ENQERE - Prof. Dr. Ozlem Azap, rêyên parastina ji vîrusa koronayê ku li bajarê Vûhan ê Çînê derket holê û zêdetirî 30 welatan berbelav bûye vegot û diyar kir ku bikaranîna maskeyan a kesên ne nexweş baweriya parastina ji vîrusê kêm dike û bal kişand ser girîngiya paqişiya dest.
Vîrusa koronayê ku li bajarê Vûhan ê Çînê derket holê û Îngilistan û Îran jî di nav de zêdetirî 30 welatan berbelav bûye. Piştî Çînê welatê ku herî zêde mirov ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane Îran e. Li gorî daneyên fermî piranî li bajarê Kûmê bi giştî 95 weqa hatine tespîtkirin. Dîsa tê gotin ku herî kêm 15 kesan ji ber vîrusê l welat jiyana xwe ji dest dane. Di 22'ê Sibatê de 5 kesên ku ji Îranê hatibûn Tirkiyeyê, ji ber germahiya zêde ya laşê wan, bi guman vîrusa koronayê rakiribûn nexweşxaneyê. Piştre encamên wan negatîf derketibûn.
Tirkiye, Iraq, Pakistan û Ermenistanê bi armanca ku pêşî berbelavbûna vîrusê bigirin, deriyên xwe yên bi Îranê re girtin.
Kesên ku li Wanê bi gumana vîrusê rakirin nexweşxaneyê encamên wan negatîf derketin, lê balafireke rêwiyan a Tirkiyeyê ku bi 132 rêwiyan ji Îranê rabû, bi gumana vîrusê bi awayekî lezgîn xwe li Balfirgeha Esenbogayê ya Enqereyê danî. Rayedarê Wezareta Tenduristiyê, piştî danînê balafirê, murettebat jî di nav de karê dezenfekteyê li ser rêwiyan kirin. Ji Beşa Nexweşînin Enfeksiyonê û Mîkrobiyolojiyên Klînîk a Fakulteya Tip'ê ya Zanîngeha Başkentê, Prof. Dr. Ozlem Azap têkildarî rêyên parastina ji vîrusa koronayê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Prof. Dr. Ozlem Azap bi bîr xist ku vîrusa koronayê dibe sedema nexweşînên mîna sermagirtin û zekemê û wiha got: "Tê fikirîn ku vîrus li bajarê Vûhan ê Çînê ji goştê sewalan peyda bûye. Îhtîmalek ji şevşevokan derbasî mirovan bûye. Piştre jî ji mirovan derbasî mirovan bûye û berbelav bûye." Azap, diyar kir ku vîrus bi rêya bêhngirtinê derbasî mirovan dibe û ji bo pêşîligirtina virusê jî ev bergiriyên divê bên girtin rêz kirin:
“* Bi qasî metreyekî nêzî kesên ku teşhîsa vîrusa koronayê li ser wan hatiye kirin nebin. Ji bo vê yekê kesên nexweş divê dernekevin nav civakê û heke derkevin jî divê maske bi kar bînin.
* Ji destgirtin û hembezikirinê birevin.
* Divê dema kuxik û bêhnijandinê dev bi kemnikê bê girtin, heke kevnik tunebe divê bi mil bê girtin.
* Paqijiya dest gelek girîng e. Divê dest bi sabûn û ava bol bê paqijkirin û piştre jî bê ziwakirin. Tenê bi avê nabe.
* Divê hewaya cihên komî yên girtî timik bê nûkirin.
* Paqijiya rûxalê girîng e. Pqaşiya rûxalê divê 2 qat bê zêdekirin.
ÇÛYÎNA NEXWEŞXANEYÊ
Azap, têkildarî çûyîna nexweşxaneyê jî axivî û da zanîn ku nîşaneyên vîrusa koronayê dişibin nîşaneyên şewbê û têkildarî di kîjan rewşê de divê ku mirov biçin nexweşxaneyê jî ev tişt vegotin: "Dema nîşaneyên şewb û zekemê û kesên cîwan dema ku bêhna wan bişkê divê biçin nexweşxaneyan. Kesên ku nexweşiya pençeşêr, neqla dil û gurçikê bi wan re heye, dema ku nîşaneyên şewbê jî bi wan re çêbûn divê demildest biçin nexweşxaneyê."
BIKARANÎNA MASKEYAN
Di dawiya axaftina xwe de Azap bal kişand ser bikaranîna maske ya ji bo parastina ji vîrusê jî ev tişt got: "Bikaranîna maske baweriya parastina ji vîrusê kêm dike. Kesê maske bi kar tîne bîrbiriya parastinê pê re çêdibe. Tê pêşniyarkirin ku kesên nexweş maske bi kar bînin. Kesên ne nexweş jî berî ku maske bi kar bînin divê bergiriyên pêwîst bigirin."
MA / Zemo Aggoz