Muxbîran nav da, çapemeniyê ew kir 'bombevan', lê emniyet li 'bombeyê' nepirsî

  • rojane
  • 09:20 28 Kanûn 2017
  • |
img

ÎZMÎR – Li Îzmîrê çapemeniya hewzê Nazliye Erkanê wek “bombevan” lanse kiribû. Lê emniyetê di vê der barê de pirsek  têkildarî bombeye jî pirs nekir. Hat hînbûn ku nexweşîna peneşêrê li Erkanê peyda bûye û tenê hevdîtinên wê yên li girtîgehê bi bavê xwe re kiriye jê hatine pirsîn.

Li Îzmîrê di 19’ê Kanûnê de di avêtina ser malan ên bi awayekî hevwext de ji 51 kesên hatin binçavkirin hêj kar û barên li Miduriyeta Polîsan ê 11 kesan didome û 29 kes jî hatin girtin. Ji yên hatin girtin yek jê Nazliye Erkan e ku çapemeniya hewzê ew wek “bombevan” lanse kiribû. Hat hînbûn ku Erkan nexweşa penceşêrê ye. Her wiha hat hînbûn ku di girtekên emniyetê de têkildarî bombeyê tu pirs ji Erkanê nehatine pirsîn, tenê ji Erkanê der barê bav û birayê wê yên girtî de pirs hatine pirsîn. 
 
Li gorî girtekên emniyetê, der barê 65 kesên li navçeyên Buca, Karşiyaka, Konak, Menemen, Çigli û Alîaga de 10 îxbarên cuda hatine kirin û bi vê hincetê operasyon pêk hatiye. Di îxbaran de tenê nav û paşnav derbas dibe û ev îfade cih digirin: “Yên ji çiya hatine Îzmîrê li malên xwe xwedî dikin. Li malên xwe birîndaran vedişêrin. Li malên wan dokumanên rêxistinî hene. Navnîşana wan tam nizanim.” 
 
HEVDÎTINÊN LI GEL BAVÊ WÊ JÊ PIRSÎN 
 
Navê Nazliye Erkan a ku ji aliyê çapemeniya hewzê ve wek “bombevan” hat lanse kirin jî di van îhbaran de derbas dibe. Ji Erkan der barê birayê wê Abdurahman Erkan (Koçer) ê di sala 2009’an de jiyana xwe ji dest da hat pirsîn. Pirsên sosret ên der barê bavê Erkan ê ji sala 2011’an ve girtiye û hevdîtinên bi bavê xwe re kiriye jî hatin pirsîn.  Ev pirsên sosret ji Erkan hat pirsîn: “Di hevdîtinên te û bavê te Mihdî Erkan ê di girtîgeha Şakranê de çi derbas dibin û agahiyên çawa bi riya te ji rêxistinê re radigîhîne. Nîşeyên rêxistinî yê çawa dide te. Bi riya bavê te hûn bi kîjan endamê rêxistinê re têkiliyê datînin? Aşkere bikin.” 
 
'ÇEK XISTIN SERÊ MIN’ 
 
Sultan Erkan a 60 salî jî tiştên di dema avêtina ser malê de gotin û wiha domand: “Hêj min laçika xwe nedabû serê xwe gumînî ji derî hat. Hemû cîranên me ji ber deng şiyar bûn. Ser çavên wan girtî bû. Çek xistin serê min û min li erdê dirêj kirin. Dema min serê xwe radikir bi pehînan li serê min didan. Li odeyan li keça min Nazliyeyê geriyan. Me hemûyan li salonê kom kirin.” 
 
‘JI BER EM KURD IN VÊ YEKÊ TÎNIN SERÊ ME’
 
Erkan destnîşan kir ku bi hinceta Rewşa Awarte dest danîn ser wêneyê kurê wê yê jiyana xwe ji dest dabû û wiha dewam kir: “Piştî çapemeniya hewzê keça min kir hedef, xwestin me ji mala me derbixin. Tiştek bê serê keça min berpirsyar dewlet e. Ji ber em kurd in vê yekê tînin serê me. Em kurd in û em ê xwedî li zarokên xwe derbikevin. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî ez ê hesabê vê zilmê bipirsim.” 
 
Şeref Surme yê hat binçavkirin û pişt re hat berdan got ku heta parêzerên wan çûn gel wan der barê malbatên wan de ji wan pirs hatine kirine û li emniyetê bi pirsên sosret re rû bi rû mane. 
 

