Li gundê Colemêrgê amadekariya zivistanê dest pê kir

img

COLEMÊRG – Li Colemêrgê welatiyên bi sewalkariyê debara xwe dikin, bi hatina payîzê re dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Gundiyan, giyayê ku di biharê de berhev kirin anîn gundan û bi awayekî palûteyî gihayan di patosê de dihêrin. 

Li gundên Colemêrgê welatiyan dest bi amadekariyên zivistanê kir. Welatiyên li gundê Nîşeyê dijîn, gihayên havînan li zozanên Kanî Mehan, Dêrzengil, Çarkêla û Helyê Qorînê berhev kirin kişandin gund û niha jî wan li patosê dixin. 
 
‘WEXTA PATOSÊ YE' 
 
Mişehtî Dayan, diyar kir ku ew li gund karê xwe bi awayekî palûteyî dikin û got: "Me giyayê ku ji bo em zivistanê bidin heywanên xwe, me li zozanan çinî. Gihayê ku me biharê çinî, beriya payîzê me ew kişandin gund. Mesrefa vî karî zêde ye. Gundiyek bi tena serê nikare bike. Ji ber vê gundî bi awayekî palûteyî dixebitin. Em alîkariya hevdu dikin." 
 
'ÊDÎ SEWALKARÎ TU PEREYAN NAKE' 
 
Ayaz Dayan, bilêv kir ku ji bo du hezar qevd giyayê ku wan berhev kiriye 15 kes ji bo alîkariyê hatine û di patosê de dihêrin. Dayan got: "Li vî gundî em bi sewalkariyê debara xwe dikin. Mixabin ji ber ku her tişt hatiye zemkirin, mesrefê vî karî jî zêde ye. Mesrefa miyekê 700 lîre ye, lê dema em wê difiroşin em heqê wê dernaxin. her sal van çaxan em amadekariya zivistanê dikin. Îro gundiyên me hemûyan alîkariya min kirin. Em alîkariya hevdu dikin." 
 
Rahmî Dînçer jî diyar kir ku her sal van çaxan karê wan hêrandina giyaye û got: "Ji ber motora min heye, ez giyayê gundiyan di patosê de dihêrim. Salê tenê 2 mehan karê min heye. Lê belê ji ber bihabûna fiyetên mazorê û perçeyên motorê em perîşan bûn. Lîtreya mazotê bi 6 lîre û nîvan e. Bi motora xwe li herêma Lêwinê li gundê Qewal, Nîspas, Bêtkat, Peyanîs, Nîşe û gundên din biharê digerim karê erdan dikim û payîzê jî gihayan bi patosê dihêrim. Yewmieyya me hezar lîre ye. Lê nêviyê wê ji bo mazotê ye. her wiha ehqê eprçeyan û tiştên din jî hene. Ji ber vê tiştek ji me re namîne. 20 roj şûnde dê karê me biqede." 
 
‘EM ALÎKARIYA HEVDU DIKIN' 
 
Haci Dayan jî anî ziman ku ji 10 saliya xwe ve bi şivantiyê debara malbata xwe dike. Dayan got: "Îsal tu berdariya baxçeyan tune ye. Êdî li gundan em bi hesreta xiyar û firingiyan e. Her wiha ji ber nexweşînan gelek heywanên me jî telef bûn. Niha me dest bi amadekariyên zivistanê kiriye. Li gund bi salane em karên xwe bia wayekî palûteyî dikin. Di dema çadinî û çinînê de em bi hev re dixebitin. Eger ne wisa be kesek bi tena serê xwe nikare tevahiya kar bike." 
 
Ercan Dayan jî got li gund her kes karekî dike û ew jî bi hespan giya dikişîne gund. 
 
MA / Hamza Gunduz

Sernavên din

17/12/2025
22:00 Li Amedê Ayşe Şan hat bibîranîn
12:10 Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye
11:44 Piştî 31 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
09:46 'Bandoreke mezin a sînemayê li ser ziman û çandê heye’
16/12/2025
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
15/12/2025
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
14/12/2025
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin