Girtiyê nexweş 24 meh in li benda îdîanemeyê ye 2017-12-29 09:24:32 ENQERE - Girtiyê nexweş Azîz Baglan ê 69 salî ku di 16’ê Çileya 2016’an de li Bazîda Agiriyê hat girtin, 24 meh in li benda îdîanameyê ye.  Girtiyê nexweş Azîz Baglan ê 69 salî ku di 16’ê Çileya 2016’an de li mala xwe ya Bazîda Agiriyê hat binçavkirin û girtin, du sal di ser girtina wî re derbas bûn lê hêj îdîanameya wî nehatiye amadekirin. Baglan piştî hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê û piştî 5 mehan li wir ma, sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê hat kirin. Ji ber temenê wî pirsgirêkên Baglan ên tenduristiyê zêde, lê li gel vê yekê jî îtîraza ji bo girtina wî hat  kirin, hat redkirin.    JI SEDÎ 87 ÇAVÊ WÎ NABÎNE   Kurê Azîz Baglan Baran Baglan, diyar kir ku nexweşiyên bavê wî yên dil, tansiyon û kolesterolê hene û wiha axivî: “Bavê min ji sedî 87 nabîne û rapora wî jî heye. Bavê min nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bijî û li xwe mêze bike.”   Baglan, anî ziman ku bi bavê wî re Hasan Hanevdanogullari, Mecît Solmaz, Gulîzar Sîngar, Mehmet Eşsîz û Resul Karaaslan di çarçoveya heman lêpirsînê de hatin girtin û wiha got: “Bi mehan her 6 kes bêyî ku bên darizandin di girtîgehê de tên girtin.”    'GIRTINA DEMDIRÊJ VEGUHERÎ ÎNFAZÊ'   Baglan, da zanîn ku ev girtina demdirêj êdî veguherî înfazê û wiha bi lêv kir: “Ger ev kes tên sûcdarkirin û girtin, çima nêzî 24 meh in îdîanameya wan nayê amade kirin û dernaxin dadgehê. Ger sûcdar bin çima dernaxin dadgehê. Pêvajoyek 24 mehan ne hindik e. Ma amadekairina îdianameya 6 kesan evqasî zor e? Pêvajoya girtina demdirêj weke ku ne bes be, ji Agiriyê sirgûnî Oltuyê kirin. Bi vî awayî malbatan jî ceza dikin.” Baglan, destnîşan kir ku daxwaza wan ew e ku demildest bav û girtiyên din bên darizandin û berdan.     PARÊZER: MAFÊ DARIZANDINÊ HATIYE BINPÊKIRIN   Parêzerê Baglan Huseyîn Bogatekîn jî, diyar kir ku wan ji ber girtina demdirêj, ji duh ve têkildarî “Di pêvajoya hatî diyarkirin de derketina pêşberî dadgehê” bi daxwaza tazmînatê kiriye. Parêzer Bogatekîn, da zanîn ku ger îdîaname niha jî bê amadekirin, dê roja danişînê bidin mehên Adar-Nîsanê û wiha got: “Ev rewşeke derhiqûqî û binpêkirina mafê girtiya ne.”   Bogatekîn, anî ziman ku mafê muwekîlê wî, yê di dema hatî diyarkirin de derneketina dadgehê hatiye binpêkirin û wiha domand: “Çi gava muwekîlê min  derbikeve dadgehê dê bê berdan. Lê hincetên lêpirsînên FETO'yê nîşan didin û vê pêvajoyê dirêj dikin. Me ji dozger daxwaz kir ku muwekîlê min berde û bi awayekî negirtî bê darizandin, lê dozger tu bersiv neda vê daxwaza me. Rewşeke ku berbelavî demê bikin heye û rewşa tenduristiya muwîkîlê min jî nebaş e. Ji ber vê yekê jiyana wî di talûkeyê de ye.”   Bogatekîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku ‘biryara nepeniyê’ danîne ser dosyayê, em nikarin xwe bigihînin dosyeya lêpirsînê jî.”   MA / Hayrî Demîr