Banga ji bo kurdî: Têkoşîna ji bo ziman berpirsiyariyeke civakî ye

WAN- Jinên ku tevlî  Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” bûn diyar kirin ku gelê kurd naskirin, bi kurdî naskirinê destpê dike û gotin ji bo vê jî gavên şenbêr divê ku bên avêtin.

Li Wanê di 15-16'ê Cotmehê de Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” ku ji aliyê Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ve hate lidarxistin. Di vê xebatê ya  ku di dijî bê statûbûnê ya zimanê Kurdî şêwazên mezinkirina kurdî hate nîqaşkirin. Di nav 8 komên cihêreng ên ekolojî, perwerde, tenduristî, ol, bawerî, wêje, mweşangerî-çapemenî, siyasî û diplomasiya de xebatkaran beşdar bûn. Di dawiyê encamnameya komxebatê hate parvkirin û hate diyarkirin ku zimanê Kurdî divê statûya qanûnî ya kurdî bênaskirin û ji bo vê jî têkoşîn bê mezinkirin.  
 
Wêjekar, hiqûnas û weşanxaneyên ku tevlî komxebatê bûn der barê xebatên zimanê kurdî yê pêşerojê de axivîn.
 
'PIRSGIRIKA ZIMAN NE TENÊ PIRSGIRÎKA JINANE'
 
Ji Komeleya Wêjekarên Kurd Gulan Zozanê diyar kir ku zimanê kurdî jiyankirin ne tenê di berpirsyariya dayik û jinan de ye, berpirsyariya her ferdekê civakê ye û wiha axivî: "Di vê komxebatê de nîqaşên gelek girîng hatin kirin. Nîqaşên ku hatine kirin çiqas erênî, yan jî çiqas neyînî bûn ew jî dibe meseleya nîqaşê. Weke zimanzan ev xebat pir girîng in. Hin mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Di nava van nîqaşan de em ê mijarên xwe hilbijêrin û xebatêkî bixin pêşiya xwe. Di vê komxebatê de hinek lawazbûna rol û misyona jinan a ji bo ziman hate rexnekirin. Tê gotin ku zimanê dayikê di destê dayikan de ye. Hate gotin ku herî zede divê ku dayik li ser vê ked û xebat bikin. Erê raste, lêbelê di jiyankirina ziman de û pêşî li girtina pişaftinê de rol tenê ne li ser milê jinane li ser milê her ferdekê civakê ye. Divê ku em zimanê dayikê ne tenê bihêlin li ser pişta dayikan. Ev mesele ne tenê meseleya jinan e. Divê ku siyasetmedarên me û hemû saziyên me li ser perwerdehiya zimanê kurdî bisekinin da ku bibe zimanê fermî. Divê kurdî ne tenê zimanê bijartî be, divê ku weke zimanê mecbûrî be. Erê em îro kurdî diaxivin em xwe di nava xwe de diaxivin û dinya bi me nahese. Ji ber vê jî divê ku êdî statûya kurdî bê naskirin. Ji bo vê ked tê dayin lêbelê divê ku ev xebat bê mezintirkirin."
 
Gulan Zozanê bi lêv kir ku divê ji bo naskirina statûya zimanê kurdî xebat bên berfirehkirin û wiha domand: "Di pêşvebirina kurdî de wêje jî pir girînge. Ez weke wêjekarek dema ku berhemek diafirînim, helbest diafirînim li çi dinerim? Li gotineke kurdî wê kevnare dinêrim.Hewledayina min ew e ku ew peyv wenda nebe. Ev ji bo me pir girînge. Lêbelê divê ku xebateke hin cudatir bê kirin. Ji ber ku em heman tiştekî vedikin. Divê ku em ji xwe re qadan vekin, zarokên kurd teşwîqî xwendina pirtûkan bikin. Divê ku em vê xebatê bînîn asteke wisa ku dema zarokên kurd peyveke kurdî jî dibînin bala wan bikşînin. Divê ku bi taybetî em li ser fermîkirina zimanê kurdî bisekînin. Em îro zimanê xwe radestî kedxwaran bikin dê tune bikin. Ji ber wê jî ji bo ku ev pêvajoya civaka demokratîk a aşitiyane bigihîje armanca xwe divê ku herî zêde jî em hewl bidin. Divê ku êdî siyaseta me bi kurdî be, hûnera me, wêjeya me bi kurdî be. Lê di vir de herî zêde rol dikeve li ser siyasetmedaran."
 
