Hawirdorparêz li dijî RES’ên li Samandagiyê serî li Şûraya Dewletê dan
- ekolojî
- 09:18 03/4/2018
Li Samandagiyê ji bo çêkirina RES’ên ku di hundurê Keşîşxaneya Sîmonê de tên çêkirin rawestin doz hatibû vekirin. Heyeta dadgehê, rapora ÇED’ê ku wekî raporeke erênî hatibû dayîn bi heman awayî qebûl kir û destûr da ku kapasîteya RES’an bê zêdekirin. Hawirdorparêzên ku bertek nîşanî biryarê dan, ji bo çêkirina RES’an raweste serî li Şûraya Dewletê dan.