'Rapor ji bendewariyên heyî dûr e, divê di pêvajoya qanûnan de lihevkirinek hebe'

img

ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku heke pêşniyarqanûn di çarçoveya rapora îktîdarê de were amadekirin dê daxwaz û bendewariyên gel bicih neyên û got: “Dibe ku îktîdarê raporeke wiha amade kiribe lêbelê divê di pêvajoya yasayan a li Meclisê de teqez lihevkirinek hebe.” 

 
Partiyên di Komîsyona Meclisê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye avakirin de cih girtin, raporên xwe pêşkeşî Meclisê kirin. AKP û MHP’ê di raporên xwe de sedemên pirsgirêka Kurd venegotin û li ser encaman tenê pênaseya “pirsgirêka terorê” kirin. Her wiha gavên ji bo çareseriyê jî di vê çarçoveyê de girtin dest û têkildarî qedexeyên rê li ber vê pirsgirêkê vedikin, astengiyên li pêşiya ziman û çanda Kurdî, nasname, mekanîzmayên rêvebirinê û nûnertiya siyasî tu tiştek nehat gotin. Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî di destpêka pêvajoyê de behsa biryara binpêkirina “Mafê hêviyê” ya DMME’yê kiribû lê di raporê de helwestekî berevajî vê hate nîşandan. AKP’ê jî qet behsa vê mijarê nekir. CHP'ê jî di rapora xwe de cih neda pirsgirêka Kurd. 
 
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, diyar kir ku raporên AKP û MHP’ê ji tu hêvî û bendewariyan re nebûye bersiv û got: “Di raporan de pirsgirêka Kurd ji hêla dîrokî û siyasî ve baş nehatiye nirxandin. Tê dîtin ku baş fêm nekirine. Tê dîtin ku tenê ji hêla çekberdanê ve nêz dibin û li gorî xwe ji bo kesên çekan ber didin jî hinek verastkirinên bisînor pêşniyar dikin. Yên dibêjin bila pirsgirêka Kurd çareser bibe lê qet behsa wê nekirin jî hene. Weke partiya îktîdarê, em li bendê bûn ku AKP meseleyê bi berfirehî bigire dest û çareseriyekê raber bike. Mixabin em nikarin bibêjin MHP, AKP û CHP’ê pirsgirêk baş nirxandine û çareseriyek pêş xistine.” 
 
‘DIVÊ LIHEVKIRINEK ÇÊBIBE’   
 
Temellî, got ku AKP’ê di rapora xwe de her tişt girêdayî şertan kiriye û wiha domand: “Bêguman ev rapor, raporên kêm in. Lê em li lihevkirinekê digerin. Niha em di qonaxa amadekirina raporekê de ne. Hemû partiyan raporên xwe pêşkeş kirin. Lijneyeke nivîsê hat avakirin û dê piştre raporek li gorî van were amadekirin. Ev rapor dê weke pêşniyar pêşkeşî Meclisê were kirin. Meseleya esasî dê li wir dest pê bike. Heke îktîdar, pêşniyarqanûnê li gorî çarçoveya diyar kiriye amade bike, ev rapor di halê hazir de ji daxwaz û bendewariyan re bersiv nîne. Dibe ku îktîdarê rapor li gorî çarçoveya xwe amade kiribe lêbelê di pêvajoya qanûnê de hewceye li Meclisê teqez lihevkirinek çêbibe. Ji ber ku bendewarî pir cuda ne û tê xwestin ku qanûneke taybet a rê li ber aştiyê vedike were derxistin.” 
 
'NÊRÎNÊN ME PIR JI HEV CUDA NE’  
 
Temellî, got ku divê ji bo hiqûqa aştiyê gav bên avêtin û geşedanên ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf dibin bikevin meriyetê. Temellî, anî ziman ku dema ew dibêjin entegrasyona demokratîk, weke gava ewil divê gavên hiqûqî bên avêtin û got: “Di navbera nêrîna me û rapora îktîdarê de gelek cudahî heye. Divê helwesta ku vê cudahiyê kêm dike teqez bikeve meriyetê.” 
 
RAPORA MHP’Ê  
 
Bi domdarî Temellî gotinên Bahçelî yên têkildarî “mavê hêviyê” bi bîr xist û got: “Tevî vê jî rapora MHP’ê gelek qels ma. Bi taybet jî di mijarên mafê hêvî û verastkirinên qanûnî de. Lê rastiyek heye ku hem di rapora AKP’ê hem jî di yên partiyên din de em dibînin ku di rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de ne. Lê rêbazên me ji hev cuda ne. Tevî kêmasiyên di raporan de jî aliyên bi me erênî didin fikirîn jî hene. Ew jî behskirina mafê hêviyê, derxistina meseleyê ya ji çarçoveya terorê û nîqaşên ser rêveberiyên herêmî ye. Rê vedike ku l ser mijarên bidawîkirina qeyûman, mafê perwerdeya zimanê dayikê û gelek mijarên din bibin rojev. Lê nêzikatî piranî bi kodên beriya 27’ê Sibatê ne.”
 