Sernavên din

30/12/2017
12:49 ‘Xwezaya Geliyê Ava Spî talan dikin lê rayedar bêdeng in’
12:29 Meclisê pirsên dê cînayeta Tahîr Elçî ronî bikirana îade kir
12:17 Kîşînê ji sedî 77 astengdar serbest berdin
12:10 2017 bû sala polîs bi maşîneyên zirxî mirovan bikujin
11:37 Saleke tarî bi ser Tirkiyeyê de girt: Hêvî agirê Newrozê ye
11:35 Li Edeneyê 3 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin
11:21 Fatîh Polat: Li gel zextan jî rojnamegeran sekna xwe nîşan da
09:10 Ji ber çalakiyên ji bo Cizîrê der barê 18 parêzeran de lêpirsîn hat vekirin
09:09 Erdogmûş: Wê yekîtî li Rojhilata Navîn bibe munasebeta aştiyê
09:09 Saçilik: Divê Komîsyona OHAL'ê biryara der barê Gulmen û Ozkaça bide
09:08 Kav: Jinan di 2017’an de bi berxwedanê bersiv da êrîşan
09:07 'AKP li şûna dersê derxe dubare dike'
09:06 Xwendekarên zanîngehan ji OHAL'ê bêzar in
09:06 Qedexekirina zozanan sewalvanî qedand
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2017'AN
29/12/2017
20:37 Polîsan bi maşinê zarokekî din kuşt
17:22 Gelê Kirmanşanê li dijî rejîma Îranê daket kolanan
16:27 20 meh cazayê rojnameger Sayilgan hat êrêkirin
16:19 Serlêdana malbatan hat redkirin
16:09 Dayikên Şemiyê dê sibê findan pê bixin
15:55 ‘Vînek siyasî ya hêzdar dikare kuştina Elçî çareser bike’
15:28 Encu: Dixwazin ser komkujiya Roboskî binixûmînin
15:11 Hilweşandina avahiyên Kirklar Daxiyê dest pê kir
14:52 Murat Saat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
14:43 Hevşaredarê Şaxê hat berdan
14:16 'AKP bi KHK’yan lîncê diparêz e’
13:59 Hevseroka HDP’ê ya Pîranê hat girtin
13:13 Rojnamegerên jin rapora 2017'an aşkere kir: Em ê her tim şopdarê heqîqetê bin
12:46 3 kes hatin berdan 11 kes man piştî salê
11:27 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Li polisê pîra 76 kuşt tenê 20 meh ceza birîn
11:07 Sebahat Tuncel: Em ê li dijî hişmendiya yek tîpî serî hildin
11:06 Hevseroka DBP’a Agiriyê Naîle Barîş hat girtin
11:05 ‘Li dijî yek tîpî dê berxwedanek mezintir derbikeve holê’
11:00 Hevserokê DBP'ê Arslan: Erdogan dê 2019'an nebîne
10:37 Yuksel Baran tahliye bû
10:32 Ertugrul Mavîoglu: Cilên yek tîp îşkenceyê tîne bîra min
10:22 Tan: Qirkirina li ser çand û zimanê kurdî di 2017'an de kûrtir bû
09:24 Girtiyê nexweş 24 meh in li benda îdîanemeyê ye
09:23 Dozger ji bo polisên diz hewcetî bi lêpirsînê nedît
09:20 Işik: Ji bilî yekîtiyê riyeke kurdan tune ye
09:08 Qeyûmê Sûrê dê di 10 rojan de avahyên Kirklar Daxî xera bike
09:07 Dayikên Şemiyê yên Cizîrê 105 hefte ne nikarin kom bibin
09:06 Koordînasyona Kedê: Armanc xurtkirina çalakiyên karkeran e
09:05 Prof. Dr. Turmen: Em dê îktîdarê bêzar bikin
09:04 Dozger bêyî lêpirsînê hewce bi şopandina dosyayê nedît
09:04 Serpêhatiyên dayika ji komkujiya Zîlan rizgar bû kir kilam
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2017'AN
28/12/2017
17:27 Ji Roboskiyê bang kirin: Ji ber bêedaletiyê qirçînî ji asîmanê me tê
16:52 Serlêdana parêzeran cara 717'emîn hat redkirin
