Girtiyê nexweş 24 meh in li benda îdîanemeyê ye

  • rojane
  • 09:24 29 Kanûn 2017
  • |
img

ENQERE - Girtiyê nexweş Azîz Baglan ê 69 salî ku di 16’ê Çileya 2016’an de li Bazîda Agiriyê hat girtin, 24 meh in li benda îdîanameyê ye. 

Girtiyê nexweş Azîz Baglan ê 69 salî ku di 16’ê Çileya 2016’an de li mala xwe ya Bazîda Agiriyê hat binçavkirin û girtin, du sal di ser girtina wî re derbas bûn lê hêj îdîanameya wî nehatiye amadekirin. Baglan piştî hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê û piştî 5 mehan li wir ma, sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê hat kirin. Ji ber temenê wî pirsgirêkên Baglan ên tenduristiyê zêde, lê li gel vê yekê jî îtîraza ji bo girtina wî hat  kirin, hat redkirin. 
 
JI SEDÎ 87 ÇAVÊ WÎ NABÎNE
 
Kurê Azîz Baglan Baran Baglan, diyar kir ku nexweşiyên bavê wî yên dil, tansiyon û kolesterolê hene û wiha axivî: “Bavê min ji sedî 87 nabîne û rapora wî jî heye. Bavê min nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bijî û li xwe mêze bike.”
 
Baglan, anî ziman ku bi bavê wî re Hasan Hanevdanogullari, Mecît Solmaz, Gulîzar Sîngar, Mehmet Eşsîz û Resul Karaaslan di çarçoveya heman lêpirsînê de hatin girtin û wiha got: “Bi mehan her 6 kes bêyî ku bên darizandin di girtîgehê de tên girtin.” 
 
'GIRTINA DEMDIRÊJ VEGUHERÎ ÎNFAZÊ'
 
Baglan, da zanîn ku ev girtina demdirêj êdî veguherî înfazê û wiha bi lêv kir: “Ger ev kes tên sûcdarkirin û girtin, çima nêzî 24 meh in îdîanameya wan nayê amade kirin û dernaxin dadgehê. Ger sûcdar bin çima dernaxin dadgehê. Pêvajoyek 24 mehan ne hindik e. Ma amadekairina îdianameya 6 kesan evqasî zor e? Pêvajoya girtina demdirêj weke ku ne bes be, ji Agiriyê sirgûnî Oltuyê kirin. Bi vî awayî malbatan jî ceza dikin.” Baglan, destnîşan kir ku daxwaza wan ew e ku demildest bav û girtiyên din bên darizandin û berdan.  
 
PARÊZER: MAFÊ DARIZANDINÊ HATIYE BINPÊKIRIN
 
Parêzerê Baglan Huseyîn Bogatekîn jî, diyar kir ku wan ji ber girtina demdirêj, ji duh ve têkildarî “Di pêvajoya hatî diyarkirin de derketina pêşberî dadgehê” bi daxwaza tazmînatê kiriye. Parêzer Bogatekîn, da zanîn ku ger îdîaname niha jî bê amadekirin, dê roja danişînê bidin mehên Adar-Nîsanê û wiha got: “Ev rewşeke derhiqûqî û binpêkirina mafê girtiya ne.”
 
Bogatekîn, anî ziman ku mafê muwekîlê wî, yê di dema hatî diyarkirin de derneketina dadgehê hatiye binpêkirin û wiha domand: “Çi gava muwekîlê min  derbikeve dadgehê dê bê berdan. Lê hincetên lêpirsînên FETO'yê nîşan didin û vê pêvajoyê dirêj dikin. Me ji dozger daxwaz kir ku muwekîlê min berde û bi awayekî negirtî bê darizandin, lê dozger tu bersiv neda vê daxwaza me. Rewşeke ku berbelavî demê bikin heye û rewşa tenduristiya muwîkîlê min jî nebaş e. Ji ber vê yekê jiyana wî di talûkeyê de ye.”
 
Bogatekîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku ‘biryara nepeniyê’ danîne ser dosyayê, em nikarin xwe bigihînin dosyeya lêpirsînê jî.”
 
