Ertugrul Mavîoglu: Cilên yek tîp îşkenceyê tîne bîra min

  • rojane
  • 10:32 29 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL - Şahidê îşkenceya 12'ê Îlonê Rojnameger Ertugrul Mavioglu ku ji ber li girtîgehê cilên yek tîp red kir û rastî îşkence û 6 meh cezayê hucreyê hat diyar kir ku dema 'Cilên yek tîp' tê gotin îşkence tê aqilê wî. 

Ferzkirina 'Cilên yek tîp' ku di serdema darbeya 1980'an de li girtîgehan xistin meriyetê, bi KHK'ya dawî ya hêjmar 696'an dîsa li girtîgehan xistin meriyetê. Li dijî vê biryar û pekanina cilên yek tîp bertek û nerazîbûn ji hemû beşên civakê zêde dibin. Yek ji şahidê îşkence û zextên li girtîgehê yên serdema darbeya 1980'an  Rojnameger Ertugrul Mavîoglu ye. Mavîoglu, ku di serdema darbeya 1980'an de hat girtin û cilên yek tîp qebûl nekir rastî îşkence û 6 meh cezayê hucreyê hat. Mavîoglu, dema li Girtîgeha Davutpaşa bû sewqî girtîgeha Sultanahmetê hat kirin cilên yek tîp li wi hat ferzkirin. Mavîoglu, du di sala 1983'an de hat berdan, cara duyemîn di sala 1987'an de hat girtin. Mavîoglu, cara duyemîn li Girtîgeha Sagmalcilarê dîsa rastî ferzkirina cilên yek tîp hat. Mavîoglu ji ber cilên yek tîp red kir rastî 6 meh cezayê hucreyê hat. Mavîoglu, serdema darbeya 12'ê îlonê û zextên wê demê yên têkildarî cilên yek tîp ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî.  
 
WÊ DEMÊ GIRTIYÊN SIYASÎ CILÊN YEK TÎP ÇIRANDIN Û AVÊTIN
 
Mavîoglu, diyar kir ku piştî darbeya 12'ê Îlonê li Girtîgeha Sultanahmetê her tişt bi zorê li ser wan ferz kirin û wiha got: "Wê demê êrîşî girtiyan kirin û cilên wan kom kirin. Cilên yek tîp li ser girtiyan ferz kirin. Girtiyên siyasî cilên yek tîp çirandin û avêtin. Ez jî bûm şahidê wê demê. Dema ez ji Girtîgeha Davutpaşa sewqî Girtîgeha Sultanahmetê kirim, di ketina girtîgehê de rastî lêdanek gelek dijwar hatim. Nayê bîra min ku ez rastî lêdanek wisa hatime. Leşkeran li qadê bi copan li me xist. Leşkeran ji serî heta binî em dan ber copan. Hemû bedena me ji lêdanê sor û mor bû. Bi zorê cilên ji ser me derxistin û cilên yek tîp li me kirin. Girtiyan li dijî vê ferzkirinê di ber xwe dan. Me mil û piyên cilan diçirandin û davêtin. Piştî demekê rayedarên girtîgehê dîtin ku nikarin ji heqê vê yekê derkevin. Piştî demekê rayedarên girtîgehê li dijî berxwedanê ev pêkanîna cilên yek tîp ji holê rakirin." 
 
DEMA CILÊN YEK TÎP TÊ GOTIN ÎŞKENCE TÊ AQILÊ MIN'
 
Mavîoglu, anî ziman ku di cileyê 1984'an de li Girtîgeha Metris û Sagmalcilarê dîsa cilên girtiyan kom kirin û cilên yek tîp li girtiyan ferz kirin û wiha berdewamkir: "Cilên yek tîp ên şîn dan girtiyan. Bi îşkenceyek mezin ev cil li ser girtiyan ferz kirin. Dema cilên yek tîp tê gotin îşkence tê aqilê min. Ji bilî îşkenceyê tiştek nayê bîra min. Pişti van zextan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir. Di dawiya Hezîrana 1984'an de di roja 75’emîn a Rojiya Mirinê de 4 girtiyên şoreşger jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê yekê peymanek çêkirin. Piştî peymanê cilên yek tîp rakirin. Li girtîgehên Mamak, Amed û Erziromê ferzkirina cilên yek tîp berdewam dikir wê demê."  
 
