Ji çaran yekê Antalyayê ji kanên madenê re hatiye terxankirin
- ekolojî
- 09:03 22/7/2018
Parêzerê Lîjneya Hawirdorê yê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Tuncay Koç diyar kir ku piştî kar û barên destûrnameyên kanên keviran radestî Midûriyeta Giştî ya Karên Madenê hatiye kirin, bê dîtin qad ji kanan re tên terxankirin. Koç got ku heke hemû destûrname di heman demê de bikevin meriyetê dê ji çaran yekê Antalyayê ji kanên madenê re bên terxankirin.