ENQERE - DEM Partiyê, operasyona li Îzmîrê li dijî CHP’iyan şermezar kir û got: "Em li dijî hemû nêzikatiyên çewsîner ên li ser muxalefê ne.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bertek nîşanî operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê da. Di daxuyaniya DEM Partiyê de wiha hate gotin: “Em operasyona li dijî Şaredarê Îzmîrê yê berê Tûnç Soyar, xebatkarên şaredariyê û siyasetmedaran şermezar dikin. Em partiyek in ku her tim bi operasyonan re rûbirû mane, em baş dizanin ku ev operasyon ne hiqûqî ne.
BANGA JI BO DESTHILATÊ
Em dubare destnîşan dikin; em piştgiriyê didin siyaseteke paqij û hişmendiya rêveberiya herêmî, lêbelê em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne. Em bangî desthilatê dikin ku dev ji operasyonên darazê û kiryarên der hiqûqî berde.”