MA / Hayrî Demîr
 

Sernavên din

30/12/2017
12:49 ‘Xwezaya Geliyê Ava Spî talan dikin lê rayedar bêdeng in’
12:29 Meclisê pirsên dê cînayeta Tahîr Elçî ronî bikirana îade kir
12:17 Kîşînê ji sedî 77 astengdar serbest berdin
12:10 2017 bû sala polîs bi maşîneyên zirxî mirovan bikujin
11:37 Saleke tarî bi ser Tirkiyeyê de girt: Hêvî agirê Newrozê ye
11:35 Li Edeneyê 3 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin
11:21 Fatîh Polat: Li gel zextan jî rojnamegeran sekna xwe nîşan da
09:10 Ji ber çalakiyên ji bo Cizîrê der barê 18 parêzeran de lêpirsîn hat vekirin
09:09 Erdogmûş: Wê yekîtî li Rojhilata Navîn bibe munasebeta aştiyê
09:09 Saçilik: Divê Komîsyona OHAL'ê biryara der barê Gulmen û Ozkaça bide
09:08 Kav: Jinan di 2017’an de bi berxwedanê bersiv da êrîşan
09:07 'AKP li şûna dersê derxe dubare dike'
09:06 Xwendekarên zanîngehan ji OHAL'ê bêzar in
09:06 Qedexekirina zozanan sewalvanî qedand
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2017'AN
29/12/2017
20:37 Polîsan bi maşinê zarokekî din kuşt
17:22 Gelê Kirmanşanê li dijî rejîma Îranê daket kolanan
16:27 20 meh cazayê rojnameger Sayilgan hat êrêkirin
16:19 Serlêdana malbatan hat redkirin
16:09 Dayikên Şemiyê dê sibê findan pê bixin
15:55 ‘Vînek siyasî ya hêzdar dikare kuştina Elçî çareser bike’
15:28 Encu: Dixwazin ser komkujiya Roboskî binixûmînin
15:11 Hilweşandina avahiyên Kirklar Daxiyê dest pê kir
14:52 Murat Saat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
14:43 Hevşaredarê Şaxê hat berdan
14:16 'AKP bi KHK’yan lîncê diparêz e’
13:59 Hevseroka HDP’ê ya Pîranê hat girtin
13:13 Rojnamegerên jin rapora 2017'an aşkere kir: Em ê her tim şopdarê heqîqetê bin
12:46 3 kes hatin berdan 11 kes man piştî salê
11:27 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Li polisê pîra 76 kuşt tenê 20 meh ceza birîn
11:07 Sebahat Tuncel: Em ê li dijî hişmendiya yek tîpî serî hildin
11:06 Hevseroka DBP’a Agiriyê Naîle Barîş hat girtin
11:05 ‘Li dijî yek tîpî dê berxwedanek mezintir derbikeve holê’
11:00 Hevserokê DBP'ê Arslan: Erdogan dê 2019'an nebîne
10:37 Yuksel Baran tahliye bû
10:32 Ertugrul Mavîoglu: Cilên yek tîp îşkenceyê tîne bîra min
10:22 Tan: Qirkirina li ser çand û zimanê kurdî di 2017'an de kûrtir bû
09:24 Girtiyê nexweş 24 meh in li benda îdîanemeyê ye
09:23 Dozger ji bo polisên diz hewcetî bi lêpirsînê nedît
09:20 Işik: Ji bilî yekîtiyê riyeke kurdan tune ye
09:08 Qeyûmê Sûrê dê di 10 rojan de avahyên Kirklar Daxî xera bike
09:07 Dayikên Şemiyê yên Cizîrê 105 hefte ne nikarin kom bibin
09:06 Koordînasyona Kedê: Armanc xurtkirina çalakiyên karkeran e
09:05 Prof. Dr. Turmen: Em dê îktîdarê bêzar bikin
09:04 Dozger bêyî lêpirsînê hewce bi şopandina dosyayê nedît
09:04 Serpêhatiyên dayika ji komkujiya Zîlan rizgar bû kir kilam
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2017'AN
28/12/2017
17:27 Ji Roboskiyê bang kirin: Ji ber bêedaletiyê qirçînî ji asîmanê me tê
16:52 Serlêdana parêzeran cara 717'emîn hat redkirin
