Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin

img

STENBOL  - Mehmet Edîp Taşar ku li Girtîgeha Tîpa L a Marmarayê tê ragirtin 18 caran anjiyo bûye û 8 stent jî xistine dilê wî. Kurê wî Agît Taşar bang kir ku bavê wî tavilê bê berdan.

 
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi giştî hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji wan 161 jê jin û hezar û 251 jî mêr in. Di raporê de hat destnîşankirin ku 335 girtiyên nexweşên giran hene, ji van 230 kes bi tena serê xwe nikarin bijîn, 105 kes hewcedarî piştgiriyê ne û divê 188 girtî ji ber nexweşiyên xwe bi berdewamî bên kontrolkirin.
 
Mehmet Edîp Taşar (68) ê ku di Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Marmarayê (Sîlîvrî) de tê ragirtin û di lîsteya girtiyên nexweş ên ÎHD’ê de ye, gelek pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Taşar ê ku nexweşiya kêmasiya dil pê re heye, 18 caran anjiyo bûye. Her wiha ji ber nexweşiya dil 8 stent li ser dilê wî hatine bicîkirin û kêmasiya avêtina dil  jî pê re heye. Rewşa Taşar ê ku nexweşê diyabeta kronîk e û carinan digihêje 600’î, di raporên tenduristiyê de jî cîh digire. Taşar, ji ber nexweşiyên xwe yên giran û kronîk 3 caran sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) hat kirin, lê daxwazên wî yên ji bo taloqkirina înfazê hatin redkirin. Taşar, herî dawî di 3’yê Mijdarê de şandin nexweşxaneyê, bi îdiaya ku "baş bûye" vegerandin girtîgehê, lê dîsa rewşa wî xirab bû û rakirin revîrê. Taşar ê ku nikare hewcedariyên xwe yên şexsî jî bi cih bîne, bi alîkariya girtiyên din jiyana xwe didomîne.
 
Kurê Taşar, Agît Taşar, daxwaz kir ku bavê wî tavilê bê berdan.
 
Agît Taşar, qala rewşa bavê xwe kir û diyar kir ku ew bi tena serê xwe nikare jiyana xwe di girtîgehê de bidomîne û got: "Bavê min di girtîgehê de bi alîkariya hevalên din jiyana xwe didomîne. Nexweşiya dil pê re heye û raporên wê jî hene. Niha di rewşeke wisa de ye ku hewcedarî lênêrînê ye û hewl dide jiyana xwe li girtîgehê bidomîne. Rewşa wî qet ne baş e."
 
'DENGÊ MIN RAGIHÎNIN'  
 
Taşar, ev tişt got: "Tevî ku me gelek caran serî li ATK’ê da jî, bi tu awayî bersivek erênî nehat dayîn. Cara dawî ku ez çûm serdanê, 2 kes ketibûn bin milê wî û bi wî awayî karîbû were cihê hevdîtinê. Nexweşiya wî ew qas giran e ku nikare bimeşe. Lê belê hîn jî ji bo berdanê tu gavek nehatiye avêtin."
 
Taşar, destnîşan kir ku 2 roj berê bi bavê xwe re bi telefonê axiviye û wiha pê de çû: "Bavê min xwest ku dengê wî bê ragihandin. Bavê min pirsî, 'ez li pişt deriyan kesek im, di nav çar dîwaran de me, heta ku derê dikarim dengê xwe raghînim.' Her wiha bavê min ji her alî re daxwaznameyan dinivîsîne û dişîne. Lê bersiv nayê dayîn."
 
'JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ DIVÊ GAV BÊ AVÊTIN' 
 
Taşar, bi bîr xist ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Herî kêm di pêvajoyeke wiha de bila wî berdan. Dê li cem me bûya. Ji ber ku niha nikare hewcedariyên xwe yên bi cih bîne. Me dê li malê alîkariya wî bikira û wê li ber çavên me ba. Heke bi vî awayî bê berdan em ê pir kêfxweş bibin. Pêvajoya çareseriyê jî hinekî giran birêve diçe. Her kesek bi hêvî li benda wê ye, yên ku bi neheqî hatine girtin, girtiyên nexweş, mirovên kal. Çareserkirina vê pêvajoyê demildest hem ji bo welatê me hem jî ji bo girtiyên ku ji tengasiyan dikişînin, wê pir baş be. Divê di pêvajoyê de gav bên avêtin. Divê teqez ji bo girtiyên nexweş û kal gav bê avêtin. Ger ev gav bên avêtin, dibe ku di mijara çareseriyê de tiştek çêbibe."
 
BANGA JI BO WEZARETA DADÊ 
 
Taşar, bang li Wezareta Dadê kir û got: "Wekî kurê girtiyekî nexweşê giran; divê girtiyên nexweş tavikê bên berdan."
 
MA / Omer Îbrahîmoglû