Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire

WAN - Penîrê bisîrik ê Wanê ku her diçe hilberîna wî kêm dibe, fiyetê wî jî zêde dibe. Penîrê bisîrik ku par kiloya wî bi 350-450 TL'yî bû îsal bûye 700 TL. 

Penîrê bisîrik ê Wanê, ji ber kêmbûna heywanan û zêdebûna lêçûnan wekî berê nayê hilberandin. Ji ber kêmbûna hilberandinê fiyetê wî jî her diçe biha dibe. Fiyetê penêrê bisîrik niha di navbera 500-700 TL'yî de ye. Dikandarên Çarşiya Penêrfiroşan, destnîşan kirin ku ji ber gund vala dibin û mirov heywanan xwedî nakin, çêkirina penr jî kêm dibe. 
 
‘NEXWEŞIYAN BANDORÊ LI HILBERÎNÊ KIRIN' 
 
Dikandar Hasan Kayhan diyar kir ku her çend penîrê Wanê yê bi navûdeng, hêdî hêdî kêm dibe. Kayhan got: "Em penîrê bisîrik dişînin derveyî welêt jî. Lêbelê, ji ber kêmbûna hilberînê û daxwaza nehevseng, biha zêde dibin. Ji ber hilberîn kêm bûye, em nikarin hemû daxwazan pêk bînin. Yek ji faktorên herî girîng ên ku îsal bandorê li me dike nexweşiya Tebekê ye (nexweşiyeke vîrusî ye ku dikare di hemû ajalên kedî û kovî de peyda bibe). Hilberîn ji ber vê nexweşiyê pir kêm bûye. Par, me qalibel penîr bi 450 lîreyî dikirî, lê îsal em di navbera 500 û 550 lîreyî de dikirin. Zêdebûna bihayê penîr, digel zêdebûna enflasyonê, normal e. Wekî din, ji ber nebûna baran û berfê, me di peydakirina giyayên ku di penîr de tên bikaranîn de jî zehmetî kişand. Ev hemû faktor dibin sedema zêdebûna bihayê."
 
‘MALBAT ÊDÎ NIKARIN PENÎR BIKIRIN'  
 
Baver Nar anî ziman ku ew tenê penîrê kubîkî yê ku demeke dirêj di bin erdê de hatiye veşartyin difiroşe û got: "Îsal penîr herî kêm bi 600 heta 700 lîreyî tê firotin. Ji ber ku biha pir zêde ye, mirov nikarin bikirin. Ev rewş hem bandorê li me dike û hem jî li welatiyan dike. Em di warê aborî de zehmetiyan dikişînin. Em penîr ji gund dikirin, lê mixabin, em nikarin li vir bifiroşin. Malbatên ku berê 80-90 kîlo penîr dikirin, niha di navbera 10 û 20 kîloyan de dikirin."
 
Tuncer Bilici wiha got: "Penîrê Wanê ku em difiroşin divê herî kêm şeş mehan di bin erdê de bimîne. Ji ber ku her sal biha zêde dibin, ji sedî 80'ê nifûsê êdî nikare penîr bikire. Malbatek neçar e ku ji bo her 10 kîlo penîr 6 hezar lîre bide. Ev aboriya malbatê xera dike. Divê ew penîr bikirin, kirê bidin, an jî fatûreyan bidin? Îsal, ji ber nexweşiya şewbê, heywan 45 rojan nehatin dotin. Ev tê vê wateyê ku şîr tune ye. Sedema sereke ya kêmbûna sewalvaniyê ew e ku mirov êdî li gundan najîn. Li gundekî 100 kesî, herî zêde 30 malbat pez xwedî dikin. Ji ber vê yekê, hilberîn kêm dibe."
 
Husamettîn Polat jî destnîşan kir ku li gorî sala borî biha zêde bûne û got: "Par me penîr bi 250 TL'yî kirî, lê îsal ez bi 450 TL'yî dikirim û bi 550-600 TL'yî difiroşim. Dahata me ya rojane kêm bûye ji ber ku mirov êdî nikarin penîr jî bikirin."