
* Di 15’ê Sibata 2017’an de li Taxa Şabaniye ya Artemêtana Wanê polisan bi wesayîta zirxî li mînîbusa rêwiyan qeliband. Di mînîbusê de 7 kes birîndar bûn. 
 
* Di 16’ê Sibata 2017’an de li Esenyûrta Stenbolê xwendekarê lîseyê Omer Bariş Topkara (16) ê ji berî îdiaya diziye hatibû binçavkirin, di venêrîna tenduristiyê de kifş bû ku guleya ji serî wî derketiye ya polîsekî ye. 11 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li polîsê ku Topkara kuşt hat birin. 
 
* Di 4’ê Adara 2017’an de li noqteya venêrînê ya li ser riya Sêrt-Êlihê polîsan bi wesayîta zirxî Kerem Arslan (34) eciqand û kuştin. 
 
* Di 20’ê Adara 2017’an de maşineya zirxî ya li maşineya sivîl a ji navçeya Hezexê diçû Cizîrê qeliband. Di bûyerê de Okan Înce, Bahadir Beyazlioglû û kesekî navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Di 21’ê Adara 2017’an de xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ku ji bo pîrozbahiya Newrozê ji Meletiyê hat Amedê, ji aliyê polîsan ve hat kuştin. 
 
* Di 29’ê Adara 2017’an de li semta Ofîsê ya Amedê polîsan bi wesayîta zirxî li mînîbusa rêwiyan a li rawestgehê qeliband û 4 kes birîndar kirin. 
 
* Di 14’ê Nîsana 2017’an de li Sûltangaziya Stenbolê bi hinceta “guh nedaye hişyariya raweste” polîsan wesayîtek gulebaran kir. Di gulebaranê de ji 3 kesên di wesayîtê de Oguzhan Erkul (17) û Bariş Kerem (18) jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Di 18’ê Nîsana 2017’an de li navenda Wanê polîsan bi maşînaya zirxî li du kesan qeliband. Ji van kesan Abdûlvahap Taş bi giranî birîndar bû. 
 
* Di 27’ê Nîsana 2017’an de li Kolana Gevran a Amedê polîsan bi wesayîta zirxî li Hatûn Elhuman a 55 salî qeliband û kuşt. 
 
* Di 28’ê Nîsana 2017’an de li Wanê wesayîta zirxî ya polîsan li du kesan qeliband. Ji van kesan Samî Ûçan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 4’ê Gulana 2017’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê polîsan bi wesayîta zirxî li malekê qeliband û di malê de zarokên birayên hev Muhammed û Fûrkan Yildirim ên di xew de kuştin.
 
* Di 21’ê Gulana 2017’an de li navçeya navendî Yildirim a Bûrsayê di navbera polîsên li herêmê venêhartin dikirin û Mert Akarê 19 salî bi guleya polîsan hat kuştin.  
 
* Di 9’ê Hezîrana 2017’an de li ser Kolana Midyadê ya Nisêbîna Mêrdînê wesayîta zirxî ya polîsan li motorsikletekê qeliband. Di bûyerç de zarokê bi navê M.S.B. (17) bi giranî birîndar bû. 
 
* Di 14’ê Hezîrana 2017’an de li navçeya Liceyê ya Amedê wesayîta zirxî ya polîsan li Pakîze Hazar a 85 salî qeliband û Hazar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 19’ê Hezîrana 2017’an de li ser riya Çewlig-Amedê wesayîta zirxî ya polîsan li mînîbuseke rêwiyan qeliband. Di bûyerê de ajokarê mînîbusê Remzî Menteşe û zarokekî 8-10 salî yê navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 20’ê Hezîrana 2017’an de li navçeya Bêşebab a Şirnexê wesayîta zirxî li wesayîteke ku ji hember dihat qeiliband û di bûyerê de 3 welatî birîndar bûn. 
 
* Di 20’ê Hezîrana 2017’an de li Deşta Fîsê ya Liceya Amedê wesayîta zirxî li wesayîteke sivîl qeliband û di bûyerê de 5 welatî jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Di 25’ê Hezîrana 2017’an de li Taxa Selîmbey a navçeya navendî ya Riya Armûşê ya Wanê Bîrol Ozkesîcî û kesekî ku navê wî nehat hînbûn ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Şahidên bûyerê dest nîşan kiribû ku tu pevçûn rû nedane. 
 
* Di 17’ê Tîrmeha 2017’an de li Taxa Gungor a Gevera Colemêrgê polîsan avêt ser mala kesê bi navê Necmettîn Fendîk û ew kuştin. 
 
* Di 21’ê Tîrmeha 2017’an de li gundê Hanê yê Dersimê ajokarê mînîbusa ku hat gulebarankirin Ercan Guneş jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 1’ê Tebaxa 2017’an de li Okmeydaniya Stenbolê wesayîta zirxî li zarokê kobaniyî Raşîd Oso qeliband. Oso jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 30’yê Îlona 2017’an de li Taxa Yeşîlova ya Erdîşa Wanê ajokarê texsiyê Zafer Ceyhan ji aliyê polîsan ve hat kuştin. 
 
* Di 10’ê Cotmeha 2017’an de welatiyên bi navê Çetîn Başer û Kerîmhan Verender bûn hedefa guleyên Qereqola Dûrakê ya li ser riya Gever-Şemzînanê ye. Di gulebaranê de Başer jiyana xwe ji dest da û Verender jî bi giranî birîndar bû. 
 
* Di 19’ê Cotmeha 2017’an de li Taxa Çalê ya Sêrtê wesayîta zirxî li Felek Batûr (6) qeliband û Batûr jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 19’ê Cotmeha 2017’an de li navçeya Xîzan a Bedlîsê wesayîta zirxî li Gultena Yaraşliya 55 salî qeliband. Yaraşli jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 5’ê Mijdara 2017’an de li ser riya Êlih-Bismilê wesayîta zirxî li wesayîteke sivîl qeliband. Di bûyerê de 3 jê leşker 5 kes birîndar bûn. 
 
* Di 5’ê Mijdara 2017’an de li Taxa Korik a Êlihê leşkerekî ku dema bi wesayîta xwe ya taybet ajotina wesayîtê hînî hevalekî xwe dikir,  li Bûrak Îlhanê 5 salî yê li kuçeyê dilîst qeliband. Îlhan jiyana xwe ji dest da. 
 
*Di 19’ê Mijdara 2017’an li Taxa Saraya Kerborana Mêrdînê wesayîta zirxî li Fatma Nûre Dûrsûn qeliband. Dûrsûn birîndar bû. 
 
* Di 22’yê Mijdara 2017’an de li nêzî Pira Deştê ya Cizîra Şirnexê wesayîta zirxî li Rûken Cansiri ya 8 salî ya dilîst qeliband. Cansiri birîndar bû.
 
* Di 24’ê Mijdara 2017’an de li gundê Hucetî yê Çinara Amedê leşkeran avêt ser malekê û li malê Cebraîl Karçi kuştin. 
 
* Di 17 Kanûna 2017'an de polîsan li taxa jêrîn a Hezexê ya Şirnexê bi wesaya sivîl li zarokê 4 salî Umut O. qeliband û ew bi giranî birîndar kir. Umut ji Hezexê sewqî nexweşxaneyek taybet a Êlihê hat kirin û li vir tê dermankirin. 
 
* Di 19'ê kanûna 2017'an de polîsan bi maşîneyê li ser rêya Zanîngeha Dîcleyê û Xaçeriya Seyrantepeyê li zarokekî 5 salî Ferhat Dalkiliç qeliband. Dalkiliç li nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da. 
 

