ENQERE - Girtiyan, ji bo rojnamevan Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî û tedawiya wî didome, nameya piştevaniyê şandin. Girtiyan di nameyên xwe de diyar kirin ku ew bawer in ew ê bi îradeya xwe ya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibe.
Tedawiya rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku di 14’ê Comtehê de li mala xwe ya li Enqereyê xwîn çûbû ser mêjiyê wî ya li Nesxweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê didome. Aykol ê ku ji ber enfeksiyona pişikê tedawiya wî di beşa çavdêriya awerte de didome, xetereya wî ya jiyanî didome. Gelek kes ji bo Aykol serdana nexweşxaneyê dikin û girtiyên ku Aykol bi salan bûbû dengê wan peyamên xwe yên piştevaniyê bi rêya nameyan radigîhîn. Li hinek girtîgehên ku têketina rojanameyan lê zehmet e, hinek girtî piştî mehekî ji rewşa Aykol haydar bûn.
Haydar Demîr ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tê ragirtin, nû ji rewşa Aykol haydar bûye û di nameya xwe de wiha nivisiye: “Merhaba Huseyîn beg, duh ez di rojnameya Bîrgunê de ji rewşa te haydar bûm. Dema min nûçe dît ez pir xemgîn bûm. Niha ez nizanim ku hûn hêj li nexweşxaneyê ne. Hêvîdar im di demeke kurt de hûn şifayê bibînin. Bimînin di xweşiyê de, hezkirin.”
‘EZ BAWER IM KU TU DÊ VÊ NEXWEŞIYÊ BI ÎRADEYA ŞOREŞGERÎ TÊK BIBÎ’
Resûl Kocaturk ê ku li Girtîgeha Kiriklar a Buca ya Îzmîrê tê ragirtin, di nameya xwe de silametî ji bo Aykol xwest û ev tişt got: “Rêzdar mamoste Aykol, niha ez pir xemgîn im. Ez hîn bûm ku rewşa tenduristiya te ne baş e. Ez bawer im ku tuyê bi îradeya xwe ya şoreşgerî ve vê nexweşiyê têk bibî û bi serkevî. Ez ji dil û can te silav dikim û li benda başî û nameyên te ne.”
‘EM LI BENDA XEBERÊN TE YÊN XWEŞ IN’
Metîn Turan ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tê ragirtin di nameya xwe de wiha got: “Merheba Huseyîn Aykol ê hêja. Em ji rojnameyan ji rewşa te haydar bûn. Em silametiyê ji bo te dixwazin, li benda rêzikên te yên herîkbar û nameyên te ne. Bimîne di xweşiyê de, derbasî be. Silav û rêz.”
MA / Omer Gungor
