Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn, civîna xwe ya ewil li dar xist. TURK-ÎŞ’ê ragihand ku dê tev li xebatan nebe.
Baskê meşa “Budçeya ji bo ked û aştiyê” ya DEM Partiyê ya Herêma Çukurovayê li Samandagê dest pê kir. Sezaî Temellî di meşê de got ku ew ê daxwazên gel bigihînin Meclisê û got: “Budçe ne ji bo çekan, bila ji bo aştiyê bê veqetandin.”
TUMBEL-SEN'ê 2'yemîn Sempozyuma Rêveberiyên Xwecihî, Ked û Demokrasiyê li hotêleke Enqereyê li dar xist. Beşdaran destnîşan kirin ku parastina xweseriya rêveberiyên xwecihî û demokrasiya xwecihî ji bo aştiyê jiyanî ye.
Sînemahezên ku Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî ji nêz ve şopandin, diyar kirin ku ew dixwazin festîvalên bi vî rengî bêtir li Amedê bên lidarxistin.
Di roja şeşemîn a 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê de, 18 fîlm hatin nîşandan. Temaşevan û derhêner piştî fîlman gotûbêj kirin.
Derhêner Devrim Tekînoglû ku bi belgefîlma xwe ya "Ra" bal kişandiye ser asîmîlekirina baweriya Elewiyan, got ku hewl tê dayîn ku baweriya ku gelê Dêrsimê bi baweriyeke din were guhertin.