Xwendekarên zanîngehan ji OHAL'ê bêzar in

  • rojane
  • 09:06 30 Kanûn 2017
  • |
img

DÎLOK –Xwendekarên zanîngehan ji pêşerojê bêhêvî ne, diyar kirin ku ciwan ji Rewşa Awarte nerihet in û wiha gotin: “Li kampusê jî em û hevalên xwe nikarin bi hevdu re rûnên.”

Xwendekarên zanîngeha Dîlokê ji pêşerojê bêhêvî ne. Xwendekarên ku bi ked û kedek mezin çûn zanîngehan, bi fikarin ku piştî qedand betal bimînin. Xwendekarê Beşa Endezyariya Makîneyan ê Zanîngeha Dîlokê Cengîz Bolukbaş destnîşan kir ku nêvengeke ku ciwan bi awayekî azad dengê xwe derxînin tune ye û wiha got: “Dewlet tenê ne yên ciwanan, hemû maf û daxwazên karkeran, jinan û derdorên din ên civakê marjînalîze û terorîze dike. Dema derdorek di çarçoveyek demokratîk de tiştekî dike îktîdar ya wê bi PKK’ê yan bi FETO an jî bi DHKPC’ê etîket dike. Ji bo ev derdor daxwazên xwe bi cih neyînin û îktîdar neleqe, her tiştî dike. Jin li hemberî tecawizan dadikevin kuçeyan. Xwendekar ji bo daxwazên xwe yên yûrdê, perwerdehiyê dadikevin kuçeyan. Ev daxwaz nayê wateya ku mirov girêdayî rêxistinekê ne. Lê belê hikûmet bi tirsa ku dê saltanata wê bilqe zimanekî wisa bi kar tîne.” 
 
‘CIWAN JI REWŞA AWARTE NERIHET IN’
 
Bolukbaş, bi lêv kir ku di şert û mercên niha de wê tu xeyalên wî pêk neyên û bi milyonan ciwan nikarin ji bo pêşrojê planekê bikin. Bolukbaş destnîşan kir ku ew ciwan ji Rewşa Awarte zaf nerihet in. 
 
Xwendekara Beşa Hemşîretiyê ya Zanîngeha Dîlokê Zelal Arar jî anî ziman ku îktîdar bi polîtîkayeke çewssîner bi ser xwendekaran de diçe û ew nikarin êdî li kampusê bi hevalên xwe re jî rûnên. Arar got ku dema ew çend heval tên cem hev, ewlekarên taybet li dor wan diçin û tên û wiha got: “Li kampusê ewlekarên taybet, li derve jî polis li derdora me ne. Dema nîqaş dest pê dikin jî xwendekar ditirsin û bi paş ve direvin. Ev tirs ji ber polîtîkayên dewletê ye.” Arar destnîşan kir ku der barê pêşerojê de tu bendewariyeke wê tune ye û dema sibê ew dibistanê biqedînin nizanin dê çi bikin. Arar bi lêv kir ku berê KPSS hebû, lê belê niha jî lêpirsînên ewlehiyê û mulakat jî anîne û ev tişt gotin: “Gelek hevalên me KPSS qezenc kirin, lê belê di lêpirsîna ewlehiyê de hatin seridandin. Tiştên wisa ciwanên zanîngehan bêtir ber bi bêhêvîtiyê ve dibin.” 
 
'ÊDÎ EM NEWÊRIN DI KUÇEYAN DE JÎ BIMEŞIN’ 
 
Xwendekara Beşa Hemşîretiyê ya Zanîngeha Dîlokê Summeye Yeşîl jî anî ziman ku piraniya xwendekaran bi çewisandinan tên tepisandin û ji ber vê ew nikarin li hemberî pirsgirêkên li zanîngehan xwe didin der tev bigerin. Yeşîl destnîşan kir ku ev yek ji ber çewisandinên dewletê ne û ev tişt gotin: “Daxwaziyên me yên herî biçûk ên rewa jî ji dêvla ku rektorî wan bi cih bîne, bi gefan bersivê dide. Ez beşa hemşîretiyê dixwînim, lê belê bawer nakim ku dema ez dibistanê biqedînim wek hemşîre karibim li cihekî bixebitim. Bi navê mulakatê tiştek derxistine. Li wir ne keda salan, lê dinerin kar nimêjê dike yan na. Di nêvengeke wisa de baweriya kê bi pêşerojê heye? Niha dema tarî dikeve erdê em newêrin di kuçeyan de bimeşin. Çimkî em her roj nûçeyên taciz û tecawuzê dixwînin. Ya herî êşbar jî ji dêvla ku tecawuzkar bên cezakirin tên berdan. Bi nav jiyana civakiyî tiştek ji jinê re nehiştine. Îro mirov gera jinê ya êvarî rexne dikin. Mêr digere çima jin negere? Civak û îktîdar di taciz û tecawuzê de ji ber bi şev geriyaye sûc dixe stuyê jinê. Tiştekî wisa eletewş nabe. Îktîdar bîrbiriya ‘jin nikare bike’ empozeyî civakê dike.” 

