Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê

  • rojane
  • 13:21 22 Kanûn 2025
  • |
img

ENQERE - Wekîlê DEM Partiyê George Aslan, ji bo Cejna Noelê weke betlaneya fermî were ragihandin, pêşniyarqanûn da Meclisê. 

Wekîlê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Mêrdînê George Aslan, ji bo Cejna Noelê weke roja betlaneyê ya fermî were ragihandin, pêşniyarqanûn da Serokatiya Meclisê. 
 
Di pêşniyarqanûnê de hate gotin ku ji ber polîtîkayên dewletê hejmara Ermen, Rum û Suryanan ji milyonan daketiye sedhezaran. Aslan, got ku Cejna Noelê sembola roja jidayikbûna Hz. Îsa ye lewma ji bo gelên Xiristiyan rojeke pîroz e û xwest ev roj weke roja betlaneya fermî were ragihandin.