Banga ji bo komxebata ciwanan

img

AMED - Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Bahoz Çagrici, hemû ciwanan vexwand komxebata ku dê sibê li Amedê bê lidarxistin. 

Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê dê sibê saet di 10:00'an de bi sernavê "Bi Ciwantiya Pêşeng re Civaka Demokratîk" komxebatekê li dar bixe. Cîgirê Hevserokatiya DEM Partiyê Tayîp Temel, ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û ekolojîst Leyla Çîte dê beşdarî komxebatê bibin ku wê li Navenda Kongreyê ya Çand Amed bê lidarxistin.
 
Di rûniştina yekem de bi sernavê "Konfederalîzma Demokratîk: Bingehên Sazûmanî û Pratîkî", dê mijarên bi vî rengî werin gengeşekirin: "Meclisên gel û demokrasiya herêmî, civaka ekolojîk û azadiya jinan, çareseriya der-sînorî: modelek der-neteweyî pêkan e?"
 
Di rûniştina duyemîn a bi sernavê "Azadiya Jinan û Perspektîfa Jîneolojiyê" de, dê li ser "Serdestiya jinan û derketina holê ya pirsgirêkên civakî" nîqaş bên kirin. Beşdarên komxebatê dê karibin li kursiya ku vê danîn biaxivin.
 
Rojeva sereke ya komxebatê dê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be.
 
BANGAWAZÎ
 
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Bariş Bahoz Çagrici got: "Em ê di komxebatê de nîqaş bikin ka em çiqas Rêber (Abdullah Ocalan) fam dikin û analîz dikin. Em ê piştî van hemû komxebatan konferansekê li dar bixin."
 
Çagrici hemû ciwanan vexwend komxebatê.