Muxbîran nav da, çapemeniyê ew kir 'bombevan', lê emniyet li 'bombeyê' nepirsî 2017-12-28 09:20:14 ÎZMÎR – Li Îzmîrê çapemeniya hewzê Nazliye Erkanê wek “bombevan” lanse kiribû. Lê emniyetê di vê der barê de pirsek  têkildarî bombeye jî pirs nekir. Hat hînbûn ku nexweşîna peneşêrê li Erkanê peyda bûye û tenê hevdîtinên wê yên li girtîgehê bi bavê xwe re kiriye jê hatine pirsîn. Li Îzmîrê di 19’ê Kanûnê de di avêtina ser malan ên bi awayekî hevwext de ji 51 kesên hatin binçavkirin hêj kar û barên li Miduriyeta Polîsan ê 11 kesan didome û 29 kes jî hatin girtin. Ji yên hatin girtin yek jê Nazliye Erkan e ku çapemeniya hewzê ew wek “bombevan” lanse kiribû. Hat hînbûn ku Erkan nexweşa penceşêrê ye. Her wiha hat hînbûn ku di girtekên emniyetê de têkildarî bombeyê tu pirs ji Erkanê nehatine pirsîn, tenê ji Erkanê der barê bav û birayê wê yên girtî de pirs hatine pirsîn.    Li gorî girtekên emniyetê, der barê 65 kesên li navçeyên Buca, Karşiyaka, Konak, Menemen, Çigli û Alîaga de 10 îxbarên cuda hatine kirin û bi vê hincetê operasyon pêk hatiye. Di îxbaran de tenê nav û paşnav derbas dibe û ev îfade cih digirin: “Yên ji çiya hatine Îzmîrê li malên xwe xwedî dikin. Li malên xwe birîndaran vedişêrin. Li malên wan dokumanên rêxistinî hene. Navnîşana wan tam nizanim.”    HEVDÎTINÊN LI GEL BAVÊ WÊ JÊ PIRSÎN    Navê Nazliye Erkan a ku ji aliyê çapemeniya hewzê ve wek “bombevan” hat lanse kirin jî di van îhbaran de derbas dibe. Ji Erkan der barê birayê wê Abdurahman Erkan (Koçer) ê di sala 2009’an de jiyana xwe ji dest da hat pirsîn. Pirsên sosret ên der barê bavê Erkan ê ji sala 2011’an ve girtiye û hevdîtinên bi bavê xwe re kiriye jî hatin pirsîn.  Ev pirsên sosret ji Erkan hat pirsîn: “Di hevdîtinên te û bavê te Mihdî Erkan ê di girtîgeha Şakranê de çi derbas dibin û agahiyên çawa bi riya te ji rêxistinê re radigîhîne. Nîşeyên rêxistinî yê çawa dide te. Bi riya bavê te hûn bi kîjan endamê rêxistinê re têkiliyê datînin? Aşkere bikin.”    'ÇEK XISTIN SERÊ MIN’    Sultan Erkan a 60 salî jî tiştên di dema avêtina ser malê de gotin û wiha domand: “Hêj min laçika xwe nedabû serê xwe gumînî ji derî hat. Hemû cîranên me ji ber deng şiyar bûn. Ser çavên wan girtî bû. Çek xistin serê min û min li erdê dirêj kirin. Dema min serê xwe radikir bi pehînan li serê min didan. Li odeyan li keça min Nazliyeyê geriyan. Me hemûyan li salonê kom kirin.”    ‘JI BER EM KURD IN VÊ YEKÊ TÎNIN SERÊ ME’   Erkan destnîşan kir ku bi hinceta Rewşa Awarte dest danîn ser wêneyê kurê wê yê jiyana xwe ji dest dabû û wiha dewam kir: “Piştî çapemeniya hewzê keça min kir hedef, xwestin me ji mala me derbixin. Tiştek bê serê keça min berpirsyar dewlet e. Ji ber em kurd in vê yekê tînin serê me. Em kurd in û em ê xwedî li zarokên xwe derbikevin. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî ez ê hesabê vê zilmê bipirsim.”    Şeref Surme yê hat binçavkirin û pişt re hat berdan got ku heta parêzerên wan çûn gel wan der barê malbatên wan de ji wan pirs hatine kirine û li emniyetê bi pirsên sosret re rû bi rû mane.