Ertugrul Mavîoglu: Cilên yek tîp îşkenceyê tîne bîra min 2017-12-29 10:32:13 STENBOL - Şahidê îşkenceya 12'ê Îlonê Rojnameger Ertugrul Mavioglu ku ji ber li girtîgehê cilên yek tîp red kir û rastî îşkence û 6 meh cezayê hucreyê hat diyar kir ku dema 'Cilên yek tîp' tê gotin îşkence tê aqilê wî.  Ferzkirina 'Cilên yek tîp' ku di serdema darbeya 1980'an de li girtîgehan xistin meriyetê, bi KHK'ya dawî ya hêjmar 696'an dîsa li girtîgehan xistin meriyetê. Li dijî vê biryar û pekanina cilên yek tîp bertek û nerazîbûn ji hemû beşên civakê zêde dibin. Yek ji şahidê îşkence û zextên li girtîgehê yên serdema darbeya 1980'an  Rojnameger Ertugrul Mavîoglu ye. Mavîoglu, ku di serdema darbeya 1980'an de hat girtin û cilên yek tîp qebûl nekir rastî îşkence û 6 meh cezayê hucreyê hat. Mavîoglu, dema li Girtîgeha Davutpaşa bû sewqî girtîgeha Sultanahmetê hat kirin cilên yek tîp li wi hat ferzkirin. Mavîoglu, du di sala 1983'an de hat berdan, cara duyemîn di sala 1987'an de hat girtin. Mavîoglu, cara duyemîn li Girtîgeha Sagmalcilarê dîsa rastî ferzkirina cilên yek tîp hat. Mavîoglu ji ber cilên yek tîp red kir rastî 6 meh cezayê hucreyê hat. Mavîoglu, serdema darbeya 12'ê îlonê û zextên wê demê yên têkildarî cilên yek tîp ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî.     WÊ DEMÊ GIRTIYÊN SIYASÎ CILÊN YEK TÎP ÇIRANDIN Û AVÊTIN   Mavîoglu, diyar kir ku piştî darbeya 12'ê Îlonê li Girtîgeha Sultanahmetê her tişt bi zorê li ser wan ferz kirin û wiha got: "Wê demê êrîşî girtiyan kirin û cilên wan kom kirin. Cilên yek tîp li ser girtiyan ferz kirin. Girtiyên siyasî cilên yek tîp çirandin û avêtin. Ez jî bûm şahidê wê demê. Dema ez ji Girtîgeha Davutpaşa sewqî Girtîgeha Sultanahmetê kirim, di ketina girtîgehê de rastî lêdanek gelek dijwar hatim. Nayê bîra min ku ez rastî lêdanek wisa hatime. Leşkeran li qadê bi copan li me xist. Leşkeran ji serî heta binî em dan ber copan. Hemû bedena me ji lêdanê sor û mor bû. Bi zorê cilên ji ser me derxistin û cilên yek tîp li me kirin. Girtiyan li dijî vê ferzkirinê di ber xwe dan. Me mil û piyên cilan diçirandin û davêtin. Piştî demekê rayedarên girtîgehê dîtin ku nikarin ji heqê vê yekê derkevin. Piştî demekê rayedarên girtîgehê li dijî berxwedanê ev pêkanîna cilên yek tîp ji holê rakirin."    DEMA CILÊN YEK TÎP TÊ GOTIN ÎŞKENCE TÊ AQILÊ MIN'   Mavîoglu, anî ziman ku di cileyê 1984'an de li Girtîgeha Metris û Sagmalcilarê dîsa cilên girtiyan kom kirin û cilên yek tîp li girtiyan ferz kirin û wiha berdewamkir: "Cilên yek tîp ên şîn dan girtiyan. Bi îşkenceyek mezin ev cil li ser girtiyan ferz kirin. Dema cilên yek tîp tê gotin îşkence tê aqilê min. Ji bilî îşkenceyê tiştek nayê bîra min. Pişti van zextan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir. Di dawiya Hezîrana 1984'an de di roja 75’emîn a Rojiya Mirinê de 4 girtiyên şoreşger jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê yekê peymanek çêkirin. Piştî peymanê cilên yek tîp rakirin. Li girtîgehên Mamak, Amed û Erziromê ferzkirina cilên yek tîp berdewam dikir wê demê."     ‘BI ÎŞKENCEYÊ CIL LI ME DIKIRIN'   MAvîoglu, anî ziman ku di sala 1987'an de dema ket Girtîgeha Sağmalcilarê dîsa cilên yek tîp li wan hat ferz kirin û wiha got: "Girtî li dijî vê zilmê ketin greva birçîbûnê. Girtî piştî 50 rojan ketin grevê rêveberiya girtîgehê bi girtiyan re peymanek çêkir. Di sala 1988'an de ji bo ferzkirina cilên yek tîp dîsa êriş pêk hat. Dîsa girtiyan li dijî vê ferzkirina cilên yek tîp di ber xwe da. Em li dijî vê yekê 38 rojan ketin greva birçîbûnê. Piştî çalakiya grevê zextên li ser me kêm bûn. Dema em derdixistin maltayê em rastî êrîşa leşkeran dihatin. Leşkeran dev û pozê me di nava xwînê de dihişt. Bi zor û îşkenceyê cilên yek tîp li me dikirin. Me di nava xwe de biryar girtibû. Çawa ku kelepçe ji destê me vedikir me cil ji xwe dikir û davêtin. Denê cilên binî li ser me diman. Dem em wisa darketin dadgehê bi sedema 'Li dijî ahlaq derketine pêşberî dadê' biryara me ji salê derxin didan. Çawa ku kelepçe ji destê me derdixistin me cilên yek tîp ên li ser xwe diçirandin."    Mavioglu, anî ziman ku rojekê ew û 3 hevalên wî derxistin dadgehê û wiha got: "Çawa ku Kelepçe ji destê me derxistin me cilên ji ser xwe avêtin û qetandin. Em tenê tena cilên binî man. Bavê min parêzer bû. Li gel xwe şalê kot anibû. Li sira parêzeriyê cil avêtin ser min. Min çawa cil girt min li xwe kir. Parêzeran ji heyetê re got dema cilên din hebin li xwe dikin û li dijî ahlak tev nagerin. Piştre me ew cilên din li xwe kirin û em çûn girtîgehe. Ji ber me ev cil avetin 6 meh cezayê hucreyê dan me. Ez 6 mehan rastî cezayê hucreyê hatim."    Lijneya Daîreyên Şêwira Dewletê li dijî cilên yek tîp di sala 1989’an de biryar da. Piştî 1989’an êdî cerek din cilên yek tîp li ser girtiyan ferz kirin.    ‘ZILM Û ÎŞKENCE DÊ BIDOME    Mavîoglu, anî ziman ku ji ber ferzkirina clên yek tîp, îşkence zêde bû, mirovan jiyana xwe ji dest da û li dijî ferzkirinê berxwedan pêş ket. Mafê darizandina bi edalet ji destê girtiyan hat girtin. Cilên yek tîp tenê zilm û îşkenceyê pêş dixe. Wekî din tiştekî pêş naxe. Ev pêkanîna rejîma cunda ye.    Mavîoglu, anî ziman ku di serdema çûntayê de girtî li dijî zextên cilên yek tîp bi tenê man û wiha bi dawî kir: "Ez bawer dikim ku hemû girtî vê yekê qebûl nakin. Divê girtî bi tenê neyên hiştin.  girtiyên ji doza Cemaeta Gulan Fethullah dê çi bikin ez nizanim. Lê girtiyên ji dozên din girti dê berxwedanek mezintir nîşan bidin. Ger du di vê pevajoyê de girtî bi tehê bên hiştin dê cenaze derkevin. Divê girtî bi tenê neyên hiştin. Divê em ji salên borî û pêkanînên borî dersê derxin û destûr nedin ku ew dema borî dubare bibe. Ev ne tenê pirsgirêka girtiyên siyasî ye. Ev pirsgirêka hemû kesan e. Pirsgrêka mirovahiyê ye. Niha hiquqa dijmin tê meşandin. Hiqûqa dijmin li girtîgehan dibe îşkence, tecrîdş zilm û tundî û li me vedigere. Divê em vê yekê qebûl nekin."    MA / Yasîn Kobulan