'Berpirsiyarên komkujiyan çawa duh dihatin parastin, îro jî tên parastin'

  • rojane
  • 09:15 28 Kanûn 2017
  • |
img

WAN - Lêkolînvan û nivîskar Îkram Îşler bal kişand ser hevşibiyên Qanûna Jimare 1850 ya piştî Komkujiya Geliyê Zîlan hat derxistin û KHK'a Jimare 696'an û ev tişt gotin: "Piştî Komkujiya Zîlanê çawa sîwana dewletê berpirsyarên komkujiyê parastibin, îro jî dê bi vê KHK'ê biparêzin."

Bi Biryarnamaye Di Hukmê Qanûnî de (KHK) ya Jimara 696'an hun sererastkirin hatin kirin û di madeya 121'an a vê biryarnameyê de wiha tê gotin: "Kesên ku çalakiyên terorî ditepisînin dê neyên cezakirin." Bi heman şêweyî di sala 1930'yî de li Geliyê Zîlan komkujiyek pêk hat û kesên di komkujiyê de cih girtin, di 20'ê Tîrmeha 1931'an de bi Qanûna Jimare 1850'yî di warê qanûnî de hatin parastin. Di qanûnê de tê gotin ku "Kesên wekî derî notirvan, cerdevan, milîs û welatiyên ku piştgiriyê didin û raperîna Erdîş, Zîlan, Agirî û Pulumuriyeya Erzinganê ditepisînin, dê bi tu awayî neyên cezakirin."
 
87 sal di ser re derbas bû, lê îro hikûmeta AKP'ê careke din hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê û bûyerên wekî "berdewamiya van" hincet dide nîşan û ji bo tepisandina wan, kesên di tepisandinê de cih bigirin û sûc bikin jî dê neyên cezakirin. Nivîskar û lêkolîner Îkram Îşler ên pirtûkên "Dosyaya Zîlanê 1 û 2" nivîsiye, der barê qanûnên wê demê hatine derxistin û îro de nêrînên xwe anîn ziman.
 
ÇI SOZ DAN 300 KESÊN DI GIRTÎGEHÊ DE
 
Îkram Îşler aşkera kir ku berî komkujiya Geliyê Zîlan pêk bê, 300 kesên di kuştin û diziyê de cih girtine ji girtîgehê tên derxistin û wan tînin herêmê û ev kesên ku tên dewlet ji wan re dibêje ku "Heke hûn 3 mehan gotina me bikin, em ê we serbest berdin. Hûn ê hem ji leşkeriyê û hem jî ji girtinê bên muafkirin." Ev kesên ku pêşniyar qebûl kirine, kom bi kom tên belavkirin û bi destê wan komujiyan pêk tînin.
 
‘DIVÊ KOMKUJIYEKE WISA BE HEMÛ CÎHAN JI BÎR NEKE’ 
 
Îşler anî ziman ku ji van kesan yek jî Dewrêş Beg e û ji Konyayê hatiye, ji wî re dibêjin ku "Tu yê li Erdîşê komkujiyeke wisa bikî ku dê hemû cîhan ji bîr neke. Tu yê derseke wisa bidî wan ku dê cîhan ji bîr neke." Îşler da zanîn ku ev kes jî ev komkujî pêk aniye û wiha axivî: "Gundiyên ku agahiya wan ji komkujiyê tune ne, bi awayekî dijwar tên kuştin."
 
ROLA KOMELEYÊN AVCILAR Û ATICILAR ÊN ERDÎŞÊ
 
Îşler diyar kir ku Komkujiya Geliyê Zîlan li çar herêman pêk hatiye û wiha pê de çû: "Derwêş Beg, beyî ku bêje jin û zarok, kal û pîr hemû mirovan li cihekî kom dike û ji wan re wiha dibêje; 'Em ê ji we re nasnameyê derxin, em ê wêneyên we bikişînin. Cilên xwe yên herî xweşik li xwe bikin, zêr û tiştên xwe yên xweş bigirin gel xwe.' Mirov jî gotina wî dikin û li 4 herêmên Geliyê Zîlan welatiyan kom dikin. Yanî girêdayî vê li 4 cihan komkujî pêk tê. Mirovên li vir tên qetilkirin haya wan ji tu tiştî tune ye. 3 saetan wan radiwestînin, pişt re hemû tên qetilkirin. Piştî komkujiyê zarokên ku di binê cenazeyan de sax dimînin, ber bi daristanê ve direvin. Wê demê komeleyên 'Avcilar û Aticilar' li Erdîşê hebûn. Endamên van komeleyan piştî komkujiyê diçin daristanê û li pey şopa van zarokan dikevin. Ji van nêçîrvanan yek şahidiya wê demê vedibêje. Nêçîrvanek dibîne ku zarok direvin û wan digire. Zaroka keç a 10 salî digire û di avê de dixeniqîne. Birayê wê dema dixwaze wê rizgar bike, nêçîrvan guleyekê berdide serê wî zarokî jî. Ev hemû li ber çavên şahid pêk tên. Bi hezaran zarok wiha kuştin."
 
