Xwendekarên zanîngehan ji OHAL'ê bêzar in 2017-12-30 09:06:47 DÎLOK –Xwendekarên zanîngehan ji pêşerojê bêhêvî ne, diyar kirin ku ciwan ji Rewşa Awarte nerihet in û wiha gotin: “Li kampusê jî em û hevalên xwe nikarin bi hevdu re rûnên.” Xwendekarên zanîngeha Dîlokê ji pêşerojê bêhêvî ne. Xwendekarên ku bi ked û kedek mezin çûn zanîngehan, bi fikarin ku piştî qedand betal bimînin. Xwendekarê Beşa Endezyariya Makîneyan ê Zanîngeha Dîlokê Cengîz Bolukbaş destnîşan kir ku nêvengeke ku ciwan bi awayekî azad dengê xwe derxînin tune ye û wiha got: “Dewlet tenê ne yên ciwanan, hemû maf û daxwazên karkeran, jinan û derdorên din ên civakê marjînalîze û terorîze dike. Dema derdorek di çarçoveyek demokratîk de tiştekî dike îktîdar ya wê bi PKK’ê yan bi FETO an jî bi DHKPC’ê etîket dike. Ji bo ev derdor daxwazên xwe bi cih neyînin û îktîdar neleqe, her tiştî dike. Jin li hemberî tecawizan dadikevin kuçeyan. Xwendekar ji bo daxwazên xwe yên yûrdê, perwerdehiyê dadikevin kuçeyan. Ev daxwaz nayê wateya ku mirov girêdayî rêxistinekê ne. Lê belê hikûmet bi tirsa ku dê saltanata wê bilqe zimanekî wisa bi kar tîne.”    ‘CIWAN JI REWŞA AWARTE NERIHET IN’   Bolukbaş, bi lêv kir ku di şert û mercên niha de wê tu xeyalên wî pêk neyên û bi milyonan ciwan nikarin ji bo pêşrojê planekê bikin. Bolukbaş destnîşan kir ku ew ciwan ji Rewşa Awarte zaf nerihet in.    Xwendekara Beşa Hemşîretiyê ya Zanîngeha Dîlokê Zelal Arar jî anî ziman ku îktîdar bi polîtîkayeke çewssîner bi ser xwendekaran de diçe û ew nikarin êdî li kampusê bi hevalên xwe re jî rûnên. Arar got ku dema ew çend heval tên cem hev, ewlekarên taybet li dor wan diçin û tên û wiha got: “Li kampusê ewlekarên taybet, li derve jî polis li derdora me ne. Dema nîqaş dest pê dikin jî xwendekar ditirsin û bi paş ve direvin. Ev tirs ji ber polîtîkayên dewletê ye.” Arar destnîşan kir ku der barê pêşerojê de tu bendewariyeke wê tune ye û dema sibê ew dibistanê biqedînin nizanin dê çi bikin. Arar bi lêv kir ku berê KPSS hebû, lê belê niha jî lêpirsînên ewlehiyê û mulakat jî anîne û ev tişt gotin: “Gelek hevalên me KPSS qezenc kirin, lê belê di lêpirsîna ewlehiyê de hatin seridandin. Tiştên wisa ciwanên zanîngehan bêtir ber bi bêhêvîtiyê ve dibin.”    'ÊDÎ EM NEWÊRIN DI KUÇEYAN DE JÎ BIMEŞIN’    Xwendekara Beşa Hemşîretiyê ya Zanîngeha Dîlokê Summeye Yeşîl jî anî ziman ku piraniya xwendekaran bi çewisandinan tên tepisandin û ji ber vê ew nikarin li hemberî pirsgirêkên li zanîngehan xwe didin der tev bigerin. Yeşîl destnîşan kir ku ev yek ji ber çewisandinên dewletê ne û ev tişt gotin: “Daxwaziyên me yên herî biçûk ên rewa jî ji dêvla ku rektorî wan bi cih bîne, bi gefan bersivê dide. Ez beşa hemşîretiyê dixwînim, lê belê bawer nakim ku dema ez dibistanê biqedînim wek hemşîre karibim li cihekî bixebitim. Bi navê mulakatê tiştek derxistine. Li wir ne keda salan, lê dinerin kar nimêjê dike yan na. Di nêvengeke wisa de baweriya kê bi pêşerojê heye? Niha dema tarî dikeve erdê em newêrin di kuçeyan de bimeşin. Çimkî em her roj nûçeyên taciz û tecawuzê dixwînin. Ya herî êşbar jî ji dêvla ku tecawuzkar bên cezakirin tên berdan. Bi nav jiyana civakiyî tiştek ji jinê re nehiştine. Îro mirov gera jinê ya êvarî rexne dikin. Mêr digere çima jin negere? Civak û îktîdar di taciz û tecawuzê de ji ber bi şev geriyaye sûc dixe stuyê jinê. Tiştekî wisa eletewş nabe. Îktîdar bîrbiriya ‘jin nikare bike’ empozeyî civakê dike.”