Mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

  • jin
  • 12:28 14 Cotmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşa tenduristiyê ya Zeynep Celaliyan nebaş e û mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin. 

 
Rêxistina Mafên Mirovan (HRNA) têkildarî rewşa girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku li girtîgeha Yezd a Îranê cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn, raporek parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku Zeyneb Celaliyan tekane girtiya jin a siyasî ya ku ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn û niha li Girtîgeha Yezdê tê ragirtin. Hat gotin ku nexweşiyên weke çav, gurçik û mîdeyê ya Zeyneb Celaliyan heye lê hêj jî ji çavdêriya bijîşkî ya pêwîst û tedawiyê bêpar hatiye hiştin.
 
Bi domdarî hat gotin ku meha borî li yek ji nexweşxaneyên bajarê Yezdê neştergeriyek ji Zeyneb Celaliyan re hatiye kirin, lê piştî du rojan carek din ew vegerandine girtîgehê. Hat gotin ku di dema neştergeriyê de jî kelemçe bi destên Zeyneb Celaliyan bû.