Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin

  • ciwan
  • 16:35 4 Tîrmeh 2025
  • |
img
STENBOL - Meclisa Ciwanan a Stenbolê dê di 6’ê Tîrmehê di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de komxebatê li dar bixe. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê, dê di 6’ê Tîrmehê de “Komxebeta bi Ciwanên pêşeng ber bi civaka demokratîk ve” li dar bixe. Komxebat, dê li Navenda Çandê ya Zubeyde Hanim a li navçeya Fatîhê were lidarxistin. Komxebat, dê ji 4 rûniştinan pêk bê. 
 
Edîtorê kovara Demokratîk Modernîteyê Haydar Ergul, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û Wekîlê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek dê di rûniştina yekemîn de bi sernavên “Dîroka Şaristaniyê û Rexneya li Dijî Modernîteya Kapîtalîst”, “Nêrîneke Alternatîf a li Dijî Dîroka Şaristaniyê”, “Xwezaya Afirandina Krîzan a Modernîteya Kapîtalîst” û “Avadaniya Hegemonîk a Netewe-Dewletê û Bandora wê ya li ser Rojhilata Navîn” pêşkeşiyê bikin. 
 
Di rûniştina duyemîn de dê bi sernavê “Şaristaniyên Dîrokî û Kedxwariya li Dijî Jinan” nîqaş bên kirin. Di rûniştinên 3’yemîn û 4’emîn de jî dê têkildarî pêvajoyê nirxandin bên kirin.