‘CENAZE BI SALAN LI ERDÊ MAN’
 
Îşler destnîşan kir ku rojnameya Cumhuriyetê wê demê mirina 15 hezar mirovî nivîsiye û wiha domand: "Wisa bûye ku li Geliyê Zîlan cenazeyan li ser hev rêz dikin. Cenazeyê bi hezaran mirovî 20 salan li erdê man. Kuçikan cenazeyê wan hemû xwarin, ji ber ku 20 salan Geliyê Zîlan qedexe kirin. Mirov ji tirsa jî neçûn vê herêmê. Kûçik ewqas çav sorî dibûn ku, mirovên diçin wê herêmê jî dixwin."
 
JI BO PÊŞÎ LI DARIZANDINAN BIGIRIN, QANÛN DERXISTIN
 
Îşler got ku li Zîlanê sûcên mezin pêk hatine, ji ber ku ew kesên ev sûc kirine ji cezakirinê tirsiya ne, ew bi qanûnan parastine û wiha got: "Ji bo kujeran ji vê tirsê rizgar bikin wê demê qanûneke wiha anîn. Bi qanûnê re ev kes rihet bûn. Bi xwe ji hev re digotin, 'Me ew qas mirov kuştin, dê sibê me darizînin. Qanûneke wisa derxin, bila kes neyê darizandin.' Piştî komkujiyê di sala 1930'yî de qanûn derxistin, leşker, milîs, sivîl û kesên di komujiyê de tiliya wan hebûn hemû bê ceza man."
 
KESÊN HATIN GIRITN JÎ KUŞTIN
 
Îşler anî ziman ku 15 hezar mirov hatine qetilkirin, berpirsyarên komkujiyê nehatine darizandin, 2 sal bi ser komujiyê re derbas bûye, kesên xwe li çiya û daristanan veşartine jî hatine dîtin û ew jî qetil kirine û wiha domand: "Mînak Eyşo û hevjînê wê Reşoyê Silo, di şikeftekê de tên dîtin û wan dikujin. Serê wan bi destê milîsan tê jêkirin. Serê wan bi du xîçan ve dikin û dibin qereqoleke Agiriyê, du salan li vir tê pêşandan. Wê demê kesên destê wan çek digire, li Erdîşê di Mizgefta Kocayusufê de kom dikin. Êvarê wan dikin du kom û hemûyan înfaz dikin. Yek ji wan zilimkaran jî nayê darizandin."
 
Îşler derbirî ku tevî vê jî li ber çavê hemû cîhanê Cizîr û Nisêbîn hatiye rûxandin û ev tişt anîn ziman: "Heke pêşî li van KHK'ên nû neyên girtin, dê komkujiyên mezin pêk bên. Ev kesên ku KHK derxistin an ji darizandinê ditirsin, an jî dixwazin komkujiyên nû pêk bînin. Dê sûcên mezin derkevin holê, ji bo pêşiya van bigirin, KHK'an derdixin. Di komkujiya Geliyê Zîlan de çawa ku kujer di bin sîwana dewletê de parastin, dê kujerên îro jî bi heman şêweyî biparêzin. Piştî vê KHK'ê tirseke mezin ket dilê min û tiştên ku biqewimin ez naxwazim xeyal jî bikim. Di raperîna Koçgiriyê de 80 mebûsên kurd hebûn. Lê meclis hat fesixkirin. Di roja meya îro de jî 80 wekîlên HDP'ê ketin meclisê, meclis fesix kirin. Tiştên ku îro diqewimin yek bi yek dişibin ên wê demê. Yanî dîrok hin tiştan wiha paşve tîne. Pergala di salên 1920'î de di dewrê de bû, îro jî di dewrê de ye."
 
'HEKE DEMOKRASÎ HEBÛYA...'
 