 
'DIVÊ KU ASTENGIYÊN LI SER KURDÎ BÊN RAKIRIN'
 
Ji Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê ya Mehtap İşikê bal kişand ser zimanê hiqûqê yê bi kurdî û got ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê zimanê kurdî bê mîsogerkirin û got: "Em weke hîqûqnasan her tim taybetmendiya zimanê kurdî tînin ziman. Dema ku pêvajoya nû destpêkir herkeseke kurd heman daxwaz kir. Herkesî pirs kir û got,' zimanê kurdî dê qanûnan de çawa cih bigire û çawa bê azad kirin, di nava dadgehan de, qadan û saziyan de dê çawa bê axiftin?' em weke hiqûqnasên meqazagonên Tirkiyeyê de, zagonên Tirkiyeyê de ji bo ku bibe zimanê perwerdehiyê yan jî bi awayeke azad axaftin divê ku çi bê kirin?  Ji bo vê xebateke heye. Gava yêkemîn a ku bê avêtin di meqazanon de ew astengî hem di perwerdehiyê de, hem di dadgehê de û hem jî di hemû qadan de bi awayeke azad biaxivin û bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin. Gava yêkemîn ev e. Çimkî weke gel, netewek bê naskirin divê ku ewilî zimanê wan nas bikin. Ev jî encax di qanûnan de fermîkirinê destpê dike. Heke ku di qanûnan de neyê nivîsandin û serbest nebe ne dibe ku zimanê perwerdehiyê û di ti qadan de jî derbas nabe. Naskirina gelê kurd bi naskirina kurdî pêkane ye. Di dîroka tekoşîna kurd de gelek siyasetmedarên kurd hatin girtin û di dadgehan de siyasetmedarên kurd xwestin ku parastina xwe bi zimanê dayikê bikin. Lêbelê ev her tim hate astengkirin û zimanê tirkî wan hatin ferzkirin. Weke hincet tunebûna wegervanan nîşan didan. Ev jî bi tena serê xwe astengiya herî mezin a li dijî xweparastinê bû. Hewceye ku ev astengî hemû di qadên civakê de bên rakirin. Kurd divê ku her qadan êdî bi azad zimanê xwe biaxivin. Ji bo gavên şenbêr me raporên xwe amadekirinê. Di meqanûn de divê ku ji xeynî tirkî kurdî jî bê nivîsandin. Divê ku nava civakê de kîjan ziman bê axaftin ew bê fermîkirin. Dema ku girtiyekî parastina kurdî kir divê ku neyê cezakirin û divê ku êdî dozên ji ber ku kurdî axivî ne neyên cezakirin, gavên şenber yê yekem ev in."
 
 
'SERBESTKIRINA KURDÎ NEBE AŞTÎ NE PÊKAN E'
 
 
Hevseroka Weşanên Enstutiya Kurdî ya Stenbolê Remziye Alparslanê jî bal kişand li ser mîsyona weşanan a di kurdî de û ev tişt got: "Yek jî saziyên ku bi kurdî re eleqeder dibin jî weşanxaneyên kurdî ne. Helbet di pêşvebirina zimanê kurdî de rol û mîsyonek dikeve ser milê weşangeran jî. Ji ber ku mileke vê pêvajoyê jî zimane. Mafê gelê kurdan, statûya kurdî bi giştî ne. Lêbelê yêkemîn daxwaza gelê kurd jî statûya kurdî ye. Tişta ku di vê pêvajoyê de dikeve ser milê me berçav girtina daxwazên zimanê kurdî ne. Her wiha di nava civakê de jî belavkirina zimanê kurdî ye. Ji bo ku perwedehiya bi zimanê kurdî bê kirin û hem jî statûya kurdî bênaskirin mîsyonek mezin dikeve ser milê herkesî. Lêbelê pîranî jî dikeve ser milê saziyên zimanin. Ji bo vê jî divê ku prestîja zimanê kurdî zêdetir bibe. Bi li darxistina panelan, civînan û komxebatan van xebatan dikarin berfireh bikin. Zimanê kurdî sedsalin bi pişaftinekî re rû bi rû ye. Vê bêpar, zext û zordariyê bixwazî û nexwazî xisareteke mezin vekiriye. Keşêyên kurdî, kêmasiyên materyalên kurdî çi ne divê ku ev bên dîtin û lêkolînkirin. Di fuara me ya dawî de pirtûkên me yên kurdî hatin desteserkirin. Berê jî ev êriş zêdetir bûn. Hê niha jî mirov nikare ji girtiyan re ferhengekî yan jî pirtûkeke bi kurdî bişîne. Pirtûkek dişînin dibêjin ku em ê werger bikin pştre radestî girtiyan bikin. Niha jî zextek, sînordarkirinek heye. Heta ku şert û mercên serbestkirina kurdî pêk neyên aşitiyek jî nepêkane ye û aşitiyeke bi heq çênabe. Divê ku kurdî bi awayeke qanûnî û nivîskî bê mîsogerkirin."
 
MA / Zeynep Dûrgût