Pêkanîna lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne

WAN - Pêkanîna lastîkên zivistanê ku her sal mecbûrî be, ji 15'ê Mijdarê ve dest pê kir. 

Li welêt pêkanîna lastîkên zivistanê ku ji bo ewlehiya trafîkê her sal tê sepandin, ji 15'ê Mijdarê ve dest pê kir. Ajovanên ku guh nedin pêkanîna lastîkên zivistanê, dê bi cezayekî 5 hezar û 856 TL'yî re rû bi rû bimînin. Beriya 15'ê Mijdarê, çûnhatina li cem latîkfiroşan zêde bûye. Ajovanên ku lastîkên xwe diguherînin jî, bi fiyetekî duqat zêde re rû bi rû dimînin. 
 
Lastîkfiroş Rêber Yagmûr bilêv kir ku fiyetê lastîkan li gor par duqat biha bûye û got: "Par kesek ji bo 4 lastîkan 5 hezar TL dida. Îsal fiyetê heman lastîkan di ser 10 hezar TL'yî re ye. Ji ber bihabûnê mirov bêyî lastîkên zivistanê bi kar bînin diçin. Mirov dibêjin ji dêvla ku ev qas pere bidin lastîkan, dê wesayîta xwe heya biharê li malê par bikin. Ango wekî her tiştî fiyetê lastîkan jî biha bûye." 
 
Yagmûr, destnîşan kir ku çendî fiyet biha bin jî, divê ji bo ewlehiyê lastîkên zivistanê bên bikaranîn. 
 
Mehmet Turkmen jî bilêv kir ku îsal zivistanê zû dest pê kiriye û got: "Di wesayîtên zivistanê de guherandina lastîkan mecbûrî ye. Wekî her salê îsal jî fiyet duqat biha bûne. Ji ber hêza kirînê kêm bûye, mirov êdî nikarin tekeran jî biguherînin. Mirov ji dêvla tekeran biguherînin, wesayîtên xwe dixin xeracê û zivistanê najonin. Lê ji bo ewlehiyê divê bên bikaranîn. Fiyetê lastîkên nû pir biha ye, ji ber vê piraniya mirovan lastîkên kevn dikirin. Lê divê hay ji van lastîkan hebin; divê hay ji şert û mercên hilanîna lastîkan, modela wan û dîroka wan miqate bin." 
 
Ji welatiyan Sînan Akbal jî anî ziman ku hem fiyetê lastîkan hem jî karkeriya wan du qat biha bûye.