Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man

img
WAN – Ji ber ku komîsyonvan bihayê di biniya lêçûnê de diyar dikin, li navçeya Payîzava û Westanê firingî, îsot, petêx û şebeş li nav zeviyê man. 
 
Li navçeyên Payizava û Westan ên Wanê, bi tonan firingî, xiyar, zebeş û îsot di nava zeviyê de man, ji ber ku firoşkar bihayê wan di biniya lêçûnê de diyar dikin. Cotkar Emin Gezîcî diyar kir ku ew ji destpêka demsalê ve bi baldarî dixebitin û got: "Em bi salan e ku wekî malbat çandiniyê dikin. Her pênc mehên salê, em hemû endamên malbata xwe tînin nava zeviyê da ku bixebitin. Lêçûnên zêde dibin sedema debara me pir dijwar be. Em pakêtek tov bi 5 hezar TL dikirin. Em bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne û mîqdara pereyê ku em li ser sotemeniyê xerc dikin bêhesab e. Bihayên sotemeniyê rojane zêde dibin. Cotkarên li welêt jixwe di rewşeke xirab de ne; em nikarin tu sûdê ji alîkariya dewletê bigirin. Em bi tevahî bi tena serê xwe çandiniyê dikin. Ji bilî hemû endamên malbata xwe, divê em karkeran bigirin. Lêçûna giştî ya van berheman 3 mîlyon TL ye. Di vê rewşê de, ked girîng e."
 
Gezîcî destnîşan kir ku bi tonan firingî di zeviyan de mane û got: "Ez ne tenê di vê rewşê de me; cotkarên din jî di heman rewşê de ne. Dema ku berhem gihîştî bin, em nikarin wan bi bihayê ku em ji bo keda xwe dixwazin bifroşin. Em ji bo her kîloyekê 9 TL dixwazin, lê kirrûbir red dikin; ew dixwazin ji me bi 6 TL'yan bikirin. Ger ez bi wê bihayê bifroşim, ez ê pir bixisirim. Ev yekane rêya ku em dikarin li vî welatî debara xwe bikin. Aboriya welêt ne pir baş e û em nikarin kar bibînin. Ez rojane 700 TL didim karkerên xwe, lê wijdanê min qebûl nake."
 
Gezîcî destnîşan kir ku ew ji ber polîtîkayên çandiniyê yên dewletê zehmetiyan dikişînin û got: "Karker tiştê ku heq dikin nagirin ji ber ku firingî di zeviyan de dimînin û dirizin. Em saet 5'ê sibê şiyar dibin da ku biçin nava zeviyan û karkerek ku heta saet 8'ê êvarê dixebite 700 lîre mûçe distîne, ji ber vê yekê em nikarin heqö xwarina wan jî bidin. Gelo wijdanê dewletê rihet e? Gelo ew dizanin cotkar bi çi pirsgirêkan re rû bi rû ne? Ger em îro kîloyek firingî di zeviyan de bi 15 lîreyan bifroşin, mûçeya rojane ya karkeran dê hezar û 500 lîre be. Ew di zeviyan de ji me firingiyan bi 6 lîreyan dikirin û bi 45 lîreyan difiroşin. Ji ber ku biha pir kêm in, berhem di zeviyan de dimîne. Demsal hema bêje qediya ye, lê me ji zeviyên xwe berhem negirtiye. Ger em bifroşin, em her tiştî winda dikin; ger em nefiroşin, zevî dê wêran bibin."
 
MA / Bîlal Babat