Sernavên din

30/12/2017
12:49 ‘Xwezaya Geliyê Ava Spî talan dikin lê rayedar bêdeng in’
12:29 Meclisê pirsên dê cînayeta Tahîr Elçî ronî bikirana îade kir
12:17 Kîşînê ji sedî 77 astengdar serbest berdin
12:10 2017 bû sala polîs bi maşîneyên zirxî mirovan bikujin
11:37 Saleke tarî bi ser Tirkiyeyê de girt: Hêvî agirê Newrozê ye
11:35 Li Edeneyê 3 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin
11:21 Fatîh Polat: Li gel zextan jî rojnamegeran sekna xwe nîşan da
09:10 Ji ber çalakiyên ji bo Cizîrê der barê 18 parêzeran de lêpirsîn hat vekirin
09:09 Erdogmûş: Wê yekîtî li Rojhilata Navîn bibe munasebeta aştiyê
09:09 Saçilik: Divê Komîsyona OHAL'ê biryara der barê Gulmen û Ozkaça bide
09:08 Kav: Jinan di 2017’an de bi berxwedanê bersiv da êrîşan
09:07 'AKP li şûna dersê derxe dubare dike'
09:06 Xwendekarên zanîngehan ji OHAL'ê bêzar in
09:06 Qedexekirina zozanan sewalvanî qedand
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2017'AN
29/12/2017
20:37 Polîsan bi maşinê zarokekî din kuşt
17:22 Gelê Kirmanşanê li dijî rejîma Îranê daket kolanan
16:27 20 meh cazayê rojnameger Sayilgan hat êrêkirin
16:19 Serlêdana malbatan hat redkirin
16:09 Dayikên Şemiyê dê sibê findan pê bixin
15:55 ‘Vînek siyasî ya hêzdar dikare kuştina Elçî çareser bike’
15:28 Encu: Dixwazin ser komkujiya Roboskî binixûmînin
15:11 Hilweşandina avahiyên Kirklar Daxiyê dest pê kir
14:52 Murat Saat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
14:43 Hevşaredarê Şaxê hat berdan
14:16 'AKP bi KHK’yan lîncê diparêz e’
13:59 Hevseroka HDP’ê ya Pîranê hat girtin
13:13 Rojnamegerên jin rapora 2017'an aşkere kir: Em ê her tim şopdarê heqîqetê bin
12:46 3 kes hatin berdan 11 kes man piştî salê
11:27 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Li polisê pîra 76 kuşt tenê 20 meh ceza birîn
11:07 Sebahat Tuncel: Em ê li dijî hişmendiya yek tîpî serî hildin
11:06 Hevseroka DBP’a Agiriyê Naîle Barîş hat girtin
11:05 ‘Li dijî yek tîpî dê berxwedanek mezintir derbikeve holê’
11:00 Hevserokê DBP'ê Arslan: Erdogan dê 2019'an nebîne
10:37 Yuksel Baran tahliye bû
10:32 Ertugrul Mavîoglu: Cilên yek tîp îşkenceyê tîne bîra min
10:22 Tan: Qirkirina li ser çand û zimanê kurdî di 2017'an de kûrtir bû
09:24 Girtiyê nexweş 24 meh in li benda îdîanemeyê ye
09:23 Dozger ji bo polisên diz hewcetî bi lêpirsînê nedît
09:20 Işik: Ji bilî yekîtiyê riyeke kurdan tune ye
09:08 Qeyûmê Sûrê dê di 10 rojan de avahyên Kirklar Daxî xera bike
09:07 Dayikên Şemiyê yên Cizîrê 105 hefte ne nikarin kom bibin
09:06 Koordînasyona Kedê: Armanc xurtkirina çalakiyên karkeran e
09:05 Prof. Dr. Turmen: Em dê îktîdarê bêzar bikin
09:04 Dozger bêyî lêpirsînê hewce bi şopandina dosyayê nedît
09:04 Serpêhatiyên dayika ji komkujiya Zîlan rizgar bû kir kilam
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2017'AN
28/12/2017
17:27 Ji Roboskiyê bang kirin: Ji ber bêedaletiyê qirçînî ji asîmanê me tê
16:52 Serlêdana parêzeran cara 717'emîn hat redkirin
