NAVENDA NÛÇEYAN - TSK'ê di çarçoveya êrîş û operasyona li dijî Bakurê Sûriyeyê de, li Taxa Qidûrbek a bajarê Qamişlo jinek kuştin û li Serêkaniyê jî sivîlek birîndar kirin.
Artêşa Çekdarên Tirk (TSK), di çarçoveya êrîş û operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ji saetên nîvro ve Taxa Qidûrbek a bajarê Qamîşlo topbaran dike. Di topbarana TSK'ê de, jina bi navê Beşîra Mihemed Kebûş ku bi kurê xwe diçû dermanxaneyê jiyana xwe ji dest da. Kurê Kebûş Ehmed Abdullah ê 28 salî jî ji lingê xwe birîndar bû û niha li Nexweşxaneya Wetenî ya Qamişlo tê dermankirin.
Li bajarê Serêkkaniyê jî êrîş dewam dikin. Di encama êrîşan de jina 30 salî Sozdar Biro birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Navçeya Dirbêsiyê.