'DIVÊ HÛN LI GORÎ KONSEPTA NÛ BERSIVÊ BIDIN’ 
 
Temellî, got ku divê îktîdar jî li dijî muxatabên xwe yên “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk” weke stratejiya siyaseta demokratîk dibînin, bi konseptekî nû bersivê bide û got: “Bendewariya me ya ji îktîdar û şirîkê wê ev e. Ev muzakere dê di rojên pêş de jî bidomin. Hêvîdarim astengiyên heyî ji holê bên rakirin. Girêdayî vê beşa qanûna taybet, hêvîdarim em êdî li ser guhertina Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê, Qanûna Înfazê û Qanûna Cezayê ya Tirk biaxivin. Lewma jî gavên ji bo qanûna taybet pir girîng e.” 
 
GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN
 
Temellî, bal kişand ser verastkirinên qanûnî yên ku divê di çarçoveya pêvajoyê de bên kirin û got: “Hinek gav dikare bêyî verastkirinên qanûnî jî bên avêtin. Ji bo hin gavan jî hewcehî bi verastkirinên qanûnî heye. Gavên li dijî girtiyên nexweş, bidawîkirina sepanên keyfî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê, yên li dijî raporên ATK’ê, cîbicîkirina biryarên DMME û ATM’ê û hwd. Di van mijaran de çima gav nayên avêtin? Hewl didin her tiştekî li gorî konsepta îktîdarê amade bikin û veguherînin amûrekî. Ev, nêzikatiye baş nîne.
 
Her tişt bi raporê re dê baş nebe. Ev tenê nêrînên partiyan e. Dema li Meclisê hatin xwendin jî dê fikra tevekan diyar bibe. Her kes dê vê bibîne. Bi van raporan em ê ji pêvajoyê hinek fêm bikin. Dê Meclis jî ji bo amadekirina yasaya taybet têkeve pêvajoyekê. Dê Meclis bi pêşniyarqanûnekê yasayeke taybet amade bike û ev jî dê bibe nîqaşa herî krîtîk.” 
 
PÊVAJOYA RAPORÊ TEMAM DIBE YA QANÛNSAZIYÊ DEST PÊ DIKE 
 
Temellî, da zanîn ku dê pêşniyar bi destê îktîdarê bên kirin û wiha domand: “Ya girîng ev e; gelo îktîdar dema van pêşniyarqanûnan dike dê bi aqilekî demokratîk nêz bibe? Niha qonaxa raporan temam dibe û êdî dê qonaxa qanûnsaziyê dest pê bike. Ev qonax, ji hêla muzakere û têkoşînê ve girîng e. Dê hinek domdirêj be. Girîng e ku tevahiya civakê di vê têkoşînê de cih bigire.”
 
‘DI NAVBERA SEROKKOMAR Û WEZÎRÊ KARÊN DERVE DE CUDAHÎ HEYE’
 
Têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Temellî got: “Tirkiye di çarçoveya ‘meseleya terorê’ de nêz dibe. Aqilê ku meseleya navxweyî ya Sûriyeyê dike amûra siyaseta hundir, bi heman rengî nêzî HSD’ê jî dibe. Tu wateya vê nîne.  Di navbera HSD û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de Mutabeqeta 10’ê Adarê hat mohrkirin. Di wir de her tişt hatiye destnîşankirin. Li şûna ku Tirikye ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê sûdewer be, mixabin bi taybet jî daxuyaniyên Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî, Wezareta Karên Derve û hinek aktorên din nêzikatiyeke neyînî raber dikin. Em dibînin ku di navbera daxuyaniyên serokkomar û wezîrê karên derve de cudahî çêbûye. Divê nêzikatiya li dijî Sûriyeyê nebe amûra siyaseta navxweyî.” 
 
Temellî, got ku aktora herî sereke ya muzakereyên li Sûriyeyê HSD ye û axaftina xwe wiha qedand: “Feraseta HSD’ê weke ‘teror’ dibîne, jixwe nayê qebûlkirin. Xebatên dîplomatîk ên navneteweyî jî vê nêzikatiyê qebûl nakin. Tirkiye çima vê dike? Ji ber ku derdorên dixwazin pêvajoya li hundir têk bibin, serî li vê rêbazê didin.”