15:49 Cenazeyê Murat Saat dê li Semsûnê defin bikin
15:32 Pirtûka Tom Sawyer û Peter Pan nedan girtiyan
15:28 Komkujiya Roboskî 6 sal li pey xwe hişt: Roboskî bar û êşa herî giran e
15:16 Ji ber gotina 'Nazli Çelîk ê li Geverê ji bo şovê malên gel bi bombeyê teqand' doz vekirin
14:58 HDP’a Mêrdînê starta konferansê da
14:31 Welatî destûrê nadin malên wan bên rûxandin
14:30 Dozgerê doza Serêkaniyê dîsa guherî
14:10 Komelya 78’an: Armanca ‘Cilên yek tîp’ girtiyên kurd in
13:57 Endamên KESK’ê: Emê bi hevre keda xwe paşve bistînin
13:49 Der barê polîsê li zarokan xist de lêpirsîn dan destpêkirin
13:44 HDP: 100 sal jî derbas bibe em ê Roboskî ji bîr nekin
13:40 Girtiyê nexweş ê bi rîngê birin nexweşxaneyê mir
13:26 Li Rezanê çi diqewime?
13:09 ‘Berbang’a Erebê Şemo ji nû ve hat çapkirin
12:59 Roboskiyan reş girêda
12:41 Sînemager: Sinema nayê darizandin
12:28 Girtiyê nexweş li şûna ambulansê, bi rîngê birin nexweşxaneyê!
12:28 Rojnamegerê nelirêtiya şarêder nivîsand rastî gefa mirinê hat
12:17 Parezerên Ocalan cara 717'emîn xwestin biçin Îmraliyê
11:49 Umutê 4 salî sewqî nexweşxaneyek din kirin
11:45 Hebîb: Em ne wekî kesayetî û kom, wekî rêveberî dixwazin tev li civîna li Soçiyê bibin
11:40 33 kes bi îdîaya 'propagandayê' hatin binçavkirin
11:30 Piştevaniyê Hezar û 348 xanî ava kir
11:18 Nivîskar Orhan: Tirkiye li dijî Sûriye gelek caran winda kir
11:09 Tuncel: Komkujiyên neyên ronîkirin dê yên nû bîne
11:08 Karkera taşeron: Dê ezmûnan li gorî kê û çi çêkin?
11:06 Saziya tenduristiyê 2 rapor cuda dan û Ozkan terkî mirinê kir
10:37 Di salekê de 99 caran red: Her kêliya tecrîdê xetereyê zêde dike
09:20 Muxbîran nav da, çapemeniyê ew kir 'bombevan', lê emniyet li 'bombeyê' nepirsî
09:15 'Berpirsiyarên komkujiyan çawa duh dihatin parastin, îro jî tên parastin'
09:14 Dema fanîleyê kurê xwe bêhn dike bêhna wê dertê
09:14 Peyama Ferhat Encu ya ji bo Roboskiyê: Ya dikeve ser milê me mezinkirina hêviyê ye
09:13 Li gor dadgehê kurd ne nîjadeke cuda ne!
09:12 ‘Kuştina Araç ê hat îdiakirin ‘întihar kiriye’ nîşaneya qewimînên nû ye’
09:11 Dîroka cilên yek tîp heta koletiya serdema ewil diçe
09:10 'Bermayiyên nukleerî yên li Gazîemîrê nayên tunekirin, tên firotin’
09:09 Pêlavên kevn li Ewropayê hobî, li Tirkiyeyê pêdivî ye
09:08 33 meh in agahiyê ji kurê xwe yê girtî nagire
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2017'AN
27/12/2017
17:44 Uca ji meclîsê xwest Geliyê Dîcle bê parastin
17:10 Elîaçik: Tenê yek derb emrê desthilatdariyê maye
17:05 Nivîskar Beşîkçî hat berdan
17:01 Dozger berdana rojnameger Taşkin îtîraz kir
16:57 Parlamentera HDP'ê Yildirim nehat berdan
16:25 Qaymeqaymê Qilebanê xwest tezmînatê bide malbatên Roboskê
16:19 HDP: Meclîsa rastênhev li ser kar e
15:32 KESK’iyan bertek nîşanî KHK’ê dan: Em serî natewînin
15:30 ATK’a Stenbolê: Cenazeyên Bedlîsê li vir in
15:17 Çalakiya Kolana Yukselê di roja 414’an berdewam kir: 4 binçav kirin
15:03 Rêxistinên sivîl ên Amedê: KHK’yan betal bikin