Sernavên din

30/12/2017
12:49 ‘Xwezaya Geliyê Ava Spî talan dikin lê rayedar bêdeng in’
12:29 Meclisê pirsên dê cînayeta Tahîr Elçî ronî bikirana îade kir
12:17 Kîşînê ji sedî 77 astengdar serbest berdin
12:10 2017 bû sala polîs bi maşîneyên zirxî mirovan bikujin
11:37 Saleke tarî bi ser Tirkiyeyê de girt: Hêvî agirê Newrozê ye
11:35 Li Edeneyê 3 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin
11:21 Fatîh Polat: Li gel zextan jî rojnamegeran sekna xwe nîşan da
09:10 Ji ber çalakiyên ji bo Cizîrê der barê 18 parêzeran de lêpirsîn hat vekirin
09:09 Erdogmûş: Wê yekîtî li Rojhilata Navîn bibe munasebeta aştiyê
09:09 Saçilik: Divê Komîsyona OHAL'ê biryara der barê Gulmen û Ozkaça bide
09:08 Kav: Jinan di 2017’an de bi berxwedanê bersiv da êrîşan
09:07 'AKP li şûna dersê derxe dubare dike'
09:06 Xwendekarên zanîngehan ji OHAL'ê bêzar in
09:06 Qedexekirina zozanan sewalvanî qedand
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2017'AN
29/12/2017
20:37 Polîsan bi maşinê zarokekî din kuşt
17:22 Gelê Kirmanşanê li dijî rejîma Îranê daket kolanan
16:27 20 meh cazayê rojnameger Sayilgan hat êrêkirin
16:19 Serlêdana malbatan hat redkirin
16:09 Dayikên Şemiyê dê sibê findan pê bixin
15:55 ‘Vînek siyasî ya hêzdar dikare kuştina Elçî çareser bike’
15:28 Encu: Dixwazin ser komkujiya Roboskî binixûmînin
15:11 Hilweşandina avahiyên Kirklar Daxiyê dest pê kir
14:52 Murat Saat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
14:43 Hevşaredarê Şaxê hat berdan
14:16 'AKP bi KHK’yan lîncê diparêz e’
13:59 Hevseroka HDP’ê ya Pîranê hat girtin
13:13 Rojnamegerên jin rapora 2017'an aşkere kir: Em ê her tim şopdarê heqîqetê bin
12:46 3 kes hatin berdan 11 kes man piştî salê
11:27 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Li polisê pîra 76 kuşt tenê 20 meh ceza birîn
11:07 Sebahat Tuncel: Em ê li dijî hişmendiya yek tîpî serî hildin
11:06 Hevseroka DBP’a Agiriyê Naîle Barîş hat girtin
11:05 ‘Li dijî yek tîpî dê berxwedanek mezintir derbikeve holê’
11:00 Hevserokê DBP'ê Arslan: Erdogan dê 2019'an nebîne
10:37 Yuksel Baran tahliye bû
10:32 Ertugrul Mavîoglu: Cilên yek tîp îşkenceyê tîne bîra min
10:22 Tan: Qirkirina li ser çand û zimanê kurdî di 2017'an de kûrtir bû
09:24 Girtiyê nexweş 24 meh in li benda îdîanemeyê ye
09:23 Dozger ji bo polisên diz hewcetî bi lêpirsînê nedît
09:20 Işik: Ji bilî yekîtiyê riyeke kurdan tune ye
09:08 Qeyûmê Sûrê dê di 10 rojan de avahyên Kirklar Daxî xera bike
09:07 Dayikên Şemiyê yên Cizîrê 105 hefte ne nikarin kom bibin
09:06 Koordînasyona Kedê: Armanc xurtkirina çalakiyên karkeran e
09:05 Prof. Dr. Turmen: Em dê îktîdarê bêzar bikin
09:04 Dozger bêyî lêpirsînê hewce bi şopandina dosyayê nedît
09:04 Serpêhatiyên dayika ji komkujiya Zîlan rizgar bû kir kilam
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2017'AN
28/12/2017
17:27 Ji Roboskiyê bang kirin: Ji ber bêedaletiyê qirçînî ji asîmanê me tê
16:52 Serlêdana parêzeran cara 717'emîn hat redkirin