‘BI ÎŞKENCEYÊ CIL LI ME DIKIRIN'
 
MAvîoglu, anî ziman ku di sala 1987'an de dema ket Girtîgeha Sağmalcilarê dîsa cilên yek tîp li wan hat ferz kirin û wiha got: "Girtî li dijî vê zilmê ketin greva birçîbûnê. Girtî piştî 50 rojan ketin grevê rêveberiya girtîgehê bi girtiyan re peymanek çêkir. Di sala 1988'an de ji bo ferzkirina cilên yek tîp dîsa êriş pêk hat. Dîsa girtiyan li dijî vê ferzkirina cilên yek tîp di ber xwe da. Em li dijî vê yekê 38 rojan ketin greva birçîbûnê. Piştî çalakiya grevê zextên li ser me kêm bûn. Dema em derdixistin maltayê em rastî êrîşa leşkeran dihatin. Leşkeran dev û pozê me di nava xwînê de dihişt. Bi zor û îşkenceyê cilên yek tîp li me dikirin. Me di nava xwe de biryar girtibû. Çawa ku kelepçe ji destê me vedikir me cil ji xwe dikir û davêtin. Denê cilên binî li ser me diman. Dem em wisa darketin dadgehê bi sedema 'Li dijî ahlaq derketine pêşberî dadê' biryara me ji salê derxin didan. Çawa ku kelepçe ji destê me derdixistin me cilên yek tîp ên li ser xwe diçirandin." 
 
Mavioglu, anî ziman ku rojekê ew û 3 hevalên wî derxistin dadgehê û wiha got: "Çawa ku Kelepçe ji destê me derxistin me cilên ji ser xwe avêtin û qetandin. Em tenê tena cilên binî man. Bavê min parêzer bû. Li gel xwe şalê kot anibû. Li sira parêzeriyê cil avêtin ser min. Min çawa cil girt min li xwe kir. Parêzeran ji heyetê re got dema cilên din hebin li xwe dikin û li dijî ahlak tev nagerin. Piştre me ew cilên din li xwe kirin û em çûn girtîgehe. Ji ber me ev cil avetin 6 meh cezayê hucreyê dan me. Ez 6 mehan rastî cezayê hucreyê hatim." 
 
Lijneya Daîreyên Şêwira Dewletê li dijî cilên yek tîp di sala 1989’an de biryar da. Piştî 1989’an êdî cerek din cilên yek tîp li ser girtiyan ferz kirin. 
 
‘ZILM Û ÎŞKENCE DÊ BIDOME 
 
Mavîoglu, anî ziman ku ji ber ferzkirina clên yek tîp, îşkence zêde bû, mirovan jiyana xwe ji dest da û li dijî ferzkirinê berxwedan pêş ket. Mafê darizandina bi edalet ji destê girtiyan hat girtin. Cilên yek tîp tenê zilm û îşkenceyê pêş dixe. Wekî din tiştekî pêş naxe. Ev pêkanîna rejîma cunda ye. 
 
Mavîoglu, anî ziman ku di serdema çûntayê de girtî li dijî zextên cilên yek tîp bi tenê man û wiha bi dawî kir: "Ez bawer dikim ku hemû girtî vê yekê qebûl nakin. Divê girtî bi tenê neyên hiştin.  girtiyên ji doza Cemaeta Gulan Fethullah dê çi bikin ez nizanim. Lê girtiyên ji dozên din girti dê berxwedanek mezintir nîşan bidin. Ger du di vê pevajoyê de girtî bi tehê bên hiştin dê cenaze derkevin. Divê girtî bi tenê neyên hiştin. Divê em ji salên borî û pêkanînên borî dersê derxin û destûr nedin ku ew dema borî dubare bibe. Ev ne tenê pirsgirêka girtiyên siyasî ye. Ev pirsgirêka hemû kesan e. Pirsgrêka mirovahiyê ye. Niha hiquqa dijmin tê meşandin. Hiqûqa dijmin li girtîgehan dibe îşkence, tecrîdş zilm û tundî û li me vedigere. Divê em vê yekê qebûl nekin." 
 
