Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye

img

ŞIRNEX - Di Dikana Hevgirtinê ya Kezî ya ku ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve hat vekirin de, pere derbas nabe. Nûran Kaplan a ku ji kedkarên dikanê ye diyar kir ku armanca dikanê bibîrxistina civaka komun a ku di cewherê mirovahiyê de ye û got: "Werin em vê tora hevgirtinê bi hev re bihûnîn."

 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Dikana Hevgirtinê ya Kezî ya ku di 5'ê Kanûnê de ji aliyê şaredariya navçeyê ya di rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) de hatiye vekirin, rastiya civaka komun a di cewherê mirovahiyê de bi bîr dixe. Li vê dikan a ku li ser esasê komunê ku ji têgeha "kom" (kombûn) a bi Kurdî tê, pere nayên qebûlkirin. Armanca avakirina dikanê ji piştgiriya xizanan zêdetir, kombûna mirovan û bi bîrxistin û pêşxistina fikir û hesta parvekirinê ya di civakê de ye.
 
Ji ber vê yekê navê dikanê bi Kurdî wekî "Kezî" hat danîn. Dikan li Kolana Zubeyde ya Taxa Cûdiyê hat vekirin û di demeke kurt a wekî du hefteyan de gelek dikandar û jin di nava komunê de cih girtin. Kedkarên dikanê xwarin, kinc û amûrên di destê dikandaran de zêde ne bi awayekî bêpere dabîn dikin û van tiştên ku kom dikin digihînin kesên xizan ên hatine tespîtkirin. Kedkarên dikanê mal bi mal digerin û komûna hatî avakirin rave dikin, li aliyekî xizanan tespît dikin û li aliyê din jî bi kesên ku dê piştgiriyê bidin komunê re yek bi yek dikevin têkiliyê.
 
Ji Yekeya Aboriyê ya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Cizîrê Nûran Kaplanê a ku yek ji kedkarên dikanê ye, der barê armanc û xebata dikanê de agahî da.
 
Nûran Kaplanê diyar kir ku armanca dikanê hevgirtin e û ev tişt got: "Em parvekirinê birêxistin dikin. Ji bo vê em li taxan derî bi derî digerin. Em serdana dikandarên xwe dikin. Em torekî hevgirtinê bi hûrgulî dihûnîn. Ne tenê di warê kincan de, ji bo hemû hewcedariyên bingehîn ên jiyanê em torekî ava dikin." Nûran Kaplanê, sedema hilbijartina navê "Kezî" jî bi van gotinan vegot: "Jin 3 baq porên cuda tînin cem hev û keziyekê dihûnîn. Kezî, sembola hatina cem hev û yekitiya beşên cuda ye. Em jî dixwazin mirovên cuda bînin cem hev û torekî ava bikin."
 
‘TU KES DESTVALA NAÇE’
 
Nûran Kaplanê anî ziman ku di dikanê de 3 jin dixebitin û jinên di yekîneya aboriyê ya şaredariyê de cih digirin jî li qadê serdana dikandar û malbatan dikin. Nûran Kaplanê destnîşan kir ku mezinkirina tora hevgirtinê yek ji armancên wan ên sereke ye û tu kesê tê dikanê destvala nayê şandin û wiha pê de çû: "Em hewcedariyên her kesê ku tê vir tespît dikin. Heke xwarin be xwarin, kinc be kinc, qirtasiye be qirtasiye. Hewcedariya wan bi çi hebe em bi kesên ku dikarin wê hewcedariyê dabîn bikin re dikevin têkiliyê û wan kelûpelan dabîn dikin. Cewherê komunê ev e. Heke li cem min tiştekî zêde hebe û hewcedariya cîranê min pê hebe divê ez pê re parve bikim. Em jî dixwazin vê bikin. Her kes dikare her tiştê di destê xwe de yê zêde mîna xwarin, kinc, amûr û kelûpalan bîne dikanê. Kesekî hewcedar jî dikare were û ji vir bigire."
 
‘DERIYÊ ME JI HER KESÎ RE VEKIRÎ YE’
 
Nûran Kaplanê bal kişand ser paqijiya berhemên ku digihînin hewcedaran û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hewl didin ku em kelûpelên nehatine bikaranîn bighînin hewcedaran. Lêbelê em dixwazin kelûpelên ku kêm hatine bikaranîn û zêde ne jî bigihînin hewcedaran. Piştî ku hevalên me yên kedkar van berhemên radestî me hatine kirin kontrol kirin, dê bigihînin hewcedaran. Di vê pêvajoyê de em li benda piştgiriya her kesî ne. Bila her kes were û vir bibîne. Deriyê me ji her kesî re vekirî ye. Werin em vê tora hevgirtinê bi hev re bihûnîn."
 
MA / Emrullah Acar