Midûrê girtîgehê gef xwarin: 'Hûn ê bi saxî ji vir dernekevin'

  • rojane
  • 09:21 18 Kanûn 2018
  • |
img

EDENE – Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê midûrê girtîgehê gefan li girtiyên siyasî dixwe û ji wan re dibêje: "Em ê bikin ku hûn xweziya xwe bi 12'ê Îlonê bînin. Hûn ê bi saxî ji vir dernekevin." Ji ber vê der barê jiyana xizmên xwe de şik û guman li malbatan peyda bûye. 

Li girtîgehên Tirkiye û herêmê zext û zoriyên li ser girtiyan dewam dikin. Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, girtiyê siyasî Mehmet Erbey ê li qawîşa A-8'an dimîne bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û got midûrê girtîgehê gefan li wan dixwe. 
 
Dayik Meryem Erbey ya li Edeneyê dijî, diyar kir ku kurê wê Mehmet Erbey gotiye midûrê girtîgehê gefan li wan dixwe û ji wan re dibêje: "Em ê bikin ku hûn xweziya xwe bi 12'ê Îlonê bînin. Hûn ê bi saxî ji vir dernekevin." Dayik Erbey, anî ziman ku ji ber vê der barê jiyana kurê wê û girtiyên din de şik û guman li wan peyda bûne û got: "Ev tişt li kesên dîl hatine girtin nayên kirin. Îşkence sûc e. Divê demildest dev ji van pêkanînên derî mirovahiyê bên berdan." 
 
‘EGER EM NEGERIN ZANIBIN TIŞTEK HATIYE SERÊ ME' 
 
Hevala Mehmet Erbey, Şukran Aydogan jî, diyar kir ku hefteya borî Erbey lê geriyaye û gotiye: "Karmendên li girtîgehê gefan li me dixwin. Dibêjin 'Em ê bikin hûn xweziya xwe bi 12'ê Îlonê bînin.' Di dema jimariyê de li milê min xistin û nîzama leşkerî ferz kirin. Ev yek bi fermana midûr tê kirin. Em di greva birçîbûnê de ne, lê tu pêdiviyên me bi cih nayên. Her wiha pirtûkan nadin me. Mafên me yên çalakî ûa ktîvîteyan hatiye binpêkirin û em tên tecrîdkirin. Em û FETO'yî û kesêne dlî di heman korîdorê de ne. Hefteya bê eger me negerin zanibin tiştek hatiye serê me." 
 
Her wiha Şukran Aydogan, der barê rewşa xwişka xwe Merve Aydogan a di Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê de jî axivî. Aydogan, da zanîn ku li girtîgehê 20 jin û 30 mêr hene û koma sêyem çalakiya greva birçîbûnê dewr girtiye. Aydogan got: "Xwişka min Merve nexweş e. Nexweşîna wê çolyak e. Tevî vê dîsa jî xwarinên glûtenî didinê. Wekî girtiyên din muayeneya bi kelemçe li xwişka min Merveyê jî ferz dikin. Divê xwişka min bê tedawîkirin, lê nayê kirin. Bi ser de bi nêzîkatiyên derî mirovahiyê re rû bi rû dimîne." 
 
Aydogan, da zanîn ku xwişka wê li qawîşeke kapasîteya wê 8 kes in lê belê 16 kes lê dimînin dimîne. Aydogan, diyar kir ku ji ber di greva birçîbûnê de ne ji bo qedexekirina mafê telefonê, derketina hewadariyê û mafê hevdîtinê gef li wan tên xwarin. Aydogan xwest demildest dawî li zext ûz oriyên li ser girtiyan bê. 
 

Sernavên din

15:37 Ji bo Seyfettîn Tutmaz û Sadun Tutmaz merasîma bibîranînê hat lidarxistin
12:00 ‘Em dixwazin piştgiriya ciwanên Başûr ji Rêber Apo re bibêjin’
11:28 'Di doza Lihevkirina Bajar de hûn di rêya şaş de ne, ji vê rêyê vegerin’
10:39 Li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê çi diqewime?
10:37 ‘Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nîşaneya şikestina di paradîgmaya dewletê de ye’
09:41 Li dijî qirkirina daran a li Dorşînê bertek: Divê li dijî eko-qirkirinê helwest bê nîşandan
09:13 Welatiyên li Hatay û Tarsûsê pişgirî dan 'hevdîtinê': Bila dewlet jî gav biavêje
09:09 Li ser qetilkirina Tahîr Elçî re 10 sal derbas bûn: Wî mercên bê şer xeyal dikir
26/11/2025
16:45 Şînên PKK’iyan hatin ziyaretkirin: Ji bo ziman û nasnameya xwe têkoşiyan
16:13 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê Tahir Elçî bi bîr anîn
13:41 Ciwanên başûrî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
25/11/2025
16:35 Jin ji bo jiyaneke li ser esasê wekheviyê li qadan e
16:33 Jin li Amedê Qêriyan: Em ê civaka demokratîk bi azadiya jinan ve ava bikin
16:15 Ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin
12:56 Tulay Hatîmogûllari: Cînayetên jinan tên veşartin
12:21 Şîna Derya Çaglarê bi girseyî hate ziyaretkirin
09:07 Jinên li Sûriyeyê li dijî êrişan bi hev re bi hêz dibin
24/11/2025
12:05 'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
10:00 Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
09:06 Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye