Bi ‘Projeya Islahê’ Çemê Dicleyê tê texrîpkirin
- ekolojî
- 15:57 27/7/2018
Komeleya Ekolojiyê û Desteya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Amedê diyar kir ku Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) di bin navê ‘Projeya Islahê’ de dest bi texrîbkirina Çemê Dicleyê kiriye û li hemberî vê yekê pêvajoya huqûqî da destpêkirin.