MA / Yasîn Kobulan 
 

Sernavên din

30/12/2017
12:49 ‘Xwezaya Geliyê Ava Spî talan dikin lê rayedar bêdeng in’
12:29 Meclisê pirsên dê cînayeta Tahîr Elçî ronî bikirana îade kir
12:17 Kîşînê ji sedî 77 astengdar serbest berdin
12:10 2017 bû sala polîs bi maşîneyên zirxî mirovan bikujin
11:37 Saleke tarî bi ser Tirkiyeyê de girt: Hêvî agirê Newrozê ye
11:35 Li Edeneyê 3 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin
11:21 Fatîh Polat: Li gel zextan jî rojnamegeran sekna xwe nîşan da
09:10 Ji ber çalakiyên ji bo Cizîrê der barê 18 parêzeran de lêpirsîn hat vekirin
09:09 Erdogmûş: Wê yekîtî li Rojhilata Navîn bibe munasebeta aştiyê
09:09 Saçilik: Divê Komîsyona OHAL'ê biryara der barê Gulmen û Ozkaça bide
09:08 Kav: Jinan di 2017’an de bi berxwedanê bersiv da êrîşan
09:07 'AKP li şûna dersê derxe dubare dike'
09:06 Xwendekarên zanîngehan ji OHAL'ê bêzar in
09:06 Qedexekirina zozanan sewalvanî qedand
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2017'AN
29/12/2017
20:37 Polîsan bi maşinê zarokekî din kuşt
17:22 Gelê Kirmanşanê li dijî rejîma Îranê daket kolanan
16:27 20 meh cazayê rojnameger Sayilgan hat êrêkirin
16:19 Serlêdana malbatan hat redkirin
16:09 Dayikên Şemiyê dê sibê findan pê bixin
15:55 ‘Vînek siyasî ya hêzdar dikare kuştina Elçî çareser bike’
15:28 Encu: Dixwazin ser komkujiya Roboskî binixûmînin
15:11 Hilweşandina avahiyên Kirklar Daxiyê dest pê kir
14:52 Murat Saat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
14:43 Hevşaredarê Şaxê hat berdan
14:16 'AKP bi KHK’yan lîncê diparêz e’
13:59 Hevseroka HDP’ê ya Pîranê hat girtin
13:13 Rojnamegerên jin rapora 2017'an aşkere kir: Em ê her tim şopdarê heqîqetê bin
12:46 3 kes hatin berdan 11 kes man piştî salê
11:27 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Li polisê pîra 76 kuşt tenê 20 meh ceza birîn
11:07 Sebahat Tuncel: Em ê li dijî hişmendiya yek tîpî serî hildin
11:06 Hevseroka DBP’a Agiriyê Naîle Barîş hat girtin
11:05 ‘Li dijî yek tîpî dê berxwedanek mezintir derbikeve holê’
11:00 Hevserokê DBP'ê Arslan: Erdogan dê 2019'an nebîne
10:37 Yuksel Baran tahliye bû
10:32 Ertugrul Mavîoglu: Cilên yek tîp îşkenceyê tîne bîra min
10:22 Tan: Qirkirina li ser çand û zimanê kurdî di 2017'an de kûrtir bû
09:24 Girtiyê nexweş 24 meh in li benda îdîanemeyê ye
09:23 Dozger ji bo polisên diz hewcetî bi lêpirsînê nedît
09:20 Işik: Ji bilî yekîtiyê riyeke kurdan tune ye
09:08 Qeyûmê Sûrê dê di 10 rojan de avahyên Kirklar Daxî xera bike
09:07 Dayikên Şemiyê yên Cizîrê 105 hefte ne nikarin kom bibin
09:06 Koordînasyona Kedê: Armanc xurtkirina çalakiyên karkeran e
09:05 Prof. Dr. Turmen: Em dê îktîdarê bêzar bikin
09:04 Dozger bêyî lêpirsînê hewce bi şopandina dosyayê nedît
09:04 Serpêhatiyên dayika ji komkujiya Zîlan rizgar bû kir kilam
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2017'AN
28/12/2017
17:27 Ji Roboskiyê bang kirin: Ji ber bêedaletiyê qirçînî ji asîmanê me tê
16:52 Serlêdana parêzeran cara 717'emîn hat redkirin