Îşler aşkera kir ku ji bo belgeyên Komujiya Geliyê Zîlan ji arşîvên meclisê derxe 20 salan xebitiye, lê belge winda kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Demokrasî tirsa rejîmê ye. Heke demokrasî hebûya dê li ser tu tiştî nehata girtin. Heke tu bixwazî li ser tiştekî bigirî, nexwe tu naxwazî demokrasî bê."
 
MA / Mujdat Can - Mahmut Ruvanas
 
 

Sernavên din

30/12/2017
12:49 ‘Xwezaya Geliyê Ava Spî talan dikin lê rayedar bêdeng in’
12:29 Meclisê pirsên dê cînayeta Tahîr Elçî ronî bikirana îade kir
12:17 Kîşînê ji sedî 77 astengdar serbest berdin
12:10 2017 bû sala polîs bi maşîneyên zirxî mirovan bikujin
11:37 Saleke tarî bi ser Tirkiyeyê de girt: Hêvî agirê Newrozê ye
11:35 Li Edeneyê 3 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin
11:21 Fatîh Polat: Li gel zextan jî rojnamegeran sekna xwe nîşan da
09:10 Ji ber çalakiyên ji bo Cizîrê der barê 18 parêzeran de lêpirsîn hat vekirin
09:09 Erdogmûş: Wê yekîtî li Rojhilata Navîn bibe munasebeta aştiyê
09:09 Saçilik: Divê Komîsyona OHAL'ê biryara der barê Gulmen û Ozkaça bide
09:08 Kav: Jinan di 2017’an de bi berxwedanê bersiv da êrîşan
09:07 'AKP li şûna dersê derxe dubare dike'
09:06 Xwendekarên zanîngehan ji OHAL'ê bêzar in
09:06 Qedexekirina zozanan sewalvanî qedand
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2017'AN
29/12/2017
20:37 Polîsan bi maşinê zarokekî din kuşt
17:22 Gelê Kirmanşanê li dijî rejîma Îranê daket kolanan
16:27 20 meh cazayê rojnameger Sayilgan hat êrêkirin
16:19 Serlêdana malbatan hat redkirin
16:09 Dayikên Şemiyê dê sibê findan pê bixin
15:55 ‘Vînek siyasî ya hêzdar dikare kuştina Elçî çareser bike’
15:28 Encu: Dixwazin ser komkujiya Roboskî binixûmînin
15:11 Hilweşandina avahiyên Kirklar Daxiyê dest pê kir
14:52 Murat Saat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
14:43 Hevşaredarê Şaxê hat berdan
14:16 'AKP bi KHK’yan lîncê diparêz e’
13:59 Hevseroka HDP’ê ya Pîranê hat girtin
13:13 Rojnamegerên jin rapora 2017'an aşkere kir: Em ê her tim şopdarê heqîqetê bin
12:46 3 kes hatin berdan 11 kes man piştî salê
11:27 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Li polisê pîra 76 kuşt tenê 20 meh ceza birîn
11:07 Sebahat Tuncel: Em ê li dijî hişmendiya yek tîpî serî hildin
11:06 Hevseroka DBP’a Agiriyê Naîle Barîş hat girtin
11:05 ‘Li dijî yek tîpî dê berxwedanek mezintir derbikeve holê’
11:00 Hevserokê DBP'ê Arslan: Erdogan dê 2019'an nebîne
10:37 Yuksel Baran tahliye bû
10:32 Ertugrul Mavîoglu: Cilên yek tîp îşkenceyê tîne bîra min
10:22 Tan: Qirkirina li ser çand û zimanê kurdî di 2017'an de kûrtir bû
09:24 Girtiyê nexweş 24 meh in li benda îdîanemeyê ye
09:23 Dozger ji bo polisên diz hewcetî bi lêpirsînê nedît
09:20 Işik: Ji bilî yekîtiyê riyeke kurdan tune ye
09:08 Qeyûmê Sûrê dê di 10 rojan de avahyên Kirklar Daxî xera bike
09:07 Dayikên Şemiyê yên Cizîrê 105 hefte ne nikarin kom bibin
09:06 Koordînasyona Kedê: Armanc xurtkirina çalakiyên karkeran e
09:05 Prof. Dr. Turmen: Em dê îktîdarê bêzar bikin
09:04 Dozger bêyî lêpirsînê hewce bi şopandina dosyayê nedît
09:04 Serpêhatiyên dayika ji komkujiya Zîlan rizgar bû kir kilam
