Krîza aborî pişta mewîjfiroşan jî şikand!

img

MANÎSA - Krîza aborî tesîr li mewîjan jî kir. Cotkar Ahmet Dogan got: "Cotkar tim deyndar e. Çimkî zemên dewlet dike pişta me şikand. Bila dewlet zemê neke, em destekê jî jê naxwazin." 

Li Tirkiyeyê herî zêde tirî li Manîsayê çêdibe. Cotkaran destnîşan kir ku ji ber krîza aborî rewşa wan nebaş e. Li navçeya Sarûhanê ya Manîsayê cotkar Ahmet Dogan, diyar kir ku bi salan e cotkariyê dike û her diçe zêdetir mexdûr dibin. 
 
‘MIN JI TON Û NÎVEK MEWÎJ TU TIŞTE QEZENC NEKIR' 
 
Dogan, diyar kir ku di piyaseyê de kîloya mewîjên di avê de tên dakirin bi 10 lîreyî ye û yên di avêde nayênd akirin jî bi 7 lîre û nîvan e. Dogan, anî ziman ku mewîjfiroş ji bo mewîjên xwe bifiroşin bi erzanî didin û got: "Cotkaran destê ewul hişk kirin û firotin. Ger bimana dê nikaribûna bifiroşin. Çawa em tirî jêdikin em wan hişk dikin û fiyetê wê jî biha ye. Lê tiriyê di ava biderman de tê dakirin erzan e. Çimkî tiriyê di avê de tê dakirin zû hişk dibe. Îsal bazirganên mezin hay ji rewşê hebûnç Berê xwe dan cotkarên biçûk û berên wan bi erzanî kirîn. Cotkaran jî berên xwe firotin pê heqê karkeran, mazor û gybre dan. Di dest cotkar de tu pere neman. Min ton û nîv tirî hişk kir. Lê min tu tişt jê qezenc nekir. Çimkî min heqê gubre û mazotê pir zêde bû. Ji ber min îsal tiştek bi dest nexist, dibe ku dev jî vî karî berdim. Xwezî min tiştek qezenc bikirana û zêdetir mewîj çêbikirana." Dogan, bilêv kir ku cotkar tu tiştî qezenc nake, deyndar dibe. 
 
‘COTKAR HETA QIRIKÊ DI NAV DEYNAN DE YE' 
 
Dogan, diyar kir ku li Tirkiyeyê hikûmet naxwaze krîzê bibîne û bi ser de nahêle kes çandiniyê jî bike. Dogan, anî ziman ku her diçe Tirkiye bêtir dibe pêgirtiyê derve û got: "Ev ji ber polîtîkaya hikûmetê ye. Hikûmet dibêje me evqas destek da cotkaran û çandniyê. Na, derew e. Hikûêet gel dixapîne. Tirkiye welatê çandiniyê ye, lê em hemû berên xwe ji derve dikirin. Eger ev polîtîkaya derewkar a dewletê rastbûna, diviya me îxracat bikirana. Ez cotkarekî biçûk im. Dewlet tim destekê dide alîgirên xwe. Ka ji cotkarên reben bipirsin dewlet destekê dide yan na? Na, destekê nade. Cotkar heta qirikê di nav deynan de ne. Ma dewlet alîkariyê bike ê çi bibe? Cotkar deyndar in. Zemên dewletê pişta me şikand. Bila dewlet zemê neke, em destekê jî jê naxwazin. Li gorî me çareserî bi guherandina hikûmetê û polîtîkayên wê pêkan e." 
 
MA / Ruken Demir – Ayşe Surme

Sernavên din

10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
26/12/2025
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
25/12/2025
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
24/12/2025
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
22/12/2025
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e
20/12/2025
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan