32 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 19:55 23 Gulan 2020
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 32 kesên din jî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane. 
 
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.  
 
Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 186 kesên din jî bi şewbê ketine û 32 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 155 hezar û 686 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 308.