'Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin'

  • rojane
  • 09:14 22 Kanûn 2025
  • |
img

AMED - Parêzer Muharrem Şahîn bal kişand ser nakokiya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku di destpêka pêvajoyê de soza "mafê hêviyê" dabû, lê di rapora ku partiya wî pêşkêşî Meclisê kir de li dijî sepandina vî mafî derketiye û got: "Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin."

 
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, raporên ku desthilat û MHP’ê pêşkêşî Meclisê kirin, hêviyên ji bo encamgirtina aştiyeke mayînde ya pirsgrêka Kurd xels krin. Di Cotmeha 2024’an de dema ku pêvajo dest pê kir, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî diyar kiribû ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê binpêkirina "mafê hêviyê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare bê sepandin; lê belê partiya wî di rapora ku pêşkêşî Meclisê kir de parast ku ev maf nayê sepandin. AKP’ê jî di rapora xwe de qet cih neda "mafê hêviyê". Pêşniyarên qanûnî yên desthilat û şirîkê wê MHP’ê yên ji bo çareserkirina pirsgrêka Kurd, ne wekî çareserî, lê wekî şêweyekî "li gorî pêvajoyê hatî guncavkirin" ê rêbazên tepisandinê yên heyî derketin holê.
 
Parêzer Muharrem Şahîn ê ku di demên borî de gelek caran li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîye, bal kişand ku encamên sosyolojîk û psîkolojîk ên şerê 50 salî giran in û sedema vê yekê jî ne çareserkirina pirsgrêka Kurd e. Şahîn diyar kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê tênegihîştiye "pêşbîniya kûr" a Abdullah Ocalan û ji ber vê yekê bêçareserî berdewam dike û dibe sedema encamên giran. Şahîn rave kir ku avakirina komîsyonê ji aliyê dewletê ve gaveke girîng e û wiha pê de çû: "Lê mîmarê esasî yê vî karî rêzdar Ocalan e. Me ev yek di pêşniyarên çareseriyê û perspektîfên wî de dît."
 
'DIVÊ HÛN MAFÊ HÊVIYÊ BI CÎ BÎNIN'
 
Şahîn, biryara DMME’yê ya derbarê Abdullah Ocalan de bi bîr xist ku tê de hatibû destnîşankirin ku "girtina kesekî di girtîgehê de heta dawiya temenê wî bêyî derfeta berdanê, binpêkirina qedexeya îşkence û kiryara xirab e." Şahîn bi bîr xist ku li gorî xala 90’emîn a Destûra Bingehîn, Tirkiye neçar e li gora vê biryarê tevbigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rewşa niha ya qonaxa pêvajoyê, êdî ji mafê hêviyê wêdetir e. Li vir alî hene û vîna aliyan heye. Aliyekî vî karî û pêşengê wê bê nîqaş rêzdar Ocalan e û êdî dewletê jî ev qebûl kiriye. Ji ber wê, heke hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin."
 
BANGA LI BAHÇELÎ: DIVÊ TU BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH BÎNÎ
 
Şahîn bal kişand ser banga Bahçelî ya Cotmeha 2024’an a ji bo sepandina "mafê hêviyê" û got: "Divê mirov ji Bahçelî re bibêje: Te ev tişt got, divê tu berpirsiyariya xwe bi cih bînî. Te got 'Bila rêxistin xwe fesix bike, çekan deyne, rêzdar Ocalan bê di civîna koma DEM Partiyê de biaxive.' De kerem bike bila bê û biaxive! Divê biaxive. Divê hûn şert û mercên vê yekê amade bikin. Heke ev bi mafê hêviyê pêkan be, hûn ê bi mafê hêviyê bikin. Heke hûn di mafê hêviyê de zehmetiyê dikişînin, hûn mecbûr in bi pêvajoya çareseriyê vê yekê dabîn bikin. Ev nayê nîqaşkirin û paşxistin. Divê ev yek hem ji Bahçelî re hem jî ji desthilatê re bê gotin. Hewce nake mirov li cihekî dûr li çareseriyê bigere. Rêzdar Ocalan bixwe çareserî ye. Bêyî aktorê sereke hûn nikarin vê pêvajoyê birêve bibin."
 
'DIVÊ BI TEMAMÎ AZAD BE'
 
Şahîn destnîşan kir ku Abdullah Ocalan nayê fêmkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bila ew bixwe vebêje. Bila ji her kesî re bibêje ka çi difikire. Bila civak bixwe biryarê bide ka ramanên wî pêkan in an na. Belê, çûna şandeyan girîng e lê ne bes e. Ji bo ku rêzdar Ocalan rola xwe bilîze, divê bi temamî azad be. Divê ev şert û merc bi tavilê bên amadekirin. Divê şertên peywendiya bi hemû dînamîkên civakê re bên avakirin. Heke ev bibe, dê her kes qezenc bike. Heta niha em dibînin ku di vegotin û pêşvebirina vî karî de lawazî heye. Heke desthilat û MHP vê nekin, em ê herin li Edîrneyê, li Trabzonê vê yekê vebêjin. Mexdûriyeta herî mezin a vî şerî me kişand. Ji ber wê, divê em piştgiriyê bidin."
 
'TENÊ ÇARESERÎ EW DER E'
 
Şahîn anî ziman ku divê azadiya rêzdar Ocalan bê nîqaş bên misogerkirin û wiha got: "Heke şertên azadiya rêzdar Ocalan neyên dabînkirin, hûn kê ji girtîgehê berdin jî, hûn ê sibê dîsa bigirin. Ji ber wê, tenê çareserî ew der e. Yekane rê tenê ev e. Ez bawer dikim ku heke ev pêk bê, pêvajoya heyî dê hêsantir bi ser bikeve. Ev fersendeke dîrokî ye. Rêzdar Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirkiye, cîhan û Rojhilata Navîn perspektîfeke jiyanê pêşkêş kir. Dibe ku ji ber ewlehiyê tavilê dernekeve kolanan, lê divê rêya ber bi wê ve bi lez bê vekirin. Heke rêzdar Ocalan nebe, ev serketina pêvajoyê zehmet e. Divê hem dewlet, hem Kurd û hem jî hemû gel vê fersendê baş binirxînin."
 
'CIHÊ KU DÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKE MECLIS E'
 
Şahîn diyar kir ku cihê çarseriya pirsgirêkê Meclis e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bêyî misogerkirina aştiyê alternatîfeke me ya din tune ye. Hem qanûnên entegrasyonê hem jî qanûnên derbarê mafê hêviyê de karê Meclisê ne. Lê divê civak, komele, weqf û rêxistinên civakî jî piştgiriyê bidin vê yekê û lê xwedî derkevin. Bi rastî êdî wêne temam bûye; pirsgrêk li holê ye, tespît hatiye kirin û çareserî diyar e. Êdî divê ji bo çareseriyê xebat bê kirin."
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel