'Berpirsiyarên komkujiyan çawa duh dihatin parastin, îro jî tên parastin' 2017-12-28 09:15:58 WAN - Lêkolînvan û nivîskar Îkram Îşler bal kişand ser hevşibiyên Qanûna Jimare 1850 ya piştî Komkujiya Geliyê Zîlan hat derxistin û KHK'a Jimare 696'an û ev tişt gotin: "Piştî Komkujiya Zîlanê çawa sîwana dewletê berpirsyarên komkujiyê parastibin, îro jî dê bi vê KHK'ê biparêzin." Bi Biryarnamaye Di Hukmê Qanûnî de (KHK) ya Jimara 696'an hun sererastkirin hatin kirin û di madeya 121'an a vê biryarnameyê de wiha tê gotin: "Kesên ku çalakiyên terorî ditepisînin dê neyên cezakirin." Bi heman şêweyî di sala 1930'yî de li Geliyê Zîlan komkujiyek pêk hat û kesên di komkujiyê de cih girtin, di 20'ê Tîrmeha 1931'an de bi Qanûna Jimare 1850'yî di warê qanûnî de hatin parastin. Di qanûnê de tê gotin ku "Kesên wekî derî notirvan, cerdevan, milîs û welatiyên ku piştgiriyê didin û raperîna Erdîş, Zîlan, Agirî û Pulumuriyeya Erzinganê ditepisînin, dê bi tu awayî neyên cezakirin."   87 sal di ser re derbas bû, lê îro hikûmeta AKP'ê careke din hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê û bûyerên wekî "berdewamiya van" hincet dide nîşan û ji bo tepisandina wan, kesên di tepisandinê de cih bigirin û sûc bikin jî dê neyên cezakirin. Nivîskar û lêkolîner Îkram Îşler ên pirtûkên "Dosyaya Zîlanê 1 û 2" nivîsiye, der barê qanûnên wê demê hatine derxistin û îro de nêrînên xwe anîn ziman.   ÇI SOZ DAN 300 KESÊN DI GIRTÎGEHÊ DE   Îkram Îşler aşkera kir ku berî komkujiya Geliyê Zîlan pêk bê, 300 kesên di kuştin û diziyê de cih girtine ji girtîgehê tên derxistin û wan tînin herêmê û ev kesên ku tên dewlet ji wan re dibêje ku "Heke hûn 3 mehan gotina me bikin, em ê we serbest berdin. Hûn ê hem ji leşkeriyê û hem jî ji girtinê bên muafkirin." Ev kesên ku pêşniyar qebûl kirine, kom bi kom tên belavkirin û bi destê wan komujiyan pêk tînin.   ‘DIVÊ KOMKUJIYEKE WISA BE HEMÛ CÎHAN JI BÎR NEKE’    Îşler anî ziman ku ji van kesan yek jî Dewrêş Beg e û ji Konyayê hatiye, ji wî re dibêjin ku "Tu yê li Erdîşê komkujiyeke wisa bikî ku dê hemû cîhan ji bîr neke. Tu yê derseke wisa bidî wan ku dê cîhan ji bîr neke." Îşler da zanîn ku ev kes jî ev komkujî pêk aniye û wiha axivî: "Gundiyên ku agahiya wan ji komkujiyê tune ne, bi awayekî dijwar tên kuştin."   ROLA KOMELEYÊN AVCILAR Û ATICILAR ÊN ERDÎŞÊ   Îşler diyar kir ku Komkujiya Geliyê Zîlan li çar herêman pêk hatiye û wiha pê de çû: "Derwêş Beg, beyî ku bêje jin û zarok, kal û pîr hemû mirovan li cihekî kom dike û ji wan re wiha dibêje; 'Em ê ji we re nasnameyê derxin, em ê wêneyên we bikişînin. Cilên xwe yên herî xweşik li xwe bikin, zêr û tiştên xwe yên xweş bigirin gel xwe.' Mirov jî gotina wî dikin û li 4 herêmên Geliyê Zîlan welatiyan kom dikin. Yanî girêdayî vê li 4 cihan komkujî pêk tê. Mirovên li vir tên qetilkirin haya wan ji tu tiştî tune ye. 3 saetan wan radiwestînin, pişt re hemû tên qetilkirin. Piştî komkujiyê zarokên ku di binê cenazeyan de sax dimînin, ber bi daristanê ve direvin. Wê demê komeleyên 'Avcilar û Aticilar' li Erdîşê hebûn. Endamên van komeleyan piştî komkujiyê diçin daristanê û li pey şopa van zarokan dikevin. Ji van nêçîrvanan yek şahidiya wê demê vedibêje. Nêçîrvanek dibîne ku zarok direvin û wan digire. Zaroka keç a 10 salî digire û di avê de dixeniqîne. Birayê wê dema dixwaze wê rizgar bike, nêçîrvan guleyekê berdide serê wî zarokî jî. Ev hemû li ber çavên şahid pêk tên. Bi hezaran zarok wiha kuştin."   ‘CENAZE BI SALAN LI ERDÊ MAN’   Îşler destnîşan kir ku rojnameya Cumhuriyetê wê demê mirina 15 hezar mirovî nivîsiye û wiha domand: "Wisa bûye ku li Geliyê Zîlan cenazeyan li ser hev rêz dikin. Cenazeyê bi hezaran mirovî 20 salan li erdê man. Kuçikan cenazeyê wan hemû xwarin, ji ber ku 20 salan Geliyê Zîlan qedexe kirin. Mirov ji tirsa jî neçûn vê herêmê. Kûçik ewqas çav sorî dibûn ku, mirovên diçin wê herêmê jî dixwin."   JI BO PÊŞÎ LI DARIZANDINAN BIGIRIN, QANÛN DERXISTIN   Îşler got ku li Zîlanê sûcên mezin pêk hatine, ji ber ku ew kesên ev sûc kirine ji cezakirinê tirsiya ne, ew bi qanûnan parastine û wiha got: "Ji bo kujeran ji vê tirsê rizgar bikin wê demê qanûneke wiha anîn. Bi qanûnê re ev kes rihet bûn. Bi xwe ji hev re digotin, 'Me ew qas mirov kuştin, dê sibê me darizînin. Qanûneke wisa derxin, bila kes neyê darizandin.' Piştî komkujiyê di sala 1930'yî de qanûn derxistin, leşker, milîs, sivîl û kesên di komujiyê de tiliya wan hebûn hemû bê ceza man."   KESÊN HATIN GIRITN JÎ KUŞTIN   Îşler anî ziman ku 15 hezar mirov hatine qetilkirin, berpirsyarên komkujiyê nehatine darizandin, 2 sal bi ser komujiyê re derbas bûye, kesên xwe li çiya û daristanan veşartine jî hatine dîtin û ew jî qetil kirine û wiha domand: "Mînak Eyşo û hevjînê wê Reşoyê Silo, di şikeftekê de tên dîtin û wan dikujin. Serê wan bi destê milîsan tê jêkirin. Serê wan bi du xîçan ve dikin û dibin qereqoleke Agiriyê, du salan li vir tê pêşandan. Wê demê kesên destê wan çek digire, li Erdîşê di Mizgefta Kocayusufê de kom dikin. Êvarê wan dikin du kom û hemûyan înfaz dikin. Yek ji wan zilimkaran jî nayê darizandin."   Îşler derbirî ku tevî vê jî li ber çavê hemû cîhanê Cizîr û Nisêbîn hatiye rûxandin û ev tişt anîn ziman: "Heke pêşî li van KHK'ên nû neyên girtin, dê komkujiyên mezin pêk bên. Ev kesên ku KHK derxistin an ji darizandinê ditirsin, an jî dixwazin komkujiyên nû pêk bînin. Dê sûcên mezin derkevin holê, ji bo pêşiya van bigirin, KHK'an derdixin. Di komkujiya Geliyê Zîlan de çawa ku kujer di bin sîwana dewletê de parastin, dê kujerên îro jî bi heman şêweyî biparêzin. Piştî vê KHK'ê tirseke mezin ket dilê min û tiştên ku biqewimin ez naxwazim xeyal jî bikim. Di raperîna Koçgiriyê de 80 mebûsên kurd hebûn. Lê meclis hat fesixkirin. Di roja meya îro de jî 80 wekîlên HDP'ê ketin meclisê, meclis fesix kirin. Tiştên ku îro diqewimin yek bi yek dişibin ên wê demê. Yanî dîrok hin tiştan wiha paşve tîne. Pergala di salên 1920'î de di dewrê de bû, îro jî di dewrê de ye."   'HEKE DEMOKRASÎ HEBÛYA...'   Îşler aşkera kir ku ji bo belgeyên Komujiya Geliyê Zîlan ji arşîvên meclisê derxe 20 salan xebitiye, lê belge winda kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Demokrasî tirsa rejîmê ye. Heke demokrasî hebûya dê li ser tu tiştî nehata girtin. Heke tu bixwazî li ser tiştekî bigirî, nexwe tu naxwazî demokrasî bê."   MA / Mujdat Can - Mahmut Ruvanas