Xwendekarên enternasyonal çûn serdana GOÇÎZDER’ê

  • rojane
  • 12:40 14 Cotmeh 2025
  • |
img
MÊRSÎN - Şandeyeke ji xwendekarên Ewropayî pêk dihat, çû serdana Çukurova GOÇÎZDER’ê û der heqê xebatên komeleyê de hatin agahdarkirin. 
 
Şandeyeke enterasyonal ku ji xwendekarên zanîngehên welatên cuda yên Ewropayê pêk tê, çû serdana Komeleya Şopandina Koçê ya Çukurovayê (GOÇÎZDER). Şandeya ku çû avahiya komeleyê ya li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê, têkildarî polîtîkayên koçberkirinê yên bi darê zorê yên li Tirkiye û Kurdistanê, mafên penaberan û zextên ser rêxistinên civaka sivîl nirxandin kirin. Endamên şandeyê, dan zanîn ku xebatên GOÇÎZDER’ê yên salên dirêj e têkildarî mexdûrên koçberiyê tên meşandin, bi xwe re toreke piştevaniyê ya girîng ava kiriye. 
 
Nûnerên komeleyê, têkildarî xebatên xwe yên li qadê, binpêkirinên mafan ên di dema koçberiyê de û pêvajoya darazê ya endamên wan ên hatine girtin, agahî bi şandeyê re parve kir. Şandeyê jî tecrubeyên xwe yên piştevaniyê parve kirin û bal kişandin ser zemîna têkoşîna hevpar. 
 
Serdan, piştî beşa pirs-bersivan û bi peyamên piştevaniyê bi dawî bû.