15:49 Cenazeyê Murat Saat dê li Semsûnê defin bikin
15:32 Pirtûka Tom Sawyer û Peter Pan nedan girtiyan
15:28 Komkujiya Roboskî 6 sal li pey xwe hişt: Roboskî bar û êşa herî giran e
15:16 Ji ber gotina 'Nazli Çelîk ê li Geverê ji bo şovê malên gel bi bombeyê teqand' doz vekirin
14:58 HDP’a Mêrdînê starta konferansê da
14:31 Welatî destûrê nadin malên wan bên rûxandin
14:30 Dozgerê doza Serêkaniyê dîsa guherî
14:10 Komelya 78’an: Armanca ‘Cilên yek tîp’ girtiyên kurd in
13:57 Endamên KESK’ê: Emê bi hevre keda xwe paşve bistînin
13:49 Der barê polîsê li zarokan xist de lêpirsîn dan destpêkirin
13:44 HDP: 100 sal jî derbas bibe em ê Roboskî ji bîr nekin
13:40 Girtiyê nexweş ê bi rîngê birin nexweşxaneyê mir
13:26 Li Rezanê çi diqewime?
13:09 ‘Berbang’a Erebê Şemo ji nû ve hat çapkirin
12:59 Roboskiyan reş girêda
12:41 Sînemager: Sinema nayê darizandin
12:28 Girtiyê nexweş li şûna ambulansê, bi rîngê birin nexweşxaneyê!
12:28 Rojnamegerê nelirêtiya şarêder nivîsand rastî gefa mirinê hat
12:17 Parezerên Ocalan cara 717'emîn xwestin biçin Îmraliyê
11:49 Umutê 4 salî sewqî nexweşxaneyek din kirin
11:45 Hebîb: Em ne wekî kesayetî û kom, wekî rêveberî dixwazin tev li civîna li Soçiyê bibin
11:40 33 kes bi îdîaya 'propagandayê' hatin binçavkirin
11:30 Piştevaniyê Hezar û 348 xanî ava kir
11:18 Nivîskar Orhan: Tirkiye li dijî Sûriye gelek caran winda kir
11:09 Tuncel: Komkujiyên neyên ronîkirin dê yên nû bîne
11:08 Karkera taşeron: Dê ezmûnan li gorî kê û çi çêkin?
11:06 Saziya tenduristiyê 2 rapor cuda dan û Ozkan terkî mirinê kir
10:37 Di salekê de 99 caran red: Her kêliya tecrîdê xetereyê zêde dike
09:20 Muxbîran nav da, çapemeniyê ew kir 'bombevan', lê emniyet li 'bombeyê' nepirsî
09:15 'Berpirsiyarên komkujiyan çawa duh dihatin parastin, îro jî tên parastin'
09:14 Dema fanîleyê kurê xwe bêhn dike bêhna wê dertê
09:14 Peyama Ferhat Encu ya ji bo Roboskiyê: Ya dikeve ser milê me mezinkirina hêviyê ye
09:13 Li gor dadgehê kurd ne nîjadeke cuda ne!
09:12 ‘Kuştina Araç ê hat îdiakirin ‘întihar kiriye’ nîşaneya qewimînên nû ye’
09:11 Dîroka cilên yek tîp heta koletiya serdema ewil diçe
09:10 'Bermayiyên nukleerî yên li Gazîemîrê nayên tunekirin, tên firotin’
09:09 Pêlavên kevn li Ewropayê hobî, li Tirkiyeyê pêdivî ye
09:08 33 meh in agahiyê ji kurê xwe yê girtî nagire
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2017'AN
27/12/2017
17:44 Uca ji meclîsê xwest Geliyê Dîcle bê parastin
17:10 Elîaçik: Tenê yek derb emrê desthilatdariyê maye
17:05 Nivîskar Beşîkçî hat berdan
17:01 Dozger berdana rojnameger Taşkin îtîraz kir
16:57 Parlamentera HDP'ê Yildirim nehat berdan
16:25 Qaymeqaymê Qilebanê xwest tezmînatê bide malbatên Roboskê
16:19 HDP: Meclîsa rastênhev li ser kar e
15:32 KESK’iyan bertek nîşanî KHK’ê dan: Em serî natewînin
15:30 ATK’a Stenbolê: Cenazeyên Bedlîsê li vir in
15:17 Çalakiya Kolana Yukselê di roja 414’an berdewam kir: 4 binçav kirin
15:03 Rêxistinên sivîl ên Amedê: KHK’yan betal bikin