ENQERE - Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol ku zêdetirî du meh in di beşa çavdêriya awarte de ye, bi antîbiyotîkan didome.
Rojnameger Huseyîn Aykol di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Li nexweşxaneyê jî sê caran xwîn çû ser mejiyê Aykol. Aykol, du meh û sê roj in di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin.
Tedawiya Aykol, bi dayina antîbiyotîkan didome.
