Di êrîşên TSK’ê yên li dijî Girê Spî de 4 sivîl hatin kuştin

  • rojane
  • 20:11 10 Cotmeh 2019
  • |
img
GIRÊ SPÎ / DÊRIK - Di êrîşên TSK’ê yên li dijî Gundê  Baciliyê yê Girê Spî de 4 welatiyên sivîl hatin kuştin û 4 sivîl birîndar bûn. 
 
Êrîş û operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li seranserî sînor belav bûye 2 rojin didome. Di topbarana TSK'ê de welatiyên sivîl dibin hedef. Di êrîşên TSK’ê yên li dijî Gundê  Baciliyê yê Girê Spî de 4 welatiyên sivîl hatin kuştin û 4 sivîl birîndar bûn.  Balafirên şer ên TSK'ê Gundê Baciliyê yê li Rojhilatê Başur ê Navçeya Girê Sipî bombe kirin. Di êrîşê de 4 sivîl hatin kuştin. 4 sivîl jî birîndar bûn. 
 
3  ESKER HATIN KUŞTIN
 
Li bajarê Dêrikê ku êrîş zêde bûne de li dora gundê Qesir Dîbê di navbera QSD û TSK'ê de şer didome. QSD’ê êrîşî qereqola TSK'ê ya li hemberî Gundê Qesir Dîbê kir û 3 esker hatin kuştin. 17 esker jî birîndar bûn.