Îsal pîvok zû vebûn
- ekolojî
- 09:47 09/2/2018
Li Dêrsimê kulîlkên pîvokan ku mizgîniya baharê didin, îsal zû vebûn. Botanîkçî Haydar Çetînkaya, diyar kir ku ev rewş germbûna kurevî nîşan dide û sedema vê yekê zêdebûna bendavên li herêmê ne.
Li Dêrsimê kulîlkên pîvokan ku mizgîniya baharê didin, îsal zû vebûn. Botanîkçî Haydar Çetînkaya, diyar kir ku ev rewş germbûna kurevî nîşan dide û sedema vê yekê zêdebûna bendavên li herêmê ne.
Serokê Şaxa ŞPO'yê yê Rihayê Selîm Açar got ku piştî Kampusa Eyyûbiye ya Zanîngeha Harranê ji bo îmarê hatiye vekirin, wê ev yek bi awayekî lezgîn li Deşta Heranê bike beton. Her wiha Açar xwest ev kampusa ku bi hezaran dar tê de ne, dê wekî qada seyranê bê sererastkirin.
Koordînatora Komeleya Xwezayê Dîcle Tuba Kiliç, bal kişand ser texrîbata xwezayê ya li Tirkiyeyê, aşkera kir ku ew xebatên li herêmê ji ber hincetên wekî "ewlehiyê" nikarin bikin û ji ber wê texrîbata xwezayê tespît nekirine.
Plaja Samandagê ya yek ji 15 plajên herî bi nirx û dirêj ên cîhanê ye, di nava zibil de maye. Şaredarî li hemberî dîmenên heyî dengê xwe dernaxwe. Welatî û derdorparêzên navçeyê jî dixwazin demildest tedbîrên lezgîn bên girtin.
Ekolojîst Erol Çirak, diyar kir ku li Tirkiye ji ber qirêjiya hewayê her sal 32 hezar û 500 mirov jiyana xwe ji dest didin.
Ji ber OHAL'ê û pirsgirêka krîza aborî rewşa esnafên Eshab-ı Kehf roj bi roj xerab dibe.
Li navçeya Karabaglarê hat xwestin ku çalên Santrala Enerjiya Jeotermalê (JES) bên vekirin, lê şêniyên taxê li hemberî vê doz vekirin. Rayedarên şîrketê bêyî ku li benda encamdana dozê bisekinin, makîneyên kar şandin taxê. Welatiyên ku makîne ji taxê derxistin, li hemberî JES'ê nobetê digirin.
Li Îskenderûnê, şaredariya AKP'î tekane qada hêşîn Baxçeyê Zîraetê dewrî Wezareta Tenduristiyê kir. Hawirdorparêz û gel, bertek nîşanî vê rewşê dan.
Ekolojîst Ertugrul Barka diyar kir ku AKP bi israr e ku bi OHAL'ê welat bi rê ve bibe û wiha got: "Di vê demê li dijî talana ekolojiyê divê sekneke bêhmepa hebe."
Li gor daneyên TUÎK'ê di navbera 2010 û 2016'an de miqdara ava di santralên termîk de dixebitînin duqat zêde bûye. Parêzer Mehmet Orûş bal kişand ser avakirina 60 santralên termîk ên nû û got wê di salên pêş de pirsgirêka ava vexwarinê zêdetir bibe.
Têkoşîna gundiyên li dijî fîrmaya madenê ya li Sêwasê xebatên madenê dimeşîne û 6 sal e ava arsenîk bi gundiya dide vexwarin dewam dike, hêj bi encam nebûye. Lê tişta ku gundiyan herî zêde aciz dike Serokê TBB'ê Metîn Feyzîoglu parêzeriya şirketa ku gundiyan jehrî kir dike.
Berdevkê Platforma Li dijî Nukleerê yê Mêrsînê Albay Antmen, diyar kir ku beyî ku pêvajoya hiqûqî ya der barê Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê de temam bibe, avakîrîna wê ne qanûnî ye, santrala ku temenê wê 60 sal e, dê tenê bermahiyên qirêjî bihêle.
Rêxistinên civaka sivîl ji bo betalkirina Santrala Hêzê ya Akkûyûyê doz vekiribûn. Prof. Dr. Beyza Ustun diyar kir ku heke doz bê redkirin, ev tê wateya biryardayîneke siyasî û ger santrala nukleerî bê çêkirin wê hemû herêm bi madeyên radyoaktîf qirêjî bibe.
Parazvanên jiyanê û ekolojiyê ji bo têkoşîna ekolojiyê bêtir xurt bikin Tora Piştevanî û Ragihanidê ya Têkoşîna Ekolojiyê ava kirin.
Berdevka Platforma A Hediye Gunduz, bertek nîşanî projeya Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê da û da zanîn ku şaredarî dixwaze li peravên Konyaalti talanê pêk bîne û ev tişt got: "Şaredarî dixwaze bi rantxuran pere bide qezenc kirin. Dê herêm di binê betonê de tune bibe. Dê hem xwezayê û hem jî tûrîzmê tune bikin."