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2017'AN
28/12/2017
17:27 Ji Roboskiyê bang kirin: Ji ber bêedaletiyê qirçînî ji asîmanê me tê
16:52 Serlêdana parêzeran cara 717'emîn hat redkirin
15:49 Cenazeyê Murat Saat dê li Semsûnê defin bikin
15:32 Pirtûka Tom Sawyer û Peter Pan nedan girtiyan
15:28 Komkujiya Roboskî 6 sal li pey xwe hişt: Roboskî bar û êşa herî giran e
15:16 Ji ber gotina 'Nazli Çelîk ê li Geverê ji bo şovê malên gel bi bombeyê teqand' doz vekirin
14:58 HDP’a Mêrdînê starta konferansê da
14:31 Welatî destûrê nadin malên wan bên rûxandin
14:30 Dozgerê doza Serêkaniyê dîsa guherî
14:10 Komelya 78’an: Armanca ‘Cilên yek tîp’ girtiyên kurd in
13:57 Endamên KESK’ê: Emê bi hevre keda xwe paşve bistînin
13:49 Der barê polîsê li zarokan xist de lêpirsîn dan destpêkirin
13:44 HDP: 100 sal jî derbas bibe em ê Roboskî ji bîr nekin
13:40 Girtiyê nexweş ê bi rîngê birin nexweşxaneyê mir
13:26 Li Rezanê çi diqewime?
13:09 ‘Berbang’a Erebê Şemo ji nû ve hat çapkirin
12:59 Roboskiyan reş girêda
12:41 Sînemager: Sinema nayê darizandin
12:28 Girtiyê nexweş li şûna ambulansê, bi rîngê birin nexweşxaneyê!
12:28 Rojnamegerê nelirêtiya şarêder nivîsand rastî gefa mirinê hat
12:17 Parezerên Ocalan cara 717'emîn xwestin biçin Îmraliyê
11:49 Umutê 4 salî sewqî nexweşxaneyek din kirin
11:45 Hebîb: Em ne wekî kesayetî û kom, wekî rêveberî dixwazin tev li civîna li Soçiyê bibin
11:40 33 kes bi îdîaya 'propagandayê' hatin binçavkirin
11:30 Piştevaniyê Hezar û 348 xanî ava kir
11:18 Nivîskar Orhan: Tirkiye li dijî Sûriye gelek caran winda kir
11:09 Tuncel: Komkujiyên neyên ronîkirin dê yên nû bîne
11:08 Karkera taşeron: Dê ezmûnan li gorî kê û çi çêkin?
11:06 Saziya tenduristiyê 2 rapor cuda dan û Ozkan terkî mirinê kir
10:37 Di salekê de 99 caran red: Her kêliya tecrîdê xetereyê zêde dike
09:20 Muxbîran nav da, çapemeniyê ew kir 'bombevan', lê emniyet li 'bombeyê' nepirsî
09:15 'Berpirsiyarên komkujiyan çawa duh dihatin parastin, îro jî tên parastin'
09:14 Dema fanîleyê kurê xwe bêhn dike bêhna wê dertê
09:14 Peyama Ferhat Encu ya ji bo Roboskiyê: Ya dikeve ser milê me mezinkirina hêviyê ye
09:13 Li gor dadgehê kurd ne nîjadeke cuda ne!
09:12 ‘Kuştina Araç ê hat îdiakirin ‘întihar kiriye’ nîşaneya qewimînên nû ye’
09:11 Dîroka cilên yek tîp heta koletiya serdema ewil diçe
09:10 'Bermayiyên nukleerî yên li Gazîemîrê nayên tunekirin, tên firotin’
09:09 Pêlavên kevn li Ewropayê hobî, li Tirkiyeyê pêdivî ye
09:08 33 meh in agahiyê ji kurê xwe yê girtî nagire
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2017'AN
27/12/2017
17:44 Uca ji meclîsê xwest Geliyê Dîcle bê parastin
17:10 Elîaçik: Tenê yek derb emrê desthilatdariyê maye
17:05 Nivîskar Beşîkçî hat berdan
17:01 Dozger berdana rojnameger Taşkin îtîraz kir
16:57 Parlamentera HDP'ê Yildirim nehat berdan
16:25 Qaymeqaymê Qilebanê xwest tezmînatê bide malbatên Roboskê
16:19 HDP: Meclîsa rastênhev li ser kar e
15:32 KESK’iyan bertek nîşanî KHK’ê dan: Em serî natewînin
15:30 ATK’a Stenbolê: Cenazeyên Bedlîsê li vir in
15:17 Çalakiya Kolana Yukselê di roja 414’an berdewam kir: 4 binçav kirin
15:03 Rêxistinên sivîl ên Amedê: KHK’yan betal bikin