2017 bû sala polîs bi maşîneyên zirxî mirovan bikujin 2017-12-30 12:10:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Di 2017'an de welatiyên ji aliyê polîs û leşkeran ve 34 bûyerên kuştinê yên bi maşîneyên zirxî pêk hatin. Herî dawî polîsan di 17'ê Kanûnê de li Hezexê zarokê 4 salî Umut O li Hezexê birîndar kir û di 29'ê Kanûnê de jî li Amedê zarokê 5 salî Ferhat Dalkiliç kuştin.  Di 2017’an de herî zêde kuştinên welatiyan sivîl ên polîsan bi maşîneyên zixrî kuştin derketin pêş. Gelek welalatî jî bi guleyên polîsan hatin kuştin. Di salekêde polîsan bi maşîneyên zirxî 6 jê zarok 22 welatî kuştin û wekî qeza nîşan dan. Polîsan di bûyeran de 21 welatî bi maşîneyên zirxî birîndar kirin.  Di serdegirtina malan û gulebaranê de jî polîsan 11 welatî kuştin û welatiyek jî birîndar kirin.    Di sala 2017’an de bûyerên ku ji aliyê polîsan ve pêk hatin wiha ne:    * Di 9’ê Sibata 2017’an de li Kerborana Mêrdînê xwendekara dibistana seretayî Berfîn Dîlek a 7 salî dema ji dibistanê diçû malê, polîsan bi wesayîta zirxî lê xist û ew kuşt.    * Di 15’ê Sibata 2017’an de li Taxa Şabaniye ya Artemêtana Wanê polisan bi wesayîta zirxî li mînîbusa rêwiyan qeliband. Di mînîbusê de 7 kes birîndar bûn.    * Di 16’ê Sibata 2017’an de li Esenyûrta Stenbolê xwendekarê lîseyê Omer Bariş Topkara (16) ê ji berî îdiaya diziye hatibû binçavkirin, di venêrîna tenduristiyê de kifş bû ku guleya ji serî wî derketiye ya polîsekî ye. 11 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li polîsê ku Topkara kuşt hat birin.    * Di 4’ê Adara 2017’an de li noqteya venêrînê ya li ser riya Sêrt-Êlihê polîsan bi wesayîta zirxî Kerem Arslan (34) eciqand û kuştin.    * Di 20’ê Adara 2017’an de maşineya zirxî ya li maşineya sivîl a ji navçeya Hezexê diçû Cizîrê qeliband. Di bûyerê de Okan Înce, Bahadir Beyazlioglû û kesekî navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan.    * Di 21’ê Adara 2017’an de xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ku ji bo pîrozbahiya Newrozê ji Meletiyê hat Amedê, ji aliyê polîsan ve hat kuştin.    * Di 29’ê Adara 2017’an de li semta Ofîsê ya Amedê polîsan bi wesayîta zirxî li mînîbusa rêwiyan a li rawestgehê qeliband û 4 kes birîndar kirin.    * Di 14’ê Nîsana 2017’an de li Sûltangaziya Stenbolê bi hinceta “guh nedaye hişyariya raweste” polîsan wesayîtek gulebaran kir. Di gulebaranê de ji 3 kesên di wesayîtê de Oguzhan Erkul (17) û Bariş Kerem (18) jiyana xwe ji dest dan.    * Di 18’ê Nîsana 2017’an de li navenda Wanê polîsan bi maşînaya zirxî li du kesan qeliband. Ji van kesan Abdûlvahap Taş bi giranî birîndar bû.    * Di 27’ê Nîsana 2017’an de li Kolana Gevran a Amedê polîsan bi wesayîta zirxî li Hatûn Elhuman a 55 salî qeliband û kuşt.    * Di 28’ê Nîsana 2017’an de li Wanê wesayîta zirxî ya polîsan li du kesan qeliband. Ji van kesan Samî Ûçan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    * Di 4’ê Gulana 2017’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê polîsan bi wesayîta zirxî li malekê qeliband û di malê de zarokên birayên hev Muhammed û Fûrkan Yildirim ên di xew de kuştin.   * Di 21’ê Gulana 2017’an de li navçeya navendî Yildirim a Bûrsayê di navbera polîsên li herêmê venêhartin dikirin û Mert Akarê 19 salî bi guleya polîsan hat kuştin.     * Di 9’ê Hezîrana 2017’an de li ser Kolana Midyadê ya Nisêbîna Mêrdînê wesayîta zirxî ya polîsan li motorsikletekê qeliband. Di bûyerç de zarokê bi navê M.S.B. (17) bi giranî birîndar bû.    * Di 14’ê Hezîrana 2017’an de li navçeya Liceyê ya Amedê wesayîta zirxî ya polîsan li Pakîze Hazar a 85 salî qeliband û Hazar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.    * Di 19’ê Hezîrana 2017’an de li ser riya Çewlig-Amedê wesayîta zirxî ya polîsan li mînîbuseke rêwiyan qeliband. Di bûyerê de ajokarê mînîbusê Remzî Menteşe û zarokekî 8-10 salî yê navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da.    * Di 20’ê Hezîrana 2017’an de li navçeya Bêşebab a Şirnexê wesayîta zirxî li wesayîteke ku ji hember dihat qeiliband û di bûyerê de 3 welatî birîndar bûn.    * Di 20’ê Hezîrana 2017’an de li Deşta Fîsê ya Liceya Amedê wesayîta zirxî li wesayîteke sivîl qeliband û di bûyerê de 5 welatî jiyana xwe ji dest dan.    * Di 25’ê Hezîrana 2017’an de li Taxa Selîmbey a navçeya navendî ya Riya Armûşê ya Wanê Bîrol Ozkesîcî û kesekî ku navê wî nehat hînbûn ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Şahidên bûyerê dest nîşan kiribû ku tu pevçûn rû nedane.    * Di 17’ê Tîrmeha 2017’an de li Taxa Gungor a Gevera Colemêrgê polîsan avêt ser mala kesê bi navê Necmettîn Fendîk û ew kuştin.    * Di 21’ê Tîrmeha 2017’an de li gundê Hanê yê Dersimê ajokarê mînîbusa ku hat gulebarankirin Ercan Guneş jiyana xwe ji dest da.    * Di 1’ê Tebaxa 2017’an de li Okmeydaniya Stenbolê wesayîta zirxî li zarokê kobaniyî Raşîd Oso qeliband. Oso jiyana xwe ji dest da.    * Di 30’yê Îlona 2017’an de li Taxa Yeşîlova ya Erdîşa Wanê ajokarê texsiyê Zafer Ceyhan ji aliyê polîsan ve hat kuştin.    * Di 10’ê Cotmeha 2017’an de welatiyên bi navê Çetîn Başer û Kerîmhan Verender bûn hedefa guleyên Qereqola Dûrakê ya li ser riya Gever-Şemzînanê ye. Di gulebaranê de Başer jiyana xwe ji dest da û Verender jî bi giranî birîndar bû.    * Di 19’ê Cotmeha 2017’an de li Taxa Çalê ya Sêrtê wesayîta zirxî li Felek Batûr (6) qeliband û Batûr jiyana xwe ji dest da.    * Di 19’ê Cotmeha 2017’an de li navçeya Xîzan a Bedlîsê wesayîta zirxî li Gultena Yaraşliya 55 salî qeliband. Yaraşli jiyana xwe ji dest da.    * Di 5’ê Mijdara 2017’an de li ser riya Êlih-Bismilê wesayîta zirxî li wesayîteke sivîl qeliband. Di bûyerê de 3 jê leşker 5 kes birîndar bûn.    * Di 5’ê Mijdara 2017’an de li Taxa Korik a Êlihê leşkerekî ku dema bi wesayîta xwe ya taybet ajotina wesayîtê hînî hevalekî xwe dikir,  li Bûrak Îlhanê 5 salî yê li kuçeyê dilîst qeliband. Îlhan jiyana xwe ji dest da.    *Di 19’ê Mijdara 2017’an li Taxa Saraya Kerborana Mêrdînê wesayîta zirxî li Fatma Nûre Dûrsûn qeliband. Dûrsûn birîndar bû.    * Di 22’yê Mijdara 2017’an de li nêzî Pira Deştê ya Cizîra Şirnexê wesayîta zirxî li Rûken Cansiri ya 8 salî ya dilîst qeliband. Cansiri birîndar bû.   * Di 24’ê Mijdara 2017’an de li gundê Hucetî yê Çinara Amedê leşkeran avêt ser malekê û li malê Cebraîl Karçi kuştin.    * Di 17 Kanûna 2017'an de polîsan li taxa jêrîn a Hezexê ya Şirnexê bi wesaya sivîl li zarokê 4 salî Umut O. qeliband û ew bi giranî birîndar kir. Umut ji Hezexê sewqî nexweşxaneyek taybet a Êlihê hat kirin û li vir tê dermankirin.    * Di 19'ê kanûna 2017'an de polîsan bi maşîneyê li ser rêya Zanîngeha Dîcleyê û Xaçeriya Seyrantepeyê li zarokekî 5 salî Ferhat Dalkiliç qeliband. Dalkiliç li nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da.