• img

    Reda Mutabaqata Dolmabahçeyê rêya darbeyan li Tirkiyê vekir

    5 sal berê Mutabaqata Dolmabahçe hat îmzekirin. Piştî demek şûnde Serokomar Erdogan mutabaqat red kir. Ji wê demê û şûnde her dem peyva ‘darbe’yê hat rojeva Tirkiyeyê. Endamê Heyeta Îmraliyê Hatîp Dîcle, diyar kir ku piştî îtîfaqa AKP û Ergenekonê pêvajo xera kirin îro hatine sînorê hilweşinê. Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay jî anî ziman ku ger hikûmetê mutabaqat qebûl kiribûya dê îro Tirkiye li ser pêşeroja xwe bi axiviya."

  • img

    Li Idlibê nîşanên şerekî mezin hene

    Rejîma Sûriyeyê ku bi piştgiriya Rûsyayê operasyonên xwe didomîne, hewl dide ku Rêya Bejahî ya M4'an bike bin kontrola xwe. Pêngavên hêzên herêmî û mezin û şîroveyên mîna "lihevkirî û taktîk" nîşanên şerekî mezin didin.

  • img

    Ji HEP'ê heta HDP'ê israra ji bo siyaseta demokratîk û îtifaqê

    Wê HDP, di 23'yê Sibatê de, di Kongreya Asayî ya 4'an de dest bi serdema xwe ya nû bike. Wê HDP, bi kadroyên xwe yên nû stratejiya "Rêya Sêyem" ku xwe dispêre perspektîfa "Tirkiyebûnê" û "Îtifaqa Demokrasiyê", mezintir û dorfirehtir bike.

  • img

    Onder: Her kêliya Ocalan bi lêhûrbûnê derbas dibe

    Endamê heyeta Îmraliyê Sirri Sureya Onder, li ser rewşa Rêberê PKK'ê Ocalan a Îmraliyê axivî û got: "Wî tu carî rewşa xwe wekî 'girtî' nenirxandiye. Girtîbûn di lîteraturê de nefikirîn, nelêhûrbûn û neafirandin e. Lê em şahid in ku ew her kêliyê ji bo aştiya herêmê, welat û pêşerojê di nava lêhûrbûn û afirandinekê de ye."

  • img

    Prz. Emekçî: Di şexsê Ocalan de hemû pergalên hiqûqî bypass bûn

    Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Emran Emekçî, diyar kir ku ji ber ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwedî xeta ji bo gelane, hêzên desthilatdar li dijî wî komplo ava kirin û got: “Di şexsê Ocalan de hemû pergalên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî hatin bypasskirin. Azadiya Ocalan bi azadiya civakê ve girêdayî ye.”

  • img

    Ocalan: Ji ber min hevkarî red kir biryara tasfiyekirina min dan

    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku ji ber ew li gorî daxwazên hêzên emperyalîst ên cîhanê ku çav berdane dewlemendiyê Rojhilata Navîn tev negeriya, rastî komployê hat. Ocalan ku 21 salin li Îmraliyê girtî ye, lîstika van hêzan xera kir û li gorî rastiya dîrok û civakê di aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk de israr kir.

  • img

    Komplo gav bi gav çawa hat pêşxistin?

    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi operasyona navdewletî anîn Tirkiyeyê. Di ser radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê re 21 sal derbas bûn. Di komploya navdewletî ku DYA, Îngiltere û Îsrailê serkêşiya wê dikir de gelek welatên din ên cîhanê cihê xwe têde girtin. Kurdan ji bo xwe 15'ê Sibatê wekî "Roja reş" pênase kir û her 15'ê Sibatê vê rojê şermezar dikin û çalakiyên cur be cur li dar dixin. Ji wê rojê heta niha li Rojhilata Navîn şer pêş ket û bû destpêka ji nûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn.

  • img

    Îdlip dibe ku ji bo Tirkiye bibe destpêka dawiyê

    Hikûmeta Tirkiye ku der barê Idlibê de soz dan Rûsya û sozên xwe pêk neanîn, bû hedefa êrîşên hêzên Rejîma Sûriye ku Rûsya piştgiriyê dide wan û di rojên zahmet re derbas dibin. Tirkiye ku berê xwe dîsa da NATO dibe ku ji Cerablus û Efrînê jî bê derxistin.

  • img

    Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê: Çinar: Ji bo yekîtiya neteweyî mutabakat lazim e

    Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Sedat Çinar, têkildarî xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd diyar kir ku pêdivî bi mutabakata li ser hîmên şênber hatiye avakirin lazim e û ger ku gav bi vî rengî bên avêtin dê bifikirin.

  • img

    Kuştina Silêmanî û hevsengiyên li Rojhilata Navîn

    Piştî kuştina Qasim Silêmanî, rageşiya di navbera DYA-Îranê de zêde bû û ev rageşî dike ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn bên guherandin. Tê gotin haya Rûsya û Îsraîlê ji vê sûîqastê hebûye û zanibûne wê bê kirin.

  • img

    Rejîm û Rûsya li ber derê QSD'ê ne HTŞ jî di xeyala Helebê de ye

    Tê gotin ku Rûsya û rejîma Esad ji bo Îdlîbê ku bûye gêrika şerê navxweyî yê Sûriyeyê, bi QSD'ê re tên gel hev. HTŞ û komên din ên din ên li Îdlîbê jî ji ber ku piştgiriya dixwazin ji Tirkiyeyê negirin, bi armanca pêşî li êrîşên li hemberî xwe bigirin çav berdana navenda Helebê.

  • img

    Selefiyên li Idlibê dişînin Libyayê

    Îtîfaqên Serdestan ên li Sûriye û Libyayê li gorî eniyan tên guhertin. Her ku enî tê guhertin îtîfaqên wan jî tên guhertin. Hat îdîakirin ku Tirkiye 500 endamên çekdar ên selefî şandine Lîbyayê. Lê têkildarî vê yekê tu kesî dengê xwe dernexist. Di hamleyên ku wekî 3'emîn şerê cîhanê tê pênasekirin, gelek nexşe ji nûve tên xêzkirin.

  • img

    'Roboskî dibe ku destpêk be'

    Di ser komkujiya Robaskî re 8 sal derbas bû. Lêgerîna malbatan a “edaletê” 8 salin didome. Malbat dê îsal di sala 8'an de 33 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li ser goristanê bibîr bînin. Ferhat Encu ku 3 salan girtî ma jî dê îsal beşdarî merasimê bibe. Encu, anî ziman ku armanc dikin ku ji nûve dosya dozê vekin û wiha got: “Ger ku em îtîrazek bi hêz bikin dibe ku Roboskî bibe destpêk."

  • img

    Janên êşa Roboskî danakeve: Dosya komkujiyê ji serî de dest pê dike

    Di ser komkujiya Roboskê ya 19 jê zarok 34 welatiyên Roboskê hatin kuştin re 8 sal derbas bûn. Li dijî faîlên ku ji aliyê Dadgehên herêmî, AYM û DMME'ê ve bê ceza hatin hiştin, bi delîlên nû dosya ji nûve şandin pêş Dozgerê Komarê yê Qilebanê.

  • img

    Aktorên qadê yên Tirkiyeyê komên selefî di zôrê de ne!

    Komên selefî ku di polîtîkayên Rojhilata Navîn ên Tirkiyeyê de aktorên qadê ne, li Îdlibê asê bûn. Tirkiye ku ji bo parastina van koman dengê xwe nagihîne rojava, vê carê li deriyê Rûsyayê çareseriyê digere.

LÊGERÎN