15:49 Cenazeyê Murat Saat dê li Semsûnê defin bikin
15:32 Pirtûka Tom Sawyer û Peter Pan nedan girtiyan
15:28 Komkujiya Roboskî 6 sal li pey xwe hişt: Roboskî bar û êşa herî giran e
15:16 Ji ber gotina 'Nazli Çelîk ê li Geverê ji bo şovê malên gel bi bombeyê teqand' doz vekirin
14:58 HDP’a Mêrdînê starta konferansê da
14:31 Welatî destûrê nadin malên wan bên rûxandin
14:30 Dozgerê doza Serêkaniyê dîsa guherî
14:10 Komelya 78’an: Armanca ‘Cilên yek tîp’ girtiyên kurd in
13:57 Endamên KESK’ê: Emê bi hevre keda xwe paşve bistînin
13:49 Der barê polîsê li zarokan xist de lêpirsîn dan destpêkirin
13:44 HDP: 100 sal jî derbas bibe em ê Roboskî ji bîr nekin
13:40 Girtiyê nexweş ê bi rîngê birin nexweşxaneyê mir
13:26 Li Rezanê çi diqewime?
13:09 ‘Berbang’a Erebê Şemo ji nû ve hat çapkirin
12:59 Roboskiyan reş girêda
12:41 Sînemager: Sinema nayê darizandin
12:28 Girtiyê nexweş li şûna ambulansê, bi rîngê birin nexweşxaneyê!
12:28 Rojnamegerê nelirêtiya şarêder nivîsand rastî gefa mirinê hat
12:17 Parezerên Ocalan cara 717'emîn xwestin biçin Îmraliyê
11:49 Umutê 4 salî sewqî nexweşxaneyek din kirin
11:45 Hebîb: Em ne wekî kesayetî û kom, wekî rêveberî dixwazin tev li civîna li Soçiyê bibin
11:40 33 kes bi îdîaya 'propagandayê' hatin binçavkirin
11:30 Piştevaniyê Hezar û 348 xanî ava kir
11:18 Nivîskar Orhan: Tirkiye li dijî Sûriye gelek caran winda kir
11:09 Tuncel: Komkujiyên neyên ronîkirin dê yên nû bîne
11:08 Karkera taşeron: Dê ezmûnan li gorî kê û çi çêkin?
11:06 Saziya tenduristiyê 2 rapor cuda dan û Ozkan terkî mirinê kir
10:37 Di salekê de 99 caran red: Her kêliya tecrîdê xetereyê zêde dike
09:20 Muxbîran nav da, çapemeniyê ew kir 'bombevan', lê emniyet li 'bombeyê' nepirsî
09:15 'Berpirsiyarên komkujiyan çawa duh dihatin parastin, îro jî tên parastin'
09:14 Dema fanîleyê kurê xwe bêhn dike bêhna wê dertê
09:14 Peyama Ferhat Encu ya ji bo Roboskiyê: Ya dikeve ser milê me mezinkirina hêviyê ye
09:13 Li gor dadgehê kurd ne nîjadeke cuda ne!
09:12 ‘Kuştina Araç ê hat îdiakirin ‘întihar kiriye’ nîşaneya qewimînên nû ye’
09:11 Dîroka cilên yek tîp heta koletiya serdema ewil diçe
09:10 'Bermayiyên nukleerî yên li Gazîemîrê nayên tunekirin, tên firotin’
09:09 Pêlavên kevn li Ewropayê hobî, li Tirkiyeyê pêdivî ye
09:08 33 meh in agahiyê ji kurê xwe yê girtî nagire
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2017'AN
27/12/2017
17:44 Uca ji meclîsê xwest Geliyê Dîcle bê parastin
17:10 Elîaçik: Tenê yek derb emrê desthilatdariyê maye
17:05 Nivîskar Beşîkçî hat berdan
17:01 Dozger berdana rojnameger Taşkin îtîraz kir
16:57 Parlamentera HDP'ê Yildirim nehat berdan
16:25 Qaymeqaymê Qilebanê xwest tezmînatê bide malbatên Roboskê
16:19 HDP: Meclîsa rastênhev li ser kar e
15:32 KESK’iyan bertek nîşanî KHK’ê dan: Em serî natewînin
15:30 ATK’a Stenbolê: Cenazeyên Bedlîsê li vir in
15:17 Çalakiya Kolana Yukselê di roja 414’an berdewam kir: 4 binçav kirin
15:03 Rêxistinên sivîl ên Amedê: KHK’yan betal bikin