15:49 Cenazeyê Murat Saat dê li Semsûnê defin bikin
15:32 Pirtûka Tom Sawyer û Peter Pan nedan girtiyan
15:28 Komkujiya Roboskî 6 sal li pey xwe hişt: Roboskî bar û êşa herî giran e
15:16 Ji ber gotina 'Nazli Çelîk ê li Geverê ji bo şovê malên gel bi bombeyê teqand' doz vekirin
14:58 HDP’a Mêrdînê starta konferansê da
14:31 Welatî destûrê nadin malên wan bên rûxandin
14:30 Dozgerê doza Serêkaniyê dîsa guherî
14:10 Komelya 78’an: Armanca ‘Cilên yek tîp’ girtiyên kurd in
13:57 Endamên KESK’ê: Emê bi hevre keda xwe paşve bistînin
13:49 Der barê polîsê li zarokan xist de lêpirsîn dan destpêkirin
13:44 HDP: 100 sal jî derbas bibe em ê Roboskî ji bîr nekin
13:40 Girtiyê nexweş ê bi rîngê birin nexweşxaneyê mir
13:26 Li Rezanê çi diqewime?
13:09 ‘Berbang’a Erebê Şemo ji nû ve hat çapkirin
12:59 Roboskiyan reş girêda
12:41 Sînemager: Sinema nayê darizandin
12:28 Girtiyê nexweş li şûna ambulansê, bi rîngê birin nexweşxaneyê!
12:28 Rojnamegerê nelirêtiya şarêder nivîsand rastî gefa mirinê hat
12:17 Parezerên Ocalan cara 717'emîn xwestin biçin Îmraliyê
11:49 Umutê 4 salî sewqî nexweşxaneyek din kirin
11:45 Hebîb: Em ne wekî kesayetî û kom, wekî rêveberî dixwazin tev li civîna li Soçiyê bibin
11:40 33 kes bi îdîaya 'propagandayê' hatin binçavkirin
11:30 Piştevaniyê Hezar û 348 xanî ava kir
11:18 Nivîskar Orhan: Tirkiye li dijî Sûriye gelek caran winda kir
11:09 Tuncel: Komkujiyên neyên ronîkirin dê yên nû bîne
11:08 Karkera taşeron: Dê ezmûnan li gorî kê û çi çêkin?
11:06 Saziya tenduristiyê 2 rapor cuda dan û Ozkan terkî mirinê kir
10:37 Di salekê de 99 caran red: Her kêliya tecrîdê xetereyê zêde dike
09:20 Muxbîran nav da, çapemeniyê ew kir 'bombevan', lê emniyet li 'bombeyê' nepirsî
09:15 'Berpirsiyarên komkujiyan çawa duh dihatin parastin, îro jî tên parastin'
09:14 Dema fanîleyê kurê xwe bêhn dike bêhna wê dertê
09:14 Peyama Ferhat Encu ya ji bo Roboskiyê: Ya dikeve ser milê me mezinkirina hêviyê ye
09:13 Li gor dadgehê kurd ne nîjadeke cuda ne!
09:12 ‘Kuştina Araç ê hat îdiakirin ‘întihar kiriye’ nîşaneya qewimînên nû ye’
09:11 Dîroka cilên yek tîp heta koletiya serdema ewil diçe
09:10 'Bermayiyên nukleerî yên li Gazîemîrê nayên tunekirin, tên firotin’
09:09 Pêlavên kevn li Ewropayê hobî, li Tirkiyeyê pêdivî ye
09:08 33 meh in agahiyê ji kurê xwe yê girtî nagire
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2017'AN
27/12/2017
17:44 Uca ji meclîsê xwest Geliyê Dîcle bê parastin
17:10 Elîaçik: Tenê yek derb emrê desthilatdariyê maye
17:05 Nivîskar Beşîkçî hat berdan
17:01 Dozger berdana rojnameger Taşkin îtîraz kir
16:57 Parlamentera HDP'ê Yildirim nehat berdan
16:25 Qaymeqaymê Qilebanê xwest tezmînatê bide malbatên Roboskê
16:19 HDP: Meclîsa rastênhev li ser kar e
15:32 KESK’iyan bertek nîşanî KHK’ê dan: Em serî natewînin
15:30 ATK’a Stenbolê: Cenazeyên Bedlîsê li vir in
15:17 Çalakiya Kolana Yukselê di roja 414’an berdewam kir: 4 binçav kirin
15:03 Rêxistinên sivîl ên Amedê: KHK’yan betal bikin