‘Destê xwe nedin daristanan’
- ekolojî
- 13:26 24/9/2018
Parastina Daristanên Bakur piştevaniyê da çalakvan û parazvanên Daristana Hambachê ya Elmanya û bang li şîrketên emperyalîst û dewletan kir ku desten xwe nedin daristanan.
Parastina Daristanên Bakur piştevaniyê da çalakvan û parazvanên Daristana Hambachê ya Elmanya û bang li şîrketên emperyalîst û dewletan kir ku desten xwe nedin daristanan.
DSÎ li ser nerazîbûna rêxistinên civakî yên sivîl xebata pakkirina li ser Geliyê Dîcleyê ku li Baxçeyên Hevselê ye rawestandibû. DSÎ carek din ji nû ve dest bi xebata pakkirinê kir.
Ekolojîst Serap Borûcû, diyar kir ku şewitandina daristanên li bajarên kurdan, berdewamiya polîtîkaya şerê dewletê ye û got: "Çareserî bi avakirina civakeke demokratîk pêkan e."
Welatiyên Rihayê destûra ku ÇED'ê dabû Limak Çimento dan betalkirin. ÇED'ê ji bo Kana Marnê destûr dabû ku Limak hilberine.
Welatiyên Gundê Kizilcakoy ê Navçeya Efelerê ya Aydinê li dijî avakirina JES'ê nobetê digirin. Endama AYÇEP'ê Gonul Hastaoglu ku piştgiriyê dide welatiyan diyar kir ku ava ji Sondajê derdixin dişînin qanalê avdaniyê û tev li Çemê Menderesê dibe. Welatî Emîne Karaz jî anî ziman ku Rayedarên Enqereyê soza 145 JES'an daye fîrmayên JES'ê û fîrma hêza xwe ji Enqereyê distînin.
Projeya HES'ê ya Karakûşê ya li Semsûrê tê çêkirin, Çemê Kolikê ziwa dike. Welatiyan, bilêv kir ku ew erdên xwe bi ava vî çemî av didin û dema ew derdên xwe dibêjin, bi şideta dewletê re rû bi rû dimînin.
Dînamîtên ji bo porjeya HES'ê ya Karakûşê ku li ser Çemê Kolikê tê çêkirin tên teqandin, zirarê dide Pira Cendere ya dîrokî û gorên bîrdariyî yên Karakûşê.
Gerok Arîf Ozhanê ku bi duçerxeyê 600 kîlometre rê çû û li Çiyayê Ramanê asê ma, ji bo Heskîfa ku dê di bin avê de bimîne got: "Ji bo mirovahiyê windahiyeke gelekî mezin e."
Şewata li daristanên Geliyê Roj hefteyek e didome. Şewata li herêma Mazgirtê jî piştî mudaxaleya welatiyan hat defandin.
Eskereên Qereqola Gokçek destûr nedan koma dildaran biçin şewata li Newala Roj bivemirînin. Eskeren ji dildaran re got: “Li herêmê yekîneyên me veşartî hene. Em bixwazin jî em nikarin ewlehiya canê we bigirin.”
Daristana Geliyê Rojê ku piştî operasyona leşkerî dest pê kir 3 rojin berdewam dike. Rayedarên leşkerî û dewletê destûr nadin welatî mudaxaleyî şewata daristanê bikin.
Petrola ku herikî li peravên Foça û Alîaga belav bû û hem derdor qirêj kir û hem jî zerar da gelek zindiyên avê.
Li çoltera herêma Buzlupinar a Bedlîsê şewat derket û her ku diçe şewat berfireh dibe.
Meclîsa Bila Munzur Azad Biherike bertek nîşanî cemxaneya dê li Munzur Gozelerê bê çêkirin da û got: “Cemxane wê hem avê qirêj bike û hem jî wê Munzur Gozelerî winda bike.”
Ekolojîst Yûsûf Gursûcû, diyar kir ku şewata li daristanên Dersimê tenê ne ji ber operasyonên leşkerî ye, dibe ku ji bo qada madenê ya li navçeya Îlîç a Erzinganê bê firehkirin û qadên nû jî hatibin şewitandin.