Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir

img
ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan dest pê kir. 
 
Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol a bi Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan re dest pê kir. Aslan û Wekîla EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca, şande li ber derî pêşwazî kir. Piştre jî derbasî eywana hevdîtinê bûn.