• img

    Komên çekdar li Rojava berê jinan dikin hedef

    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9 sal in şer didome. Di şer û êrîşên DAIŞ, El-Nusra, OSO, Sultan Murat û komên din ku Tirkiye piştgiriyê dide wan de herî zêde jin bûn armanc. Li gorî Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Navendaw ê Îngiltere ye, heta 2018'an 106 hezar sivîl bi giştî 353 hezar û 900 mirov hatin kuştin û ji sedî 40 jin û zarok in.

  • img

    Aborî xera dibe deyn zêde dibin

    Ji ber krîzê gelek kesan ji neçarî dest bi deynan kiriye. Krediya şexsî, zêdebûna deynên şîrketên biçûk û orte, zêdebûna deynê cemaweriyê pêşî li ber topavêtin û îflasê vekiriye. Wisa xuyaye wê ev yek bi xwe re xizanî û newekheviyê kûrtir bike.

  • img

    Li Idlibê zingil ji bo Tirkiyê lê dide

    Tirkiye ya ku terefê şerê navxweyî yê Sûriyê û Lîbya dike hindik maye ku ew û partnera xwe Rûsya ji hev biçin. Tirkiye li Idlibê piştgirî ji NATO’yê werdigire û loma jî navbera wê Rûsya xera dibe û li Lîbyayê jî şer dike.

  • img

    7'ê Hezîranê li dijî 2 xetên cuda bû xeta 3'emîn a siyasetê

    Hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an li Tirkiyeyê modelek nû pêş xist. Nîşan da ku ji xeynî 2 eniyên siyasetên eniya sêyemîn a siyasetê jî heye. Siyasetmedar Ertugrul Kurkçu, anî ziman ku vê tabloyê eyarên dewletê xera kir û ji ber vê yekê rêbaza “darbeyê” xistin meriyetê. Kurkçu, anî ziman ku êdî hêza gel derket pêş.

  • img

    Li pişt perda Zînî Wertê soza ‘devletê’ derket

    Hewldanên PDK'ê yên li herêma Zînî Wertê rageşî zêde kir. PDK'ê tevî hemû bertek û nerazîbûnan gav paşve neavêtiye û li gelek nokteyan qereqol ava kirin. Hêjmara pêşmergeyan zêde kir. Derket holê ku li pişt plana PDK'ê ya Zînî Wertê soza DYA û Tirkiye ku dewletê bide wan heye.

  • img

    Li Zînî Wertê çi armanc dikin?

    Êrîşa TSK'ê ya li herêma Zînî Wertê û bicihkirina hêza pêşmergeyan a PDK'ê gelê herêmê xist nava fikaran. Gelê herêmê diyar dikin ku ev êrîş palana PDK'ê û Tirkiye ya hevpar e û li vir PKK û YNK’ê dike hedef. Bi vê yekê dixwaze rê li pêş yekîtiya gelê Kurd bigire.

  • img

    Piştî 5’ê Nîsanê tofanê dest pê kir
    Onder: Zemîna Îmraliyê rêber e

    Şandeya Îmraliyê herî dawî di 5’ê Nîsana 2015’an de li gel Ocalan hevdîtin pêk anîn. Piştî vê hevdîtinê pêvajoyek nû, tarî û şer dest pê kir. Endamê Şandeya Sirri Sureya Onder got: “Heke zemîna Îmraliyê ji nûve were zindîkirin wê ji bo vê gerîneka cîhan ketiye navê bibe rêber.”

  • img

    Jinên sendîkavan: Em bi têkoşîna rêxistinkirî pêşerojê bi hevre dihon in

    Jinên sendîkavan ên bi daxwaz û biryardariyek mezin wê li qadên 8’ê Adarê bin, diyar kirin ku ew bi têkoşîna jinan a birêxistinkirî pêşerojê bi hevre dihon in û gotin: “Li tevahiya cîhanê tevgerên jinan mezin dibin. Em jî di vê çarçoveyê de bang li jinan dikin ku werin em di 8’ê Adarê de têkoşîna xwe mezintir bikin.”

  • img

    'Ger em bi hev re dijîn, wê demê divê em bihev re bi rê ve bibin'

    Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, cihê jinê û hevserokatiyê yê di rêveberiyên herêmî de nirxand û Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Ayşe Mînaz jî, bal kişand ser girîngiya jiyana pev re ya jin û mêran û pev re bûna wan a di pêvajoyên birêvebirinê de.

  • img

    Rizgarkirina Şengalê û vegera Êzidyan a Şengalê

    Di destpêka salên 2017’an êdî beşeke mezin a Êzidxanê ji destê çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin û gelek malbatên ku ji ber fermanê koçber bûbûn, vederiyan axa xwe. Hêzên YBŞ-YJŞ’ê xwe rêkûpêk kirin û nîzama xwe ya leşkerî ava kirin û ewlehiya herêmê pêş xistin. Piştî avakirina YBŞ û YJŞ'ê şert û mercên jiyana li Şengalê bêtir asayî bû.

  • img

    Aktivîsa TJA'yê Boga: Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan

    Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga, diyar kir ku jinan êdî kirasê xwe yê mirinê ku jê re hatî dirûtin qetandiye û got: "Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan.”

  • img

    Jinên ku destkeftiyên wan di hedefê de ne raperîn mezin kirin

    Di sala 2019'an de jinên ku li dijî deskeftiyên wan êrîşên micid pêk hatin, li kuçeyan daxwazên xwe qîr kirin. Tevahiya salê jinan, li dijî tundî, tacîz-tecawiz, qeyûm û di bin navê sererastkirina qanûn de tunekirina mafên xwe raperînê mezin kirin.

  • img

    Têkoşîna jinan a ji Rojhilata Navîn ber bi Emerîkaya Latin ve belav bû

    Têkoşîna Jinan a ji Rojhilata Navîn ber bi Efrîqayê û ji Ewropa ber li Emerîkaya Latin ve belav bû, di sala 2019’an de wekî “Pêla Xemrî" belav bû, di nava parzemînan de li dijî neheqî, newekheviyê bû pêla serhildanê.

  • img

    Li Îmraliyê çi diqewime?

    Duh li Grava Îmraliyê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 21 salin tê tecrîdkirin, şewat derket. Bi derketina şewatê gelê Kurd û nûnerên partî û rêxistinên Kurdan ketin nava fikar û tevgerê. Şewata duh pêkanînên berê anîn bîra mirovan. Ocalan, berê gotina rayedaran a 'Em 150 metre nêzî te ne' wekî gef û îmhaya li dijî xwe pênase kiribû. Berê jî pêkanînên jahrkirin, porjêkirin û tecrîda mutlaq xwestibûn peyamê bidin Ocalan. Bi şewata duh dîsa pirsa 'bi rasti jî agirekî xwezayî bû an jî xwestin peyamê bidin? di mejiyan de ava kir.

  • img

    Li holê tenê çirava Idlibê ma

    Tirkiyeyê li Sûriyeyê bi "Polîtîkaya deriyekî vekirî" heta îro gav avêt û îro xwe di nava cirava Idlîbê de dît. Tenê di bombekirina li Idlibê de bi dehan eskerên Tirkiyeyê hatin kuştin. Bi dehan esker jî birîndar bûn.

LÊGERÎN