Çakmak ê HDK'î: Armanca sereke civakîbûna aştiyê ye

img
STENBOL - Endamê MYK a HDK'ê Harûn Çakmak diyar kir ku armanca wan a bingehîn civakîbûna aştiyê ye û got ku armanca operasyonên li dijî CHP'ê jî tunekirina muxalefeta civakî ye. 
 
Operasyonên li dijî şaredariyên CHP'î ku bi binçavkirina Şaredarê Esenyûrt Ahmet Ozer di 30'yê Cotmeha 2024'an de dest pê kirin, didomin. Operasyonên li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, di 19'ê Adarê de û girtina Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû bûn sedema nerazîbûneke berfireh li bara raya giştî. Piştre, bi îdiayên "gendeliyê" li dijî gelek şaredariyan, bi taybetî li Edene û Antalyayê, serdegirtin hatin kirin. Her wiha, Gursel Tekîn wekî qeyûm tayinî Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya CHP'ê hat kirin.
 
Endamê Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Harûn Çakmak, operasyonên li dijî CHP'ê û pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin nirxandin.
 
Çakmak diyar kir ku desthilata AKP'ê ji 7'ê Hezîrana 2015'an vir ve cara ewil di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2024'an de têk çûye. Çakmak diyar kir ku AKP bûye duyemîn partiya herî mezin a Tirkiyeyê û bi xetereya windakirina desthilatdariyê re rû bi rû ye. Çakmak got: "Operasyonên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê tevdîreke pêşîlêgir e li dijî windakirina gengaz a desthilatdariya AKP'ê. Di heman demê de, ew qanûnê binpê dikin û peyamekê ji civakê re dişînin ku 'Hûn kî li ser sindoqê hilbijêrin, ez ê bi desthilatdariya xwe, siyasetê dîzayn bikim.' Ji aliyekî ve, ev operasyonek e ji bo afirandina tirsê di civakê de û ji aliyê din ve, ji bo bi tevahî jiholêrakirina Îmamoglû, reqîbê wî di pêşbirka serokatiyê de. Armanca wan a destpêkê ew bû ku ji bo hemû şaredariyan, bi taybetî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, qeyûm tayîn bikin."
 
'MUXALEFETA CIVAKÎ TÊ TUNEKIRIN'
 
Çakmak destnîşan kir ku ev pêvajo di heman demê de bi operasyonên li dijî CHP'ê re pêk hatiye û got ku desthilat hewl dide di navbera tevgera siyasî ya kurd û CHP'ê de şikestinekê çêbike. Çakmak anî ziman ku ev operasyon ji bingeheke qanûnî xalî ne û got: "Berê, wan ji bo 150 şaredariyên li Kurdistanê qeyûm tayîn kirin. Ger civaka Tirkiyeyê li dijî êrişên li ser şaredariyên kurdan yekgirtî rawestiyaba, me yê pêvajoyeke wisa nedîtibûya. Lê em li dijî zilm û zordariyê rawestiyan, bêyî ku ew li dijî kê hatibe kirin. Em ê ji niha û pê ve jî wiha bidomînin. Piştî biryara CHP'ê ya tevlîbûna komîsyona meclisê, zextên ku tên kirin wekî vekişîna CHP'ê ji komîsyonê tên şîrovekirin. Lê piştgirî û fikarên civakê ji bo vê pêvajoyê di xurtkirina baweriya me de rolekê dilîzin. Ji ber ku em demeke dirêj e pirsgirêka kurd wekî pirsgirêkeke demokratîk dibînin. Dema ku nîqaşên li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê berdewam dikirin, Ahmet Turk got, 'Li aliyekî qeyûm tayinî şaredariyên CHP'ê tên kirin, li aliyê din qebûlkirina min a vegerê ne exlaqî ye.' Ev daxuyanî dikare wekî kurteyeke helwesta me ya siyasî bê hesibandin."
 
‘ARMANCA ME YA BINGEHÎN'
 
Çakmak, nerazîbûna xwe ya li hember van operasyonên li dijî şaredariyên CHP nîşan da û got: "Xala me ya tevgerînê ev e ku pirsgirêka kurd li Amedê bi demokrasiyê, li Stenbolê bi faşîzmê çareser nabe û nayê çareserkirin. Her çend bêhiqûqiyeke cidî û êrişên li dijî beşeke diyarkirî ya civakê hebin jî, nebûna îradeya çareserkirina pirsgirêkê nayê qebûlkirin."
 
Çakmak diyar kir ku pêvajo hêdî hêdî pêş dikeve û bi piranî li ser pêşketinên li Sûriyeyê tê sekinandin û got: "Herî kêm divê şert û mercên xebata Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan, bên baştirkirin. Divê mafê wî yê hêviyê bê vegerandin. Mijareke din jî ev e ku divê êrişên li dijî beşên cuda yên civakê rawestin. Armanca me ya bingehîn ew e ku aştiya civakî çêbibe. Em hêvî dikin ku desthilat, her çend hêdî hêdî tevbigere jî, dest bi bersivdayînê bike û atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê hinekî nerm bibe. Ev di berjewendiya gelên Tirkiyeyê de ye. Mijar ne tenê aştî û nebûna mirinê ye; di heman demê de li ser jiyana civakî ya wekhev û pevre ye jî." 
 
MA / Melîk Çelîk