15:49 Cenazeyê Murat Saat dê li Semsûnê defin bikin
15:32 Pirtûka Tom Sawyer û Peter Pan nedan girtiyan
15:28 Komkujiya Roboskî 6 sal li pey xwe hişt: Roboskî bar û êşa herî giran e
15:16 Ji ber gotina 'Nazli Çelîk ê li Geverê ji bo şovê malên gel bi bombeyê teqand' doz vekirin
14:58 HDP’a Mêrdînê starta konferansê da
14:31 Welatî destûrê nadin malên wan bên rûxandin
14:30 Dozgerê doza Serêkaniyê dîsa guherî
14:10 Komelya 78’an: Armanca ‘Cilên yek tîp’ girtiyên kurd in
13:57 Endamên KESK’ê: Emê bi hevre keda xwe paşve bistînin
13:49 Der barê polîsê li zarokan xist de lêpirsîn dan destpêkirin
13:44 HDP: 100 sal jî derbas bibe em ê Roboskî ji bîr nekin
13:40 Girtiyê nexweş ê bi rîngê birin nexweşxaneyê mir
13:26 Li Rezanê çi diqewime?
13:09 ‘Berbang’a Erebê Şemo ji nû ve hat çapkirin
12:59 Roboskiyan reş girêda
12:41 Sînemager: Sinema nayê darizandin
12:28 Girtiyê nexweş li şûna ambulansê, bi rîngê birin nexweşxaneyê!
12:28 Rojnamegerê nelirêtiya şarêder nivîsand rastî gefa mirinê hat
12:17 Parezerên Ocalan cara 717'emîn xwestin biçin Îmraliyê
11:49 Umutê 4 salî sewqî nexweşxaneyek din kirin
11:45 Hebîb: Em ne wekî kesayetî û kom, wekî rêveberî dixwazin tev li civîna li Soçiyê bibin
11:40 33 kes bi îdîaya 'propagandayê' hatin binçavkirin
11:30 Piştevaniyê Hezar û 348 xanî ava kir
11:18 Nivîskar Orhan: Tirkiye li dijî Sûriye gelek caran winda kir
11:09 Tuncel: Komkujiyên neyên ronîkirin dê yên nû bîne
11:08 Karkera taşeron: Dê ezmûnan li gorî kê û çi çêkin?
11:06 Saziya tenduristiyê 2 rapor cuda dan û Ozkan terkî mirinê kir
10:37 Di salekê de 99 caran red: Her kêliya tecrîdê xetereyê zêde dike
09:20 Muxbîran nav da, çapemeniyê ew kir 'bombevan', lê emniyet li 'bombeyê' nepirsî
09:15 'Berpirsiyarên komkujiyan çawa duh dihatin parastin, îro jî tên parastin'
09:14 Dema fanîleyê kurê xwe bêhn dike bêhna wê dertê
09:14 Peyama Ferhat Encu ya ji bo Roboskiyê: Ya dikeve ser milê me mezinkirina hêviyê ye
09:13 Li gor dadgehê kurd ne nîjadeke cuda ne!
09:12 ‘Kuştina Araç ê hat îdiakirin ‘întihar kiriye’ nîşaneya qewimînên nû ye’
09:11 Dîroka cilên yek tîp heta koletiya serdema ewil diçe
09:10 'Bermayiyên nukleerî yên li Gazîemîrê nayên tunekirin, tên firotin’
09:09 Pêlavên kevn li Ewropayê hobî, li Tirkiyeyê pêdivî ye
09:08 33 meh in agahiyê ji kurê xwe yê girtî nagire
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2017'AN
27/12/2017
17:44 Uca ji meclîsê xwest Geliyê Dîcle bê parastin
17:10 Elîaçik: Tenê yek derb emrê desthilatdariyê maye
17:05 Nivîskar Beşîkçî hat berdan
17:01 Dozger berdana rojnameger Taşkin îtîraz kir
16:57 Parlamentera HDP'ê Yildirim nehat berdan
16:25 Qaymeqaymê Qilebanê xwest tezmînatê bide malbatên Roboskê
16:19 HDP: Meclîsa rastênhev li ser kar e
15:32 KESK’iyan bertek nîşanî KHK’ê dan: Em serî natewînin
15:30 ATK’a Stenbolê: Cenazeyên Bedlîsê li vir in
15:17 Çalakiya Kolana Yukselê di roja 414’an berdewam kir: 4 binçav kirin
15:03 Rêxistinên sivîl ên Amedê